22:08 19 Nîsan 2018
    Efrîn-Sûriye

    'Pêdiviya Tirkiyê bi kordînasyoneke operasyonel a digel Rûsyayê heye'

    © AFP 2018 / George OURFALIAN
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    0 17

    Hîndekarê Zanîngeha Istanbul Kulturê û pisporê Rojhilata Navîn Bora Bayraktar operasyona muhtemel a Efrînê, daxuyaniya berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ji Sputnîk Kurdistanê şîrove kir û got, "Divê ev daxuyanî weke ku Amerîka destûra operasyona Efrînê daye Tirkiyeyê neyên xwendin"

    Bora Bayraktar li ser operasyona muhtemel a li dijî Efrînê axivî, "tu tişt ne diyar e, mijar pir tevlîhev e lê xuya ye dê Tirkiye vê operasyonê pêk bîne. Her tişt pêkan e, dibe ku Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê ku dê dawiyê vê mehê li Soçiyê bê lidarxistin, were paşxistin, were betalkirin."

    ’DIVÊ EV DAXUYANÎ WEKE KU AMERÎKAYÊ DESTÛRA OPERASYONA EFRÎNÊ DAYE NEYÊ XWENDIN’

    Bayraktar li ser daxuyaniyên Amerîkayê ku gotibû, "Efrîn ne di nav qadên ku koalîsyon lê operasyonan dike de ye." Bayraktar li ser vê yekê wiha axivî: Ev daxuyanî cara ewil nayê kirin, çend mehê berê jî Koalisyona Navnetewî daxuyaniyên bi vî rengî dabûn, niha vê yekê dûbare dikin. Divê ev daxuyanî weke ku Amerîka destûra operasyona Efrînê daye Tirkiyeyê neyên xwendin.

    HSD
    © AP Photo / Syrian Democratic Forces
    ‘TIRKIYE JI BER EGERÊN OPERASYONEL DIVÊ BI RÛSYAYÊ RE HEVKARIYEKE KOORDÎNÊ BIKE'

    Tirkiye di mijara operasyona Efrînê de bi Rûsyayê re pêwendiyê datîne û divê bi Rûsyayê re vê yekê teqez bike. Lewra welatên ku leşkerên wê li wir e û bi bandor e Rûsya ye. Bi ya min Tirkiye vê operasyonê bi îradeya xwe, bi egerên ewlehiya netewî pêk tîne. Ji bo vê yekê Tirkiye ne li benda erêkirinekê ye lê ji ber egerên operasyonel divê Tirkiye bi Rûsyayê re hevkariyeke koordinasyonê pêk bîne. Lewra serdana Sererkanê Tirkiyeyê General Hulusi Akar û Musteşarê Îstîxbarata Milî (MÎT) Hakan Fidan serfana Moskowayê kirin."

    ‘BI QENEATA MIN XWEPÊŞANDANÊN GIRSEYÎ PÊK NAYÊN'

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li hember operasyona muhtemel a Efrînê derketibû û gotibû, ‘Em dê bi rihê Kobaniyê xwedî li Efrînê derkevin'. Bayraktar ev daxuyanî nirxand û got, "Bi qenata min a şexsî xwepêşandanên girseyî pêk nayên. Ev mijar li Tirkiye li demên paş man. Gelek bûyerên girîng qewimîn lê qet xwenîşandanên girseyî pêk nehatin."

    Bayraktar wiha dawî li nirxandina xwe anî, "Şert û mercên Tirkiyeyê ji bo vê yekê ne pêkan in. Tirkiyeyê li hember referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê derket, helwest nîşan da, deriyên sînorî girtin, wê deme jî tiştek neqewimî, xwenîşandanên girseyî pêk nehatin. Bi qasî ku dibinim raya giştî ya kurd, li hember vê mijarê bêbertek disekine û dê ev bêbertekî bidome."

    Bi heman mijarî:

    Plana operasyona muhtemel ya Tirkiyeyê li dijî Efrînê diyar bû
    Sûriye: Ger Tirkiye li dijî Efrînê operasyonê li dar bixe, wê wekî êrîşê were nirxandin
    ‘Qedera operasyona Efrînê bi çi ve girêdayî ye'
    Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
    ‘Mixalefeta Sûriyê ji bo Soçiyê nehatiye vexwendin’
    Aldar Xelîl: Em bo Soçiyê hatine vexwendin
    ENKSê: Rûsyayê em vexwendin civîna Soçiyê
    Etîketan:
    Kongreya Niştimanî, Operasyona li dijî Efrînê, Bora Bayraktar, soçî, Efrîn, Soçî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de