13:59 25 Nîsan 2018
    Partiyên kurdan li xwenîşandanan

    Partî û saziyên kurdî bi yek dengî li dijî operasyona Efrînê ne

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 60

    Partî û saziyên sîvîl yên kurdî bi yekdengî li dijî operasyona Efrînê derdikevin. Hemu partî û sazî operasyona Efrînê wek êrişek li dijî destkeftiyên hemû kurdan dibînin û ji bo xwedîderketina li Efrînê banga yekîtî û tifaqa gelê kurd dikin.

    Piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Tayyip Erdogan operasyona Efrînê duh destpêkir. Artêşa tirk bi ji bo operasyonê bi rojane TIRan tang û topan dikişîne ser sînor û hejmara leşkeran zêde dike. Ji bilî Efrînê li sêgoşeya Cerablûs-Bab û Ezazê jî hêzên artêşa tirk zêde dibe û ev zêdebûn balê dikşîne. Çapemeniya tirk jî bi rojane bi nûçeyên xwe vê mijarê dinirxîne. Gelo partî û saziyên kurdî ji bo mijara Efrînê çi difikirin û dibêjin çi?

    KCD: DESTKEFTiyÊN ÇAR PARÇÊ KURDISTANÊ DI BIN GEFAN DE NE

    Saziya sivîl a herî mezin ya bajarên kurdan Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî operasyona Efrînê helwesteke zelal nîşan dide û bang li gelê kurd dike. Nûnertiya KCDê dibêje ku operasyon li dijî destkeftiyên gelê kurd e. KCD "di bingeha van êrîş û dagirkeriyê de dixwazin destkeftiyên gelê kurd kurd û Rojava ji holê rakin. Bi giştî jî destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê dikin armanc. Di pêvajoya ku ji nû ve Rojhilata Navîn sererast dikin de, bi çavsorî êrîşê kurdan dikin. Divê bê zanîn ku di serî de Efrîn, hemû Rojava û destkeftiyên çar parçeyên Kurdistan di bin gefan de ne. Di serî de gelê me yê bakurê Kurdistanê yê bi vê bîr û baweriyê tev digere, partiyên me yên siyasî, saziyên civaka sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên bawerî û rûspiyên civakê, divê bi lez bikevin tevgerê û tekane rojev Efrîn e. Divê li dijî hewldana êrîşekê xwedî helwest bin."

    IHD: JI KURDAN ZIRAREK NAGIHÎJE TIRKIYEEYÊ

    Fermandarê Amerîkî Joseph Votel
    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Raci Bilici diyarkir ku li şûna Tirkiye êrîşî kurdan bike pêwîste bi kurdan re tevger bike. Bilici ev tişt gotin: "Êrîş, gef û helwesta li dijî Efrînê tiştekî naxe destê Tirkiyeyê û tiştekî bi wan nade qezenckirin. Operasyona Efrînê hem dê aştiya navxweyî û hem jî aştiya derve bide pelixandin. Wê gelek windahî bide. Dê rûxandin zêde be. Divê Tirkiye ji kurdan netirse. Ji kurdan zerarek nagihîje Tirkiyeyê. Divê viya baş bibîne. Lazim têkiliyên xwe cîraniyê li pêş bixe."

    MAF: MUDAXALE TÊ WATEYA MIRINÊN NÛ Û KOÇBERIYÊN GIRSEYÎ

    Înîsiyatîfa Maf a Amedê jî têkildarî mijarê de daxuyaniyek da û wiha got "Raya giştî ya navnetewî ku hêj ji pevçunên li Surî ku di sala 2011an de destpêkir, komkujî, koçberî û xizaniyê re çareseriyek ne dîtiye, mudaxaleyek nû di heman demê de tê wateya mirinên nû û koçberiyek girseyî. Mudaxaleya ku tê gotin bi meseleya kurd ve eleqedare. Ji Efrînê êrişek xuya nebuye û mudaxaleya Tirkiyê dê çareseriyê meseleya kurd bixe zorê û gengeşiya civakî mezin bike. Înîsiyatîfa Maf, sedem çibe bila bibe li dijî şer û pevçûnan e. Em li dijî vê mudaxaleyê ne û bang li hikumetê dikin ku vegere politîkayên aştiyane."

    PSK: SITENDINA EFRÎNÊ NE HÊSAN E

    Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) Zekî Ekîncî jî wiha dibêje: "Kurdên Bakurê Kurdistanê bi awayek micid ji vê rewşê aciz in. Rewşa qeyrana siyasî û aborî ya Tirkiyeyê li ber çava ye. Li welatek bi Rewşa Awarte tê birêvebirin êdî demokrasî ji holê hatiye rakirin. Êrîşek muhtemel bi mantiqî dema mirov difikire jî tiştekî naxe destê Tirkiyeyê û dê tu destkeftiyan pêk neyne. Dê bikevin çiravê. Sitendina Efrînê ne hêsan e. Ne mimkun e ku kurdên li Efrînê dijîn ji nedîta ve bên dîtin."

    PAK: NEFRETA LI DIJÎ EFRİNÊ BÊTEHAMULIYA LI DIJÎ KURDAN DIDE NÎŞANDAN

    Endamê MYK'a Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Hanefî Turan jî got: "Tirkiye xwedî zîhniyetek wisa ye. Tehamula wan li hember destkeftiyek nîne. Nefreta li dijî Efrînê neyartî û bêtehamuliya li dijî kurdan dide nîşandan. Pirsgirêka bingehîn ew e ku naxwazin kurd li tu deverî bigîhîjin maf û hiqûqa xwe. Vê yekê ji xwe re wek pirsgirêka beka dibînin. Ji ber van sedeman tifaqa kurdan jiyanî ye. Divê kurd li her deverî li dijî destwerdanek muhtemel a li dijî Efrînê helwesta xwe bidin nîşandan û ji dagirkirina Efrînê re bibin asteng. Divê ku raya giştî ya cîhanê jî li dijî meseleya Efrînê bêdeng nemîne."

    OSP: DIVÊ HEMU PARTİ Û PARÇEYÊN KURDISTANÊ HELWESTA XWE NÎŞAN BIDIN

    Serokê Giştî yê Partiya Azadîxwaz û Sosyalîzmê (OSP) Sînan Çîfyurek ev tişt gotin: "Mafê gelê kurd heye ku li dijî her êrîşên dijminahî xwe biparêz e. Hewldana dagirkirina Rojava dest pê bike, dê ne Soçî bimîne û ne jî Astana bimîne. Êrîşa li dijî Efrînê jî dê ji bo DYAyê bibe test. Gelê kurd ên di şerê li dijî DAIŞê de bûn xwedî tecrûbeyek cîhanî, niha jî mijara meraqê ye ku li dijî dagirkirina Efrînê çawa li berxwe bidin û encamek çawa derbixin holê. Dê carek din berxwedana kurdan ji bo raya giştî ya cîhanê bibe qada testê. Divê hemû partî û parçeyên Kurdistanê bi nasnameyek welatparêziyê bi rûhê berxwedana Kobanê li dijî êrîşên Efrînê helwesta xwe nîşan bidin û raya giştî jî di vê mijarê de hestiyar tevbigerin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Plana operasyona muhtemel ya Tirkiyeyê li dijî Efrînê diyar bû
    Siyasetmendarê Herêma Kurdistanê: Gefên Hikûmeta Erdogan li ser Efrînê nayên qebûlkirin
    Ji Goran û Komelê daxuyaniya Efrînê: Em êrîşan şermezar dikin
    Ji Amerîkayê banga Efrînê: Em bang li Tirkiyeyê dikin ku gaveke wiha navêje
    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li ser Efrînê daxuyanî da
    YPG/PYD: Ger Tirkiye têkeve Efrînê em amade ne, em dê li ber xwe bidin
    Etîketan:
    KCD, Tirkiye, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de