08:19 27 Gulan 2018
YPG

‘Tirkiye bi tena serê xwe nikare kurdan li Efrînê têk bibe'

© REUTERS / Goran Tomasevic
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
0 61

Nivîskar Fehim Işik diyar kir ku ketina Tirkiyeyê ya Efrînê ne operasyon e lê destpêka şerekî mezin e û Tirkiye dixwaze, rêxistinên tundrew û terorîst ên li Idlibê di operasyona Efrînê de bikar bîne, lê ez ne bawer im ku Rûsya li hemberî vê helwesta Tirkiyeyê bêdeng bimîne. Işik da zanîn Tirkiye bi tena serê xwe nikare kurdan li Efrînê têk bibe.

Ev demek e ku Artêşa Tirkiyeyê ji bo operasyonekê li dijî Efrînê pêk bîne amadekariyên leşkerî dike. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Erdogan dawiya hefteyê ragihandibû ku di nav hefteyeke de dê operasyonekê li dijî Efrînê pêk bînin û dê destûrê nedin korîdoreke kurdî li herêmê bê avakirin. Nivîskar û rojnameger Fehim Işik diyar kir ku Tirkiye bi tena serê xwe nikare kurdan li Efrînê têk bibe.

‘EV NE OPERASYON E, EV DESTPÊKA ŞEREKÎ MEZIN E'

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê vir ve, mixabin Tirkiye siyasetekî dijminane li Rojhilata Navîn meşand. Yanî ji du aliyan ve siyaseta dijminane meşand. Bi awayekî tund siyaset li dijî hikûmeta Sûriyeyê meşand, him jî dijminatiya kurdên li Rojava kir. Di vir de tiştê esas diyar bû ku siyaseta Tirkiyeyê li Rojhilta Navîn bi taybet li Sûriyeyê têkçû. Ev têkçûn rola Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn ji hole rakir. Tirkiye dixwaze ji desgeyên li Rojhilata Navîn îstîfade bike, bi taybet jî ji dijberiya Amerîka û Rûsyayê îstîfade kir.

‘KURDAN DI ŞERÊ DAIŞê DE SERKEFTINÊN MEZIN BI DEST XISTIN'

Işik wiha pê de çû: "Tirkiye di vir de siyaseta xwe bêtir bi Rûsyayê re zêdekir, têkiliyên xwe li gel Rûsyayê xurt kir û ji aliyê din ve jî dijberiya Amerîkayê kir. Geşedanên çend mehên dawî de qewimîn bi taybetî rizgar kirina Reqayê ji rêxistina terorîst a DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji kurdan pêk tê, êdî diyar bû ku maseyeke siyasetê ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê were danîn. Yanî pirsgireka li Sûriyeyê bi danûstandinên hêzên navneteweyî, di nav têkiliyên herêmî tê çareserkirin. Di vir de tişta ku derket holê rewşa kurdan bû. Bi rastî kurdan bandorekî mezin li herêma ku lê dijiyan kirin. Di têkoşîna li dijî DAIŞê û rêxistinên din de serkeftinên mezin bi dest xistin. Hat dîtin ku bêyî kurdan çareserî ne mimkun e, herwisa daxwazên kurdan jî hene. Kurd di nav Federasyona Bakurê Sûriyeyê birêveberiyeke xweser dixwazin. Bi qanaeta min Tirkiye li hember van geşedanan xwest van daxwazan têk bibe. Gefên li dijî Efrînê bi taybatî yên Erdogan (Serokomarê Tirkiyeyê) dide nişandan ku Tirkiye naxwaze kurd li wir statûyeke bi dest bixin û Tirkiye vê yekê bi eşkere jî dibêje."

‘TIRKIYE BENZÎNÊ LI AGIRÊ ROJHILATA NAVÎN DIKE'

Işik got: "Encam vê çi bibe, em ji niha ve nikarin tiştek ji bo vê bibêjin. Lê tişta ku tê xuyan ev e Tirkiye li Rojhilata Navîn li şûna agir vemirîne, benzîn li agir dike. Tişta herî xeter û xirav ev e. Ez zerar nê tenê li Efrînê bibe, dê ev zerar li Rojhilata Navîn jî belav bibe û bandorekî mezin dê li Tirkiyeyê jî bike. Tirkiye bi eşkere bi hêza xwe li Rojhilata Navîn dikeve şerekî û şer dide dest pê kirin. Efrîn ne operasyone, Efrîn destpêka şerekî mezin e, eger pêşî li Tirkiyeyê neyê girtin ku êrişî Efrînê bike.

‘RÛSYA Û AMERÎKA LI HEMBERÎ HELWESTA TIRKIYEYÊ BÊDENG NAMÎNIN'

Di qaeta min de meseleya Idlibê jî di nav vê meseleyê de ye. Lewre meseleya Idlibê hêj nehatiye çareserkirin. Rêxistinên tundrew û terorîst hêj li Idlibê ne. Hesaba hêzên din bi taybetî ya Rûsyayê ew bû ku wan rêxistinan ji Idlibê paqij bikira. Lewre li gorî peymana Astanayê dive Tirkiye van rêxistinan ji Idlibê paqij bikira, lê Tirkiye niha nikare vê yekê bike û wan rêxistinan ji wir derxe. Lê Tirkiye ji aliyê din ve jî naxwaze wan rêxistinan ji destê xwe derxe, çimkî eger Operasyona Efrînê dest pê bike dê Tirkiye wan rêxistinan jî di operasyonê de bikar bîne. Ez bawer nakim ku Rûsya li hemberî vê helwestê bêdeng bimîne. Amerîka jî dê bêdeng nemîne, di pêşerojê de dibe tiştên din derkevin holê lê Sûriyeyê jî li hemberî vê yekê bêdeng nemîne."

‘KURD LI EFRÎNÊ BI HÊSANÎ NAYÊN TÊKBIRIN'

Işik li ser pirsa gelo kurd wekî Kerkûkê rastî şkestineke werin, da zanîn ku kurd li Efrînê bi hêsanî nayên têkbirin û got: "Kurdên li Efrînê ji ber şerên dûmahî de çekên xurt bi dest xistin û dikarin bi van çekan xwe biparêzin. Ya din jî ji mêj ve gef li ser Efrînê heye û wan jî gelek baş amadekariya xwe kiriye. Ya sêyem jî bi salane ku li Rojava şerekî mezin hebû û wan ezmûnekî baş di vî şerî de dan. Em dikarin bibêjin ku kurdan hêza herî xurt ya Rojhilata Navîn DAIŞê ji Kobanî, Reqayê û Dêra Zorê karîn derxistin."

‘HÊZA TIRKIYEYÊ TINE YE KU LI EFRÎNÊ SERKEFTINÊ BI DEST BIXE'

Nivîskar Işik destnîşan kir ku Tirkiye ji hêzên navneteweyî, Amerîka û Rûsyayê alîkarî negire bikare gavek jî biavêje. Yanî bi hêzên hewayî nekarin êriş bikin, Tirkiye bi hêzên bejahî nikare yek bost jî pêş de biçe. Eger Amerîka û Rûsya em bibêjin li hemberî şerê Efrînê bêdeng bimînin û hêzên hewayî ya tirk êrişan pêk bîne, dibe di demeke de destkeftiyên tirkan çêbibe. Lê ev jî di qada navneteweyî de bertekên tund bi xwe re li dijî Tirkiyeyê bîne. Ti derfeta Tirkiyeyê tine ne ku li wê derê destkeftiyan bi dest bixe, herwiha kurd jî bipiryarin ku xwe biparêze û Efrîn jî vê derfetê dide kurdan.

Bi heman mijarî:

Dîroka Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyeyê diyar bû
Prof. Tomar: Tirkiye û Rûsya di mijara Efrînê de li hev kirine
Tirkiye ji bo têkoşîna li hemberî PKKê daxwaza alîkariyê kir
Opozîsyona Sûriyê cara yekem li dijî helwesta Erdogan derket
5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
Amerîka piştî çapemeniya rûsî çavê xwe berda çapemeniya çinî
Etîketan:
HSD, kurd, operasyon, DAIŞ, Sputnik, Fehim Işık
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de