07:40 24 Nîsan 2018
    YPG - HSD Kurdên Sûriyê

    YPG: Tirkiye gelek dûrî rastiyan diaxive ti pêşveçûnekî wan tine ye

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 50

    Berdevkê YPGê yê Efrînê Rojhat Roj li ser rewşa dawî ya şerê Efrînê ragihand ku Tirkiye gelekî dûrî rastiyan ji rayagiştî re diaxive û heta niha şer tenê li herêmên li ser sînor diqewimin û ti pêşveçûnekî artêşa tirk ya berbiçev tine ye. Roj li ser îdiayên ku firînên balafirên Tirkiyeyê li ser Efrînê rawestiyane jî diyar kir ku ev îdia ne rast in.

    Hatibû îdiakirin ku ev du rojên balafirên şer ên Tirkiyeyê li ser qada hewayî ya Sûriyeyê bi taybetî li ser Efrînê nafirin. Berdekê YPGê yê Efrînê Rojhat Roj ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku firînên balafirên tirk li ser qada hewayî ya Sûriyeyê digerin.

    ‘BALAFIR LI SER TEVAHIYA EFRÎNÊ DIGERIN'

    Roj wiha pê de çû: "Îdiayên ku tevgerdariya balafirên şer rawestiya ne nerast in. Caran balafirên keşfê, carna jî balafirên şer digerin. Ligel vê helîkopterên ji cureya kobrayê digerin. Niha bi taybet li derdorê gundê Şêxo digerin. Niha tevgerdariya balafiran li tevahiya qada hewayî ya Efrînê berdewam e. Belê em diarin bibêjin ku wek roja berê tevnagerin, lê hertim balafir li ser Efrînê digerin."

    ‘MILÎTANÊN RÊXISTINÊN TERORÎST BI LEŞKERÊN TIRK RE LI DIJÎ YPGê ŞER DIKIN'

    Berdevkê YPGê li ser îdiayên ku milîtanên rêxistinên terorîst ên li Idlibê berê xwe dane ku li Efrînê li dijî YPGê şer bikin axivî û got: "Rast e niha gelek militant bi taybetî milîtanên El Qaîdeyê, El Nusra û Tahrîr el Şamê beşdarî êrişên Tirkiyeyê bûne û li hemberî Efrînê şer dikin. Li ser sînorê Efrînê bi leşkerên Tirkiyeyê re, li hemberî şervanên YPGê şer dikin."

    ‘SIVILÊN KU HATIN EFRÎNÊ NIHA BERÊ XWE DAN CÎNDIRÊSÊ'

    Berdevkê YPGê Rojhat Roj diyar kir ku kerwana ji bo piştgirî bidin Efrînê ji bajarên wek Kobanê, Helebû Şengela bi rê ketibûn şeva din gihiştin Efrînê û bi çoşekî mezin hatin pêşvazîkirin. Niha li Efrînê serlêdanan dikin ku berê xwe bidin Cîndirêsê da ku topbarana li ser Cîndirêsê were rawestandin.

    ‘TIRKIYE GELEK DÛRÊ RASTIYAN DIAXIVE Û NIHA ŞER LI HERÊMÊN SER SÎNOR DIQEWIMIN'

    Rojhat Roj li ser rewşa dawiya şerê Efrînê axivî û wiha pê de çû: "Ev 18 rojên em berxwedaniyekê bêhempa li hemberî êrişên Artêşa Tirkiyeyê û hevalbendê wan dimeşînin. Herçiqas ku Artêşa Tirkiyeyê ji rayagiştî re dibêje ku biserketine, ev yek ji rastiyan dûr e. Şerê ku heta niha qewimîne li ser xetên sînorî pêk hatine û nekarîne pêşveçûnekî bi dest bixin. Gelek navçe û herêmên ku şer lê qewimîn kîlometroyekî ji sînor dûr in. Roj diyar kir ku navçeya Bilbilê gelek nêzî sînor e. Ev yek nayê wateya ku li Efrînê gelek pêşveçûn bi dest xistibin. Hemû şerên ku diqewimin di çerçoveya sînor de ne.

    ‘TENÊ DOH 50 KUŞTIYÊN WAN HEBÛN'

    Roj got: "Bi taybet doh li navçeya Şera tenê 50 kuştiyan wan hene. Hin dîmenên îmhakirina tank, wesayîtên zirxî û doçkayên Artêşa Tirkiye di destên şervanên me de hene. Em van dîmenan peyderpey parve dikin."

    ‘ALÎKARIYA ÇEKAN JI BO YPGê NEHATIYE'

    Roj li ser îdiayên ku Amerîka kerwanekî çekên nû ji bo YPGê şandine jî da zanîn ku ev yek nerast e û got: "Ti alikariya çekan ji bo me nehatine, YPG niha biçen ku di salên borî de berhev kirine, berxwe dide. Heta niha me ti alîkariya çekan nestandiye."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    'Sedema taloqkirina serdana wezîra swêdî dibe ku operasyona dijî Efrînê be'
    Hevserokê DBPê Mehmet Ali Arslan li Amedê hate binçavkirin
    Nevşin Mengu bersiv da gotinên Bahçeli yên derbarê Efrînê de
    'Li Tirkiyeyê dijberiya Amerîkayê zêde, dijberiya Rûsyayê kêm bû'
    ‘Êriş û dagirkirina Efrinê li dijî destkeftiyên kurdan e'
    Rûhanî: Berdewamiya rageşiyê li bakurê Sûriyeyê ne di berjewendiya ti aliyî de ye
    Etîketan:
    şer, balafir, YPG, Sputnik, Rojhat Roj, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de