04:46 23 Nîsan 2018
    ABD'li komutan, YPG mensuplarıyla vurulan bölgede inceleme yapıyor

    ‘Bi operasyona Efrînê kurd bêtir nêzî Amerîkayê bûn'

    © REUTERS / Rodi Said
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 12

    Nivîskar û rojnameger Faik Bulut ragihand ku "sedema destûrdayîna operasyona li dijî Efrînê ya Rûsyayê nêzîkbûna hêzên kurdî û Amerîkayê bû û Rûsya bi vê yekê xwest ku hinek pozê kurdan bişewitîne. Lê destûrdayîna operasyonê kurd bêtir nêzî Amerîkayê kirin. Bulut da zanîn ku têkçûna kurdan li Efrînê nayê wateya ku li herêmên din jî têk biçin."

    leşkerên amerîkî yên li Sûriyeyê
    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Artêşa Tirkiyeyê beriya operasyona leşkerî li dijî Efrînê da destpêkirin û balafirên şer ên tirk gelek deverên Efrînê bombebaran dikin û li gelek deveran şer di navbera şervanên YPGê û leşkerên tirk û milîtanên ASAyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, berdewam dike. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kiribû ku bi alîkariya Artêşa Sûriyeya Azad di operasyona li dijî Efrînê de bi ser kevin. Rojnameger û nivîskar Faik Bulut li ser operasyona li dijî Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re axivî û da zanîn têkçûna kurdan li Efrînê nayê wateya ku li herêmên din jî têk biçin.

    ‘RÛSYA XWEST KU POZÊ KURDAN BIŞEWITÎNE'

    Nivîskar û rojnameger Faik Bulut destnîşan kir ku, "Operasyona li dijî Efrînê ya Tirkiyeyê bi destûra Rûsyayê û Îranê hat lidarxistin. Ev tiştekî zelal e. Lê navbera Rûsyayê û hêzên kurdî yên li herêmê gelek baş bûn. Têkiliyên baş di navbera her du aliyan de hebûn. Armanca Rûsyayê di destûrdayînê de çi bû? Dema hêzên kurdî nêzî Amerîkayê bûn Rûsya bi vê operasyonê xwest hinekî pozê kurdan bişewitîne û bişkîne. Herwiha îhtîmalekî din jî ev e ku Idlib bi destê Tirkiyeyê ji rêxistinên cîhadîst were paqijkirin û piştre jî bi Tirkiyeyê re li gorî berjewendiyên xwe teraziyekî din bê dayîn. Yanî balansekî din bê dayîn. Ev ne mesela dayîna bacanan e.

    ‘TÊKÇÛNA KURDAN LI EFRÎNÊ NAYÊ WATEYA KU LI HERÊMÊN DIN JÎ TÊK BIÇIN'

    Bulut diyar kir ku hesaba Rûsyayê ne rast e û got: Rûsya dixwest ku kurdan hinekî mesafe daynin navbera xwe û Amerîkayê û diyaloga bi Sûriye û Rûsyayê re zêdetir bikin. Lê bi destûrdayîna operasyona li dijî Efrînê bi taybetî kurdên Rojava bêtir nêzî Amerîkayê dibin. Em ne ji aliyê mirovî û wêranbûnê ve li meseleye binêrin ev tiştekî heram e û bêwijdaniye. Eger kurd li Efrînê têk biçin jî nayê wateya ku li herêmên Cizîrê, Kobanê û yên din jî têk biçin. Ev qunçikeke.

    ‘MESELEYA EFRÎNÊ LÎSTIKEKÎ NAVNETEWEYÎ YE'

    Li ser pirsa gelo kurdan stratejiyeke şaş meşand ku li dewsa Rûsyayê xwe nêzî Amerîkayê kirin Bulut got: "Ez nabêjim teqez heye yan jî tine ne. Dibe di vir de şaşiyekî hebe. Lê belê têkliyên kurdan bi Rûsyayê re jî baş bûn. Yanî 'xwe nêzî Amerîkayê kirin û ji Rûsyayê dûr sekinîn' nebû. Têkilên kurdan bi Rûsyayê re jî hebûn. Ev mesele lîstika navneteweyî ye. Têkoşîna di navbera dewletên mezin de ye. Mesele ne tenê meseleya kurdan e. Her çiqas operasyonên leşkerî li ser kurdan pêk hatin, kurd mecbûr man xwe nêzîkî aliyekî bikin. Kî bûn ev welatên Koalîsyona navdewletî, Rûsya û Amerîka bûn. Eger êrişekî leşkerî ser wan da neçûya, wan jî xwe nêzîkî ti hêzê nedikir.

    ‘PÊŞEROJA KURDAN NE RONÎ YE'

    Bulut li ser pêşeroja kurdan jî axivî û wiha pê de çû: "Ez bawer nakim ku pêşeroja kurdan ronî be. Lê di demeke dûr de ez vekirî dibînim. Ev ne meseleya 4-5 salan e, dirêjtir e. Em dikarin bibêjin ku pêşeroja kurdan zehmet e. Ev du sal in, kurd her diçin bi paşv e diçin. Em kurdên li Tirkiyeyê, kurdên Herêma Kurdistinê piştî referandûma serxwebûnê bipaş ve çûn, niha jî dora kurdên Rojava ye."

    Bi heman mijarî:

    ‘Mafê kurdan jî heye ku li welatê xwe azad bijîn'
    Pisporê rûsî: Dibe ku Amerîka dilêriya hevalbendên xwe wenda bike
    Fraksiyonên Kurdistanî li ser Efrînê got: Êrîşên Tirkiyeyê dijminane ne
    Independent: Şerekî dirêj li pêşberî Tirkiyeyê ye
    Fransa: Operasyona Efrînê me bifikar dikin
    Etîketan:
    kurd, operasyon, Sputnik, Faik Bulut
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de