18:05 22 Sibat 2018
Zindî
    Efrîn operasyon

    YPG rewşa dawiya şerê Efrînê ji Sputnikê re ragihand

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (378)
    0 50

    Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behcet Ebdo li ser rewşa dawî ya Efrînê axivî û got ku şerê dijwar niha di navbera YPGê û Artêşa Tirkiyeyê de diqewime û ji bilî herêmên sînorî ti pêşveçûnên Tirkiyeyê tine ye. Ebdo li ser nefirîna balafiran jî diyar kir ku ev 3 roj in balafir li ser Efrînê nafirin, dibe nakokî di navbera Rûsya û Tirkiyeyê hebin"

    Şer û Pevçûnên di navbera şervanên YGPê û Artêşa tirk û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behced Ebdo ji Sputnikê re rewşa dawî ya şerê Efrînê nirxand û da zanîn ku Tirkiye heseb dikir ku bi hêsanî bikeve Efrînê û kirinên xwe li wir pêk bîne, lê rastî bersivdayînên tund ên şervanên YPGê hatine û heta niha ti pêşveçûnekî van ji bilî ser sînor tine ne.

    ‘HIN DEVERÊN KU KETIBÛN DESTÊ TIRKIYE ME DÎSA KONTROL KIR'

    Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behced Ebdo diyar kir ku Ji aliyê Tirkiyeyê ve bi dijwarî herêmên Efrînê topbaran dikin û got: "Şerê Efrînê Ket roja 20an ku Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayê wan û bermahiyên El Nûsra û DAIŞê êrişî Efrînê dikin. Bi rastî li hemû cepheyan de ji cepheya navçeya Şiye bigire heta navçeya Reco, Bilbilê Şera û Şerevanê ji 3 aliyan ve şerekî pir dijwar bi ser me de tê. Ji aliyê Tirkiyeyê ve moşek, top û ketyoşan diavêjin gundan û navçeyan. Dixwazin bi vê yekê gelê herêmê bitirsînin û koçber bikin. Lê em wek Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiv didin. Hêzên me li Racoyê derbeyên giran li wan xistin. Li kevirê Ker jî gelek ji paşve neçar man vekişiyan. Me li wir gelek herêm kontrol kirin. Li herêmên ku me ji ber êrişên balafirên şer vekişiyabûn, niha em bi ser wan ve diçin û me heta niha gelek dever jî bidest xistine.

    ‘HESABDIRIN KU BI HÊSANÎ TÊKEVIN EFRÎNÊ LÊ RASTÎ BERSIVÊN TUND HATIN'

    Ebdo diyar kir ku, "Nezî 10 gundên ser sînor ku têlên sînor ji nav gundan ve derbas dibin, ketibûn bin kontrola Artêşa Tirkiyeyê lê me niha bi hin çalakiyên li dijî wan gundan me gelek deveran bi dest xistine. Gelek noqteyên ku berê ketibûne destê wan em hêdî hedî kontrol dikin û wan bi ser sînor ve tengav dikin. Di van hemleyan de gelek windahiyên wan çêbûn. Ji ber ku nikarin pêşde biçin, bi dijwarî ji sînorê Tirkiyeyê ve herêmên Efrînê topbaran dikin. Herwiha roj tinene ku em tankê wan, wesayîtên wan îmha nekin. Wan hesab dikirin ku di çend deveran bigirin dê bandora xwe li hemû deveran bixin, lê amadekariyên me gelek baş bûn. Ji kîjan aliyê ve tên rastî bersiva me tên. Yan kîlometroyekî anjî 2 kîlometroyan karîne ketine axa Efrînê. Ev jî li aliyê Reco û Bilbilê ve karîne 2 kîlometro pêşde hatine."

    ‘DIBE JI BER NAKOKIYÊN DI NAVBERA RÛSYA Û TIRKIYEYÊ DE BALAFIR NIKARIN BIFIRIN'

    Serokê Komîteya Parastina Efrînê diyar kir ku ev 3 rojên operasyon li dijî Efrînê pêk neanîne û got: "Ev 3 rojên balafir nefirîne. Dibe li ser vê mijarê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê nakokî hebin. Heta niha me derbarê vê mijarê de daxuyaniyekî fermî bi dest nexîstiye. Lê dibe ji ber rêxistina terorî El Nusrayê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de nakokî çêbûne û balafir nikarin bifirin. Rejima Sûriyeyê jî bi daxuyaniyekî eşkere kir ku berê berpala parastina hewayî dane Tirkiyeyê. Di sedem nakokî hebin. Ji ber tiştekî fermî nehatiye dayîn em nikarin tiştekî bibêjin."

    ‘CENAZAYÊ ŞERVANÊN ME PARÇE DIKIN DÊ DEWLETÊN DIN HETA KU DERÊ BÊDENG BIMÎNIN'

    Ebdo wiha pê de çû: "Tirkiye dixwaze Efrînê dagir bike, demokrafiya Efrînê bide guhertin. Destkeftiyên kurdan li wir tine bike. Di rastiyê de nêrînê rûsan jî di vir de heye. Ti heya ku derê Efrînê bombebaran bike. Heta niha nêzî 150-200 welatiyên sivîl hatine kuştin. Di dîmenan de tê dîdin ku çawa tecawîzê cenazeyê şervanên me dikin û parçe dikin. Dê dewletên din heta ku derê li hemberî vê bêdeng bisekinin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (378)

    Bi heman mijarî:

    Sûriyeyê xwest ku "komkujî" were şermezarkirin
    Rûsyayê derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyeyê li ser Idlibê daxuyaniyek da
    Partiyên kurdî yên Îranê navendeke hevbeş ava dikin
    Erdogan û Rûhanî li ser mijara Sûriyeyê axivîn
    Erdogan cardin doza tazmînatê li Kiliçdaroglu vekir
    Etîketan:
    kurd, YPG, Sputnik, Behçed Ebdo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de