02:23 20 Nîsan 2018
    Piştî bombebarana balafirên Tirkiyeyê rewşa li Cinderesa girêdayî Kantona Efrînê.

    Parlamenterê sûrî: Hevdîtin bi YPGê re ji bo şandina artêşê bo Efrînê dewam dikin

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 40

    Parlamenterê kurd li Parlamentoya Sûriyeyê Omer Osî ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku Artêşa Sûriyeyê dixwaze alîkarî ji YPGê re bişîne Efrînê, lê îdiakir ku YPG vê yekê qebûl nake. Herwiha ji bo rawestandina li dijî Efrînê hevdîtinên di navbera Artêşa Sûriyeyê û YPGê de dewam dikin.

    Hikmet Durgun

    Artêşa Tirkiyeyê di 20ê Rêbendanê de operasyona li dijî Efrînê bi piştgiriya komên çekdar ên Tirkiye piştgiriya wan dike, dabû destpêkirin û heta niha şerên dijwar di navbera YPGê diqewimin. Herwiha heta niha di şer de gelek welatiyên sivîl hatin kuştin û ji her du alîyan jî windahî çêbûne.

    ‘EGER ŞER DEWAM BIKE DÊ ARTÊŞA SÛRIYEYÊ LI DIJÎ TIRKAN ŞER BIKE'

    Parlamenterê kurd li Parlamentoya Sûriyeyê Omer Osî li ser operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku operasyona li dijî Efrînê nayê qebûlkirin û got: "Operasyona li dijî Efrînê ket roja 21an. Em vê êrişê şermezar dikin û teqez qebûl nakin. Ev êrişa Tirkiyeyê li dijî serweriya Tirkiyeyê ye. Tirkiye niha êrişî Cîndiresê, Raco û gelek deveran dike. Divê ev êrişên li dijî Efrînê bên rawestandin. Yana dê Efrîn bi top, tank û balafiran tine bibe. Efrîn bajarê kurdan e, bajarê Sûriyeyê ye. Parastina Efrînê peywira Sûriyeyê ye. Ev wisa bawerim ku eger êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê dewam bike, dê Artêşa Sûriyeyê li dijî tirkna şer bike. Artêşa Sûriyeyê, divê gelê xwe yê Efrînê biparêze. Bertekên Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad li dijî êrişa Tirkiyeyê erenî ye."

    ‘YPG TEQEZ ALÎKARIYA ARTÊŞA SÛRIYEYÊ QEBÛL NEKIR'

    Osî wiha pê de çû: "Artêşa Sûriyeyê xwest alîkarî bişîne Efrînê, lê îdia kir ku YPGê vê yekê qebûl nekiriye. Ji bo rawestandina şerê li dijî Efrînê hevdîtin di navbera Artêşa Sûriyeyê û YPGê de pêk hat. Di hevdîtinan de Artêşa Sûriyeyê pêşniyar kir ku alîkarî ji YPGê re bişînin, lê wan teqez vê yekê qebûl nekirin. Ji bo rawestandina şer divê bi awayekî sembolîkbûya jî ala Sûriyeyê li Efrînê bihata daliqandin. Eger ala Sûriyeyê li Efrînê bihata daliqandin, êdî bihaneya Tirkiyeyê nedimanî ku bikeve Efrînê.

    ‘EM JI BO EFRÎNÊ BI RÛSYA Û ÎRANÊ RE HEVDÎTIN PÊK TÎNIN'

    Osî da zanîn ku xebatan ji bo Artêşa Sûriyeyê biçe Efrînê dimeşîne û wiha dewam kir: "Li ser daxwaza min rûniştinekî taybet ji bo Efrînê li Parlamentoya Sûriyeyê hat lidarxistin. Me ji bo Efrînê daxuyaniyekî fermî ragihand. Ji bo çûyîna Artêşa Sûriyeyê bo Efrînê hevdîtinên di asta bilind de pêk hatin. Lê YPG/PYDê teqez nexwestin ku Artêşa Sûriyeyê biçe Efrînê. Bi Rûsya û Îranê re jî ji bo Efrînê hevdîtinên me pêk tên. Sûriye bertekên xwe dide nîşandan, lê em dixwazin di warê leşkerî de jî helwesta xwe bide nîşandan."

    ‘HEDEFÊN TIRKIYEYÊ LI SÛRIYEYÊ JI 3 QONAXAN PÊK TE'

    Parlamenterê kurd da zanîn ku di encamên êrişa Tirkiyeyê de gelek sivîl bûne qurbanî û gelek şûnwarên sivîlan hatin hedef girtin. Tirkiye dê li hemberî berxwedana YPG/YPJê dê nekare pêşve biçe û windahiyên gelek mizin bidin. Lê hedefên Tirkiyeyê ji 3 qonaxan pêk te. Yekem Efrîne, duyem Minbic û ya sêyem jî Kobane û Qamişloye. Tirkiye dixwaze her sê kantonan jî ji holê rake û kurdan tine bike û li şûna kurdan tirk û ereban bicih bikin. Herwiha Osî da zanîn ku Tirkiye bi erêkirina NATOyê ketiye Efrînê.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Raportora Ewropayê: Me ji Tirkiyeyê gaveke erênî nedît
    Bernard Levy bangî cihanê kir: Li dijî vê zilma Efrînê derkevin
    Piştî 2 salan şopa şer û jiyanê!
    Di şerê li Efrînê de leşkerekî tirk hat kuştin
    Prof. Hikmet Sami Turk: Dibe îktîdar operasyonê ji bo hilbijartinan bikar bîne
    Etîketan:
    kurd, operasyon, YPG, Sputnik, Omer Osî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de