00:38 27 Gulan 2018
YPG-Efrîn

'Serkeftina Efrînê, tê wateya serkeftina PKKê'

© REUTERS / Rodi Said
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 30

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî Ehmed Eskandarî diyar kir ku eger Efrîn bikeve, ev serkeftineke mezin e ji bo Tirkiyeyê li dijî PKKê û gelê kurd. Lê Tirkiye dizane ku serkeftina Efrînê û ezmûna demokratîk a li Rojava tê wateya serkeftina PKKê. Ev jî tesîrê li statûya PKKê li Tirkiyeyê dike. Tirkiye hemû serkeftinên kurdan ji bo xwe xeter dibîne.

Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ku di 20ê Rêbendanê de dabû destpêkirin bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Gelo Tirkiye bi operasyona leşkerî li dijî Efrînê dixwaze çi bi dest bixe û dê operasyon encamekî çawa bi xwe re bîne. Lêkolînerê û şîrovekarê siyasî Ehmed Eskandarî ji Sputnikê re sedemên operasyona li dijî Efrînê ji nirxand û diyar kir ku Tirkiye hemû destkeftiyên kurdan ji bo xetere dibîne.

'TIRKIYE DITIRSE KU HESTÊN NETEWPERESTIYA KURDÎ LI HERÊMÊ ZÊDE BIBE'

Eskandarî ragihand ku du sedemên sereke yên operasyoya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê hene û got: "Sedema yekem navxweyî ye û ya din jî jeopolîtîk e da ku kurd li Bakurê Sûriyeyê zexm nebin. Tirkiye teqez naxwaze ku kurd li Rojava di bin bandora PKKê de zexm bibin. Siyaseta Tirkiyeyê ew e ku Esad biçe (Serokê Dewleta Sûriyeyê), PYD li Rojava nemîne. Sîstema federalî û demokratîk ku li Rojava ji aliyê kurdan ve hatiye avakirin, Tirkiye ji bo xwe xeter dibîne û dibe ev yek hestên netewperestiya kurdî li herêmê zêdetir bike.

‘SERKEFTINEKE LI EFRÎNÊ, WEKHEWIYA SERKEFTINA PKKê LI HERÊMÊ YE Û EV JÎ TESÎRÊ LI STATÛYA PKKê DIKE'

Eskandarî wiha pê de çû: "Eger Efrîn bikeve destê Tirkiyeyê ev serkeftinekî mezin e ji bo Tirkiyeyê li dijî PKKê û gelê kurd. Tirkiye dizane serkeftina Efrînê û ezmûna demokratîk a li Rojava, tê wateya serkeftina PKKê li herêmê. Ev jî tesîrê li pêgeh û statûya PKKê li Tirkiyeyê dike. Tirkiye her serkeftineke kurdan li dijî xwe dibîne. Bi heman şiklî Îran jî serkeftina PYDê ji bo xwe xeter dibîne. Iraq jî vê yekê navxwaze. Ev hemû dixwazin ku hikûmetekî sûrî li Sûriyeyê bê avakirin û axa Sûriyeyê wek berê bimîne û mafekî cuda kurd bi dest nexin. "

Eskandarî li ser operasyona li dijî Efrînê ya di çapameniya Swêdê de çawa cih digire axivî û got: "Çapameniya Swêdê girîngiyê dide vê operasyonê, lê bi çavên ku tiştekî li Sûriyeyê diqewime lê dinêre. Tesîra Kobaniyê hêj jî dewam dike. Muqayeseya Kobanî û Efrînê tên kirin. Têkoşîna jinan li Rojava di gelek rojnameyan de cih digire. Dibêjin eger serkeftineke li Efrînê çêbibe, ev yek ji bo demokrasiyê li herêmê dibe tolerans. Çapameniya Swêdê ji roja destpêka operasyonê ve gelek şîrove hatin kirin, lê ev wek meseleyeke Sûriyeyê dibînin. Niha raya giştî li ser kuştina sivîlan ne bêdeng in. Lê raste deng bi awayê ku kurd dixwazin dernakeve. Sedemê vê yekê jî, berjewendiyên li gel Tirkiyeyê vê yekê asteng dikin. Sedema duyem jî wek beşekî şerê li Sûriyeyê dizanin ku bi sed hezaran kes li Sûriyeyê hatin kuştin. Lê xwepêşandan û deng di çapameniyê de cih digirin."

‘WELATÊN EWROPAYÊ JI BER MESELEYA KOÇBERAN JI TIRKIYEYÊ RE TIŞTEK NABÊJIN'

Lêkolînerê û şîrovekarê siyasî Eskandarî diyar kir ku "welatên Ewropayê piştgiriya Rojava dikin wek nimûne em dikarin bibêjin Koşka Serokomariya Fransayê heta niha du car nûnerên PYDê li Fransayê ezimandine. Fransa girîngiyekî taybet dide Rojava. Nûnerên PYDê ligel Wezareta Karên Derve ya Fransayê û li gel wezaretên welatên din gelek caran civiyane. Lê ev girîngî lehengiya têkoşîna li dijî DAIŞê ye. Vê gelek bandorê li wan welatan kiriye. Îro Amerîka jî Rûsyayê jî naxwazin têkiliya xwe ya bi PYDê re bibirin. Rûsya yekem welat bû ku nûnertiya PYDê lê hat vekirin. Lê mijara koçberên Sûriyeyê ku di sala 2015an dan de hatin Ewropayê, welatên Ewropayê gelek tirsandiye. Ew dixwazin ku li gel Tirkiyeyê vê meseleyê çareser bikin. Ev yek dibe sebeb ku ji Tirkiyeyê re tiştek nebêjin."

‘HERÇIQAS TIRKIYE Û ÎRAN LI DIJÎ KURDAN HEVKARIYÊ DIKIN JÎ ÎRAN NAXWAZE KU TIRKIYE LI SÛRIYEYÊ ZEXM BIBE'

Eskandarî li ser ragihandina çapameniya Îranê ya doh ku medyaya Îranê ragihandibû ku Tirkiye li Efrînê çekê kimyewî bikar anîne axivî û destnîşan kir ku "li Rojhilata Navîn dewleta Îranê aktorekî gelek girîng e. Îran di sala 2011an de biryar da ku Beşar Esad li ser kar bimîne. Ev jî mijara sereke ya di navbera Tirkiye û Îranê de ye, lewre Tirkiye desthilatdariya Esad naxwaze. Ya duyem jî qebûlkirina desthilatdariya Esad ji aliyê kurdên li Sûriyeyê ve ji bo Îranê ne kêşe ye. Lê ev yek ji aliyê Tirkiyeyê ve nayê qebûlkirin. Ev yek jî dibe sedema pirsgirekan di navbera Tirkiye û Îranê de. Tiştekî din jî em dikarin bibêjin ku mijarî dînî di navbera Tirkiye û Îranê de dibe problem. Tirkiye dixwaze hikûmeteke sunî li Sûriyeyê ava bike, Îran jî hikûmetekî şîî dixwaze li Sûriyeyê bimîne. Her çiqas li dijî kurdan û Amerîkayê, Tirkiye û Îran hevkariyê dikin jî, Îran naxwaze ku destê Tirkiyeyê li Sûriyeyê zexm bibe. Dûrketina Tirkiye ji Amerîkayê gelek Îranê kêfxweş dike, lê ev nabe sedem ku Tirkiye li Sûriyeyê zexm bibe."

‘DIVÊ KURDÊN LI ÎRANÊ PLATFORMEKÎ KU HEMÛ HÊZ BEŞDAR BIN WERE AVAKIRIN'

Eskandarî li ser 5 partiyên kurd ên Îranê Navenda Hevkariya Hevbeş mezintir bikin û rê li ber beşdarbûna PJAKê jî vekirin ku beşdar bibe jî got: "Lihevkirina partiyên kurdî li Îranê gelek baş e lê ev yek gelek derengî ketiye. Lewre ew partî li Îranê parçe parçe bûne. Lê ew 5 partiyên sereke yên mezin ne li Îranê ne, li Başûrê Kurdistanê ne. Ji ber li Îranê jî dîktadorî jî heye, kurd nikarin li Îranê çalakiyekê jî li Îranê bikin. Di baweriya min de ev tiştek baş e. Lê hêzên din li derve mane û ev jî tiştek nebaş e. Ez hêvî dikim ku platformeke were avakirin û hêzên li derve mane beşdar bibin."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

HRWê bangî Îranê kir: Îdama zarokan rawestîne
Parlamentarê Kurd ê Sûriyê: Hikûmeta Sûriyê alîkariya çekan ji bo Efrînê dide YPGê
'Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Siryanî gihîştin eniyên şer ên Efrînê'
Artêşa Tirkiyê: Di operasyona li hember Efrînê de du leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan
Mevlut Çavuşoglu û Cavad Zarif li ser Soçiyê axivîn
Fermandarê amerîkî serdana Minbicê û Meclîsa Leşkerî kir
Etîketan:
kurd, operasyon, YPG, PKK, Sputnik, Ahmed Eskandarî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de