15:57 23 Gulan 2018
    Pêşmergeyên Kurdên îranê PDK-Î

    Partiyên kurdî yên Îranê navendeke hevbeş ava dikin

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Bi merema avakirina eniyeke hevbeş di navbera partiyên siyasî yên kurdî yên Îranê, çend partiyan navendek ava kiriye û dixwazin ku tev partiyên siyasî li yên din ên kurdî yên li Îranê beşdarî wê bibin.

    Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê Rostem Cîhangîr li ser vê mijarê ji Sputnik Kurdistanê ragihand" bi armanca avakirina enyeke hevbeş di navbera hemû partiyên siyasî çend partiyan niha navendeke hevbeş avakiriye."

    Herwih Cîhangîrî xuya kir ku "me ji hemû partiyên siyasî yên Kurdistana Rojhilat xwestiye ku beşdarî vê navendê bibin ji bo ku bibe gavek û bingehekê bihêz ji bo avakirina enyeka hevpar a mezin di navbera hemû partî û aliyên siyasî de li Rojhilata Kurdistanê de û me heta niha nav lê nekiriye da ku bizanin bê em ê heta çi radeyê di vê gavê de serkeftî bin li ser yekkirina siyasyet û armanc û gotara Kurdistana Rojhilat, eger em bikarin serkeftinê bi dest bixin, em dê navê eniyê lê bikin."

    "HETA NIHA 5 PARTIYÊN SIYASÎ BEŞDAR BIN"

    Li ser hejmara wan partiyên siyasî ku beşdarî wê navendê ne, Rostem Cîhangîr got: Heta niha pênc partiyên siyasî beşdar in û navên wan wiha ne; Komela Kominîst û Komela Zehmetkêşan û Komela Şoreşgêran û Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê bi her du şaxên xwe û Zazmana Xebata Îslamî li lranê û hejmareke mezin a partiyan jî maye ku heta niha biryarnedaye bê ka dê bikevn nava navendê yan na, lê me ji hemû partiyan daxwaz kiriye ku bikevn nava navendê ji bo ku di pêşerojê de em eniyeka niştîmanî û neteweyî ji bo hemû partiyên siyasî li Rojhilata Kurdistanê ava bikin.

    Endamê PDK-Îyê li ser mercên beşdarbûnê, me hîç merc tine ji bo hîç partiyekê, lê tenê armanca me serketina wê navendê ye û piştre ku bibe enyeke hevbeş ji bo hemû partiyan.

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Almanyayê: Artêşa Tirkiyeyê sivîlan dikuje
    Balafirên Tirkiyeyê Racoya Efrînê bombebaran dikin
    Hamit Bozarslan: Siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê îflas kiriye
    Etîketan:
    Rostem Cîhangîr, Rojhilatê Kurdistanê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de