15:46 22 Nîsan 2018
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê

    ‘Êrişa li ser Efrînê ne meseleya ewlehiyê ye meseleya nexwestina statûya kurdan e’

    © Foto : DHA
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 70

    Parlamenterê HDPê Ahmet Yildirim ragihand ku Tirkiye ji aştixwaz û şernexwazan gelekî aciz e û meseleya operasyona li dijî Efrînê ne meseleya ewlehiya Tirkiyeyê ye, ev meseleya nexwestina statûya kurdan e. Herwiha Yildirim da zanîn ku şerxwazî dê winda bike û azadî û rûmeta gelê kurd dê bi ser keve.

    Artêşa Tirkiyeyê di 20ê Rêbendanê de operasyona leşkerî li dijî Efrînê da destpêkirin û balafirên şer ên tirk gelek deverên Efrînê bombebaran dikin û li gelek deveran şerên dijwar di navbera şervanên YPGê û leşkerên tirk û çekdarên ASAyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, berdewam dike. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku di 10 rojên operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de, sivîl jî di nav de bi sedan kes hatine kuştin û rewş nîgeraniyeke cidî çêdike. Moskow di çarçoveya operasyonsa Tirkiyeyê ya li Efrînê de bangî aliyan dike ku bipîvan tevbigerin. Parlamenterê HDPê Ahmet Yildirim derbarê operasyona li dijî Efrînê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku "şerxwazî winda bike û azadî û rûmeta gelê kurd biserkeve."

    ‘BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE EM LI HEMBERÎ VÊ YEKÊ BISEKININ'

    Yildirim got: "Ev du rojên li Parlamentoya Tirkiyeyê û ji destpêka operasyon Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê li her qadên jiyanê em bertekên xwe nîşan didin. Ev jî ji aştixwaziyê ewqas acizin ku li hemberî partiya me, parlamenter û rayedarên me operasyon dan destpêkirin û heta niha 53 kes jî hatine girtin, 320 kes jî hatine desteserkirin. Dixwazin li hemberî aştîxwaziya me, bedel bidin dayîn. Berdêla wî çi dibe bila bibe em ê li hemberî vê yekê bisekinin."

    ‘MESELE NE EWLEHIYA TIRKIYEYÊ YE, MESELEYA STATÛYA KURDAN E'

    Yildirim da zanîn ku mesele ne ewlehiya Tirkiyeyê ye, heta niha ji aliyê hêzên li Rojava ne guleyekî, bombeyekî û kevirekî jî nehatiye avêtin Tirkiyeyê. Ev yek ji aliyê hêzên navdewletî ve jî baş tên zanîn û wiha pê de çû: "Li vir mesele sekna gelê kurd e, statûya gelê kurd e û xwebirêvebirina gelê kurd e. Hertim radibin wekê benîştên devê xwe dibêjin kurd birayê me ne. Lê biratî bi vî şiklî nabe, bingeha biratiyê wekheviye, di biratiyê de mafê ziman heye, mafê perwerdehiya zikmakî heye, mafê nasnameyê heye û mafê xwebirêvebirinê heye. Lê ya wan jî biratiyekî propagandîse, biratiyekî bêbingehe."

    ‘KÎ DIJMINATIYA KURDAN KIRIYE WINDA KIRIYE'

    Parlamenterê HDPê yê Mûşê Yildirim wiha dewam kir: "Şer tinekirina vî welatiye, xwe bi hêzên emperyalîst ve girê didin, tawîzan didin welatên mezin, welatên emperyalîst. Ji aliyê enerjiyê ve ji aliyê çekan ve û ji aliyê bazarganiyê ve tavîz didin û rizqê zarokên vî welatî pêşkeşî welatên din dikin. Xuyaye ku ev hikûmet bi şer dawiya xwe bîne. Ev qirêjiye. Em dikarin bibêjin ev yek ne exlaqiye. Lê divê ev yek bê zanîn ku li Rojhilta Navîn kî dijminatiya kurdan kiriye qels bûye. Dê militarizm û şerxwazî winda bike û azadî û rûmeta gelê kurd biserkeve."

    ‘HÊZÊN LI HEMBERÎ ÊRIŞAN XWE PARASTINE HERTIM BISER DIKEVIN'

    Yildirim destnîşan kir ku, "Em dibînin ku hêzên li hemberî êrişên hovane xwe diparêzin, biser dikevin. Hêza ku pişta xwe daye gel anjî ji îradeya gel pêk te, ne mumkin e ku winda bike. Em dizanin ku hêza li Efrînê ango Rojava ne ku girêdayî Amerîka, Rûsyayê û deverekî din e, îradeya xwe ji gelê xwe digirin. Ev hereketekî gel e û xwe diparêzin. Hêza xwe ne ji bo êrişan ava kirine, hêza xwe ji parastina xwe ava kirine. Wan gelê xwe li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê, rêxistinên cîhadîst û yên din parastin. Kesên wiha ne mumkin e ku winda bike."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    YPG: Artêşa Tirkiyeyê navenda Efrînê bombebaran kir, 10 kes birîndar bûn
    'Tenê du kes hene ku bikarin şerê Efrînê bisekinîn'
    Parlementerê berê yê AKPê Içten: Gundê min ne MHPê, CHPê şewitand
    Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket: 2 leşker hatin kuştin
    ‘Ji ber me Efrînê radestî rejime nekir êrişî Efrînê kirin'
    Etîketan:
    kurd, operasyon, Sputnik, Ahmet Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de