07:52 20 Nîsan 2018
    Şervana YPGê

    ‘Kurd bûn qurbaniyên nakokiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de’

    © AFP 2018 / BULENT KILIC
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Koordînatorê Programa Xebatên Kurdî Ceng Sagnic ragihand ku şerê Efrînê hestên neteweyî yên kurdan geş dike, lê ev yek li seranserê Kurdistanê şer jî bi xwe re zêdetir dike. Sagnic da zanîn ku kurd bûne qurbaniyên nakokiyên navbera Tirkiye û Amerîkayê. Îsraîl di mijara Efrînê de nikare terefekî bigire.

    Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê di roja 18mîn de jî bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Heta niha şerên dijwar di navbera aliyên kurd û Artêşa tirk û komên çekdar ên ku Tirkiye pişgiriya wan dike de diqewimin. Aliyê kurd diyar dikin ku heta niha pêşketinekî berbiçev a Artêşa tirk û hevalbendê wan tine ye. Aliyê Tirkiyeyê jî diyar dike ku gelek gund û navçeyekî kontrol kirine. Koordînatorê Programa Xebatên Kurdî li Navenda Moshe Dayan li Tel Avîvê Ceng Sagnic li ser şerê Efrînê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku kurd bûne qurbaniyên nakokiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de.

    ‘TIRKIYE SERKEFTINEKÎ LI EFRÎNÊ, WEK SERKEFTINEKÎ LI DIJÎ AMERÎKAYÊ HESAB DIKE'

    Sagnic da zanîn ku, "Şerê Efrînê, şerekî gelekî metirsîdar e. Îro ne tenê Efrîn, Rojava jî di nav de her çar parçeyên Kurdistanê di bin metirsiyekî mezin da ye. Kurd dikarin hasten neteweyî li çar parçeyan geş bikin. Geşkirina hestên neteweyî ne tenê li Rojava yê Kurdistanê li seranserê Kurdistanê şer jî bi xwe re zêdetir dike. Wisa diyar e ku mabesta Tirkiyeyê têketina nav bajarê Efrînê ye. Tirkiye şerê Efrînê li dijî Amerîkayê dibîne û her serkeftinekî li Efrînê, serkeftinekî li dijî Amerîkayê hesab dike. Kurd bûn qurbanê nakokiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê."

    ‘JI BO BERDEWAMKIRINA KARÊN XWE KURD Û TIRK BÊTIR NÊZÎ RÛSYAYÊ DIBIN'

    Sagnic wiha dewam kir: "Di heman demê Rûsya bi destûrdayîna operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê dixwaze him kurdan û him jî Tirkiyeyê mehkûmê xwebike. Eger Efrîn di destê tirkna de rehîn be, destê tirkan de asê bibe, dê hem kurd hem jî Tirkiye ji bo berdewamkirina karên xwe bêtir mecburê Rûsyayê bibin. Ji ber vê yekê jî ev yek meseleyekî xetereye, meseleyekî tirsnak e."

    Yekîtiya Ewropa
    © AP Photo / Kirsty Wigglesworth
    ÇAPAMENIYA ÎSRAÎLÊ: KURDAN TENÊ HÊJTIN

    Li ser pirsa gelo Îsraîl çawa li operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê dinêre Sagnic got: "Îsraîl heta niha ti daxuyanî di derbarê operasyonê de nedeya û ez bawer nakim ku daxuyaniyekî xuyayî jî bide. Lê çapameniya Îsraîlê her du alî yên çepgir û rastgir jî li dijî operasyona Tirkiyeyê derdikevin. Bi aşkere li dijî operasyonê derdikevin. Çapameniya Îsraîlê ji ber ku kurdan di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de şer kirin û qurbaniyên mezin dane û niha jî tenê hatine hiştin, li ser vê yekê çapameniya Îsraîlê gelek disekine. Lê hikûmeta Îsraîlê heta niha daxuyaniyekî eşkere û zelal nedaye û ez bawer nakim jî ku bide."

    ‘ÎSARAÎL NIKARE DI MIJARA EFRÎNÊ DE TEREFEKÎ BIGIRE'

    Sagnic destnîşan kir ku burêveberiya Rojava ji ber ku fermî nîn e, ez bawer nakim ku Îsraîl di piştgiriya xwe ji bo wan ragihîne. Ne tenê ji Îsraîlê ji cihekî din jî bi eşkere piştgirî nayê ragihandin. Dive kurd jî li hêviya vê yekê nebin. Ev şerekî ku du hêzên mezin têdene; Rûsya û Amerîka. Diyar e ku şerê Efrînê jî bi destûra Rûsyayê pêk hat. Ji ber vê yekê Îsraîl nikare ku terefekî bigir wekî meseleya Başûrê Kurdistanê ku terefê girt. Ji ber meseleyekî fermî bû, lê Rojava tiştek din e.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê YPGê: Moşekên me ne yên Rûsyayê û ne jî yên Amerîkayê ne
    Gelek Dayikên Aştiyê û siyasetmedar hatin binçakirin
    Bahçeli: Hewce bike ez ê biçim Efrînê
    'Rêvebiriya Şamê li Bakurê Sûriyeyê pergala parastina hewayî zêdetir dike'
    ‘Di 17 rojan de 11 tankên artêşa tirk hatin rûxandin'
    Etîketan:
    şer, nakokî, kurd, YPG, Sputnik, Ceng Sagnic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de