02:31 21 Gulan 2018
    Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk - tanka tirk

    ‘Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava dilê kurdên li Tirkiyeyê dihêle'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 40

    Prof. Dr Ahmet Ozer ragihand ku Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê ji serî de şaş e û du sedemên operasyona li dijî Efrînê hene. Herwiha Ozer diyar kir ku dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdên Rojava dilê 20 milyon kurdên li Tirkiyeyê dihêle.

    Ev demek e ku Artêşa Tirkiyeyê ji bo operasyonekê li Efrînê pêk bîne amadekariyên leşkerî dike. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Erdogan dawiya hefteyê ragihandibû ku di nav hefteyeke de dê operasyonekê li dijî Efrînê pêk bînin û dê destûrê nedin korîdoreke kurdî li herêmê bê avakirin. Cîgirê Zanîngeha Torosê Prof. Dr. Ahmet Ozer muhtemel operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê ji Sputnikê re ragihand ku du sedemên operasyona Efrînê heye û eger Tirkiye operasyon li dijî kurdên Rojava pêk bîne dê dilê 20 milyon kurdên xwe bihêle.

    ‘ŞAŞIYA WAN JI WAN RE BÛ DERT'

    Ahmet Ozer da zanîn ku, "Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê ji serî de şaş e. Li gorî min, du hokar hene ku dibin sedema vê şaşiyê; yek siyasî û ya din jî derûnî ye. Ya derûnî ew e ku pêşî bi dehfandina Amerîkayê bû ku serokwezîrê wê çaxê yê (Recep Tayyip Erdogan) ku bi Esadî re destbirak bû, ji ber ku bi ya wan nekiribû, ew jî ketine rewşeke wiha û ji xwe re gotin ku "ez ê pozê wî bifirkînim" û nema ji wê şaşiyê vegeriyan. Ev aliyê derûnî ye" Wek çawa mirov li sûkan dibêje, "ez ê nîşanî te bidim", "ez ê pozê te bifikirîm" û "tu dizanî, ez kî me" û tiştên wiha. Ev jî ji wan re bû derd. Ya yekem ev bû."

    ‘TIRKIYE BI POLÎTÎKAYA ABDULHEMID DIXWAZE ROJHILATA NAVÎN JI NÛ VE DÎZAYN BIKE'

    YPG
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Ozer wiha pê de çû: "Ya şaşiya duyemîn dîsa serokwezîrê wê heyamê bi şaşî rê dan nîşandan, jê re gotin korîdorekî şîî ji aliyê Îran, Iraq û Sûriyeyê ve tê amadekirin. Li hemberî vê korîdora şîî, Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdî dê korîdoreke sunî ava bikira. Divê navberî de bihara ereban li herêmê rû da û ji ber ku rejima Tirkiyeyê laîk, sekuler bû, xwest ku projeya Abdulhemid pêk bîne ku polîtîkaya pêşengiya îslamê bi rê ve bibe û bi fikra Osmaniyan dîsa xwestin ku Rojhilta Navîn li gorî xwe dîzayn bikin. Ev jî şaşiyekê bingehîn bû. Sedema vê şaşiyê çi bû? Di rastiyê de Tirkiyeyê ne hêzeke herêmî ne jî kurewî ye. Hêza kurewî Amerîka ya herêmî jî Rûsya ye. Ya din jî ji xwe ereb ji tirkan hez nakin. Hêj jî di lîteratura ereban de ji Siltanê Osmanî Yavuz Siltan Selim re ji ber ku cilên pîroz ên pêxemberê dînê îslamê birine Stenbolê dibêjin diz û zordest Selim. Ji bo vê yekê jî alema ereban naxwaze ku yek ji Tirkiyeyê bibe serokê alema îslamê."

    ‘DIJMINATIYA TIRKIYEYÊ YA LI DIJÎ ROJAVA DILÊ KURDÊN LI TIRKIYEYÊ DIHÊLE'

    Ahmed Ozer destnîşan kir ku, "Ev her du şaşî bûn sedema şaşiya sêyemîn. Bila kurd diya xwe nebîne. Meseleyeke heye; du kes dibin ku wan îdam bikin, ji ya kurd dipirsin daxwaza te ya dawî çi ye, dibêje ez ji dayîka xwe pir hezdikim, dixwazim wê bibînim, ji ya din jî dibirsin daxwaza te çi ye? Ew jî dibêje bila kurd diya xwe nebîne. Bila hemû cîhan diya xwe bibîne lê kurd bila diya xwe nebîne. Niha bi salan ji Barzanî re digotin serok eşîr, pêxas, çi hebû jê re digotin. Digotin xeta me ya sor e. Piştre jî bi salan dostê Tirkiyeyê ya herî qedîm Barzanî bû, heta referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê. Tirkiye ji aliyê siyasî, dîplomasî û aboriyê de gelek têkiliyên baş meşand. Bi heman şêwazê Tirkiyeyê dikarê destê dostanî ji Rojava ra jî dirêj bike. Tirkiye dikare polîtîkaya xwe ji serî ve reset bike û ji nû ve dikare xwedî li kurdên Rojava derkeve. Divê navberê de polîtîkayên Tirkiyeyê yên dijminane yên li dijî kurdên Rojava, dilê 20 milyon kurdên li Tirkiyeyê dihêle. Divê Tirkiye vê meseleyê bi polîtîkayekî rast û dostane çareser bike. Ev helwesta Tirkiyeyê nahêle ku Tirkiye mijara kurdî çareser bike."

    Endamekî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    ‘YA TE DIBE BIRA ÇIMA YA KURDAN NEBE BIRA'

    Muhtemel operasyona Efrînê dê bandorekî çawa li kurdên Tirkiyeyê bike? Ozer got: "Du encamên vê yekê hene. Ya sereke teqez bandorekî gelek neyînî dê li kurdan bike. Tirkiye ji bo Tirkmenên li Kerkûkê ku hejmara wan 100 hezar jî nîn û ti eleqeya wan bi Tirkiye re tine ne jî sibê radibin dibêjin tirkmen, avêrê dibêjin tirkmen wiha bûn wiha çûn. Li Bulxaristanê 200 hezar tirk tinene Tirkiye herdem mafê wan tîne rojevê û dibêjên birêyên me, daxwaza mafê wan dikin. Bi heman tiştî yê kurdan jî birayê wan hene. 20 milyon kurdên te hene. Ya te dibe bira çima ya kurdan nebe bira. Li navçeya Suruçê sînor di orte gund ve derbas bûye; nîvî mane li aliyê Tirkiyeyê nîvî mane li aliyê Sûriyeyê, li Dîlokê, li Mêrdînê dîsa wiha ye. Ji bo vê yekê ev polotîka ji bo arambûnê û ji bo meseleya navxweyî ne care ye. Li gorî min ev yek vê meseleyê bêtir gurtir dike. Kesên ku vê yekê dikin, gelo van tiştan nabînin, dibînin elbet. Ji bo vê yekê jî rêbazên din bikar tînin, wek rêbazên îdeolojiyê. Cîhên ku îdeolojî têrê nake vê care jî rêbazên leşkerî bikar tînin."

    ‘ALIYÊN SIYASÎ BI ZANEBÛN PARONAYA PARÇEBÛNÊ YA KURDAN TÎNÊN HOLÊ'

    Ozer wiha pê de çû: "Ev rêbazên ku Tirkiye bikar tîne meseleyê çareser nake. Eger çare bûye dê serhildana Şêx Seîd, Agirî, Dêrsimê çareser bikira. Tenê ev yek bi biratî û aştiyane tê çareserkirin. Lewre kurdên li Tirkiyeyê wek Sûriye, Iraq û Îranê ne tenê li herêmekîne. Bajarê herî mezin a kurdan ne Amed e, Stenbol e, îro nîvê Mêrsînê kurd in, nivî tirkin. Yekîtiya çandî çêbûye, îro nêzî 3 milyon zewac çêbûne. Lewre aliyên siyasî paronaya parçêbûnê derdixin holê û di siyasetê de ji vê yekê sûdwerdgirin. Lewre parçebûna civakî li Tirkiyeyê ne mimkun e."

    Bi heman mijarî:

    Times: Erdogan di mijara Efrînê de bi agir dilîze
    Erdogan: Em ê operasyona Efrînê bi dijberiyê re pêk bînin
    Tirkiye ji bo operasyona Efrînê divê çi ji çav derxîne?
    ‘Pêşî dê ASA têkeve Efrînê'
    3 topên hawanê li gundekî Efrînê ketin
    Etîketan:
    kurd, operasyon, siyaset, Sputnik, Ahmet Ozer, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de