15:43 25 Gulan 2018
HSD

Birêveberiya Rojava: Hêzên ku hevpeyman wan perwerde dike dê Efrînê jî biparêzin

© AFP 2018 / Bülent Kılıç
Nêrîn
Lînkê kurt
0 81

Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif ji Spuntik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku şandeyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê serdana Rojavayê kiriye û li ser wê hêza ku bi alîkariya Hevpeymana Navdewletî û pêşengiya HSDê tê damezirandin jî got ku ew hêz dê “ji Dêrikê heta Efrînê biparêzin.”

Dilyar Amûdî

Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif ji Sputnik Kurdistanê re alîkariya Hevpeymana Navdewletî ya damezirandina hêzeke nû ya 30 hezar kesî, gefên Tirkiyeyê li ser Efrînê, civîna şandeya Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Rojava nirxandin û diyar kir ku ew hêza ku Hevpeymana Navdewletî ji bo parastina sînoran ava dike ya hemû herêmên bakurê Sûriyeyê ye û dê Efrînê jî biparêzin.

Hevpeymana Navdewletî ya dijî DAIŞê ya ku Amerîka pêşengiya wê dike ragihandibû ku dê hêzeke nû bi navê "Hêzên Ewlekariya Sînoran" li bakurê Sûriyeyê ava bikin û HSD pêşengiya wê hêzê bike.

"XEBATA AVAKIRINA HÊZEKE NÛ, DI NAVBERA YPG, HSD Û HEVPEYMANÊ DE YE"

Yûsifê li ser vê mijarê axivî û diyar kir ku ji xwe hêzeke wiha heye lê belê piştî qedandina şerê DAIŞê û ji bo sînor baştir werin parastin ev hêz tê avakirin û wiha dewam kir: Ji ber ew hêzên tundrew wek DAIŞ, El Nusra û hêzên ku ji derve hatine êrîşî me dikin, ev xebat hatiye bipêşdexistin. Ev xebat di navbera hêzên hevpeymanê, hêzên YPG û hêzên HSDê de tên meşandin. Hemû deverên ku hatine rizgarkirin dê werin parastin".

"ÊDÎ BINGEHA HEVKARIYEKE DÎPLOMASÎ DI NAVBERA ROJAVA Û HEVPEYMANÊ DE ÇÊDIBE"

Li ser bê gelo ev pêngava alîkariya avakirina hêzeke wiha dê bandorên wê dîplomasî û siyasî li ser siberoja Rojavayê hebin an na, rayedar kurd wiha got: "Bêguman, ev hevkariya leşkerî dê bandorên xwe yên siyasî hebin. Ev hîn bi awayekî fermî nehatiye ragihandin. Di nerîna me, heta niha hevkarî di aliyê leşkerî de bûn lê mirov dikare bibêje, bi taybetî di şerê DAIŞê de, êdî bingeha hevkariyeke dîplomasî jî çêdibe lê hîn ti daxuyaniyên fermî derbarê mijarê de nehatine dayîn."

Herwiha Yûsifê diyar kir ku ev hêzên nû tê avakirin dê hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê biparêzin û Efrîn jî di nav de ye.

Hevpeymanê di daxuyaniya xwe de gotibû ku Hêzên Ewlekariya Sînoran(HES) ên ku dê beşdarî perwerdehiya wan bibin dê li qiraxên herêmên Newala Çemê Firatê, sînorên Iraq û Tirkiyeyê werin bicihkirin ku ew herêm jî aliyê HSDê ve tên kontrolkirin lê belê behsa Herêma Efrînê nehatibû kirin.

"HÊZ JI HSD Û YPG PÊK TÊ"

Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif derbarê rola van hêzan di parastina Efrînê de wiha axivî: Ev hêzên parastina sînoran, ji bo hemû herêmên rizgarkirî tên avakirin. Ev hêz dê ji Efrîn heta Dêrikê biparêzin. Jixwe ev hêz ji hêzên HSDê û YPG tên avakirin. Lê ji aliyê perwerdehiyê ve, Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê dê alîkariyê bike. Jixwe hemû hêzên leşkerî bi hemû reng û erkên xwe berpirsyarên hemû herêmê ne û herêma Efrînê jî di nav de ye".

"HEMÛ HÊZ DÊ BEŞDAR BIBIN, EFRÎN NE BI TENÊ YE"

Li ser heman mijarê, Yûsifê axiftina xwe wiha dewam kir: "Ev demeke dirêj e, Efrîn xwe ji şerekî giran re amade dike. Di warên binesazî û leşkerî de jî amadekariyên xwe dikin û hêzên me yên Bakurê Sûriyeyê jî dê beşdar bibin. Anku Efrîn bi tena serê xwe şer nake. Hemû hêz ji bo parastina Efrînê amade ne."

Ev demek e ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û rayedarên Tirkiyeyê gefan li Efrînê dixwin û dibêjin ku ew der neyê radestkirin, dê êrîşî Efrînê bikin.

Foza Yûsifê li ser mijarê wiha got: "Ev daxuyaniyên dewleta Tirkiyeyê xeter in. Ev daxuyanî him ji bo bakurê Sûriyeyê û him jî ji bo tevahiya Sûriyeyê xeter in û dê encamên gelekî giran bi xwe re bînin. Ev îşareta şerekî nû ye. Tirkiye dixwaze ku karê nekarîbû di rêya DAIŞê re bi ser bixe, bi vî awayî bi ser xîne. Em ê van hewldanan vala derxînin, mafê xwe parastinê bi kar bînin û têkoşîna xwe bikin".

"ŞERÊ LI EFRÎNÊ DÊ BIGIHÊJE ŞAM Û HELEBÊ JÎ"

Herwiha Yûsifê bangî hêzên hevpeymanê, Rûsya û Amerîkayê kir ku tê li ber êrîşa Tirkiyeyê bigirin û li ser hewl û xebatên xwe yên di vê mijarê de wiha got: " Ji berê de hewldanên me hebûn û niha jî hene. Em dixwazin ji Amerîka û Rûsyayê re û ji hemû hêzên di nav hevpeymanê de û bi pirsa Sûriyeyê re mijûl in re bibêjin, eger li Efrînê şerekî wiha çêbibe, ev şer dê li tevahiya Sûriyeyê dest pê bike. Gelê me yê li Şam û Helebê û herwiha yên li Reqa, Dêra Zorê, Girê Spî û hemû herêman dê bêdeng nemîne û hema wisa li vî şerî temaşe neke. Ev dê hemû hewldan, gotûbêj û civînên çareseriya Sûriyeyê têk bibe. Lewra em bangî hemû aliyan dikin ku vî şerî rawestînin da ku rewşa Sûriyeyê xerabtir nebe.

"DIVÊ RÛSYA Û AMERÎKA EŞKERE NERAZÎBÛNA XWE LI DIJÎ TIRKIYEYÊ NÎŞAN BIDIN"

Derbarê helwesta Rûsya û Amerîkayê ji van gefên Tirkiyeyê de, rayedara birêveberiya Bakurê Sûriyeyê destnîşan kir ku ne Amerîka û ne jî Rûsya li ser van gefan razî ne lê belê divê ev nerazîbûn bi awayekî eşkere werin nîşandan û veşartî nemînin."

"ŞANDEYEKE AMERÎKÎ SERDANA ROJAVA KIR"

Medyaya Tirkiyeyê ragihand ku lijneyeke Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê bi serokatiya Max Martinî serdana Rojava kir û bi rayedarên Birêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê re li ser federasyonê axiviye.

Yûsif derbarê van îdîayan de axivî û diyar kir ku ew nûçe rast in, şandeyeke wiha serdana wan kiriye, li gel wan civiyaye û li ser ihtimalên çareseriyê axivîne.

"AMERÎKA TEQEZ KIRIYE KU MANA WAN LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ DÊ JI BO ÇARESERIYÊ BE"

Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif derbarê naveroka civîna li gel rayedarên amerîkî de wiha got: Naveroka wê derbarê çareseriya Sûriyeyê, dabînkirina istiqrareke mayinde, çareseriya Bakurê Sûriyeyê bûn. Herwiha me behsa wê mijarê kir bê têkiliyên hêzên siyasî yên bakurê Sûriyeyê û Hevpeymana Navdewletî dê çawa bin."

Li ser helwesta Amerîkayê ya di wê civînê de jî, Yûsifê got ku "Amerîka diyar kir bê çawa di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bû, dê di meseleya çareseriya Sûriyeyê de jî xwedan rol be û dê hebûna xwe ya li bakurê Sûriyeyê jî li ser vî bingehî ava bike."

 

Bi heman mijarî:

'Pergala S-300î ya li Sûriyeyê çend caran refaqatiya balafirên Amerîkayê kirin'
Rûsya: Di 2017an de li Sûriyeyê zêdetirî hezar peymanên agirbestê hatine îmzekirin
'Trump hewl dide li serkeftina li Sûriyeyê xwedî derkeve'
Çalakiyeke sersalê ji bo zarokên Sûriyeyê
Li Sûriyeyê helîkopetereke rûsî ya Mi-24ê ket: 2 pîlot mirin
Nivîskarê tirk: Tirkiyeyê li Sûriyeyê piştgirî da rêxistinên terorî
Etîketan:
El-Bunyan El-Mersûs, YPG-PYD, HSD, Rojaba, Sûriye, Amerîka, Rojava, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de