15:22 21 Çile 2018
Zindî
    Sihanok Dîbo

    Şêwirmendê PYDê: Gotina “tekane dostê kurdan çiya ne” şaş e

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 50

    Şêwermendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku gelek dewlet têkiliyan bi birêveberiya Rojava re datînin û dixwazin wan têkiliyan xurt bikin û wiha got: Şandeyên serdana Rojava dikin mijarên siyasî jî gotûbêj dikin. Dîbo got, gotina “tekane dostê kurdan çiya ne” şaş e û kurd êdî him li çiyayan û him li deştê ne jî”

    Dilyar Amûdî

    Dîbo diyar kir ku piştî çend rojan projeya federaliya demokratîk dikeve sala xwe ya şeşan û êdî gelek dewlet dixwazin têkiliyên xwe bi birêveberiya Rojava re xurttir û kûrtir bikin.

    " EREBISTANA SIÛDÎ LI REQAYÊ PIŞTGIRIYA XWE RAGIHANDIBÛ"

    Li ser van nûçeyên vê dawiyê ku dibêjin Amerîka plan dike ku Rojava ji aliyê dîplomasî ve nas bike, Dîbo wiha got: Ji bilî vê raporta ku hatiye weşandin, pêwîst e ku em bizanin projeya federaliya demokratîk, naveroka xweseriyên demokratîk, piştî 10-12 rojan dikeve sala 4emîn. Ev ji roja pêşî ve, xwendineke saxlem ji rewşa Sûriyeyê re. Ji ber vê jî, bi vî rengî berdewam dike û ji ber vê jî gihiştiye qonaxekê ku ji meşrûyeta xwe ya şoreşgerî derbasî meşrûyeteke destûrî. Êdî pejirandinên dîplomasî çêdibin. Ne tenê ew nûçeyên di rojanmeya Eşerq el Ewsetê de derketiye. Îro rayedarên frensî dibêjin ku baweriya wan bi dadweriya Rojava tê. Gelek serdanên ji welatên cîhanê çêbûne. Ne tenê Amerîka, Fransa, Brîtanya lê welatên ereb jî serdana Rojava kiribû ku şandeyeke Erebistana Siûdî jî hatibû.Şandeya siûdî çûbû Reqayê jî û piştgiriya xwe ji Meclisa Reqayê re jî ragihandibû."

    Rayedarê PYDê bal kişand ser şandeyên çavdêrên ku beşdarî qonaxa duyem a hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê bûbûn û got: Herwiha gelek çavdêr beşdarî qonaxa duyem a hilbijartinên (Rojava) bûn. Rûs, amerîkî, saziyên civaka sivîl, parlamanterên başûrê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê jî wek çavdêr beşdarî qonaxa duyem a hilbijartinan bûn. Ev hemû tên wê wateyê ku projeya federaliya demokratîk dikeve qonaxeke nû, nexasim piştî ku derbeyên xurt li DAIŞ û tevahiya rêxistinên terorê xistine".

    "PROJEYA ROJAVA DÊ LI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ JÎ WERE SEPANDIN"

    Li ser serdana rayedarên Erebistana Siûdî û danûstendinê wê li gel birêveberiya xweser a Bakurê Sûriyeyê jî, Dîbo got: "Çi kesê çareseriyeke rasteqîn ji bo pirsgirêka Sûriyeyê dixwaze, divê her kes li xwe vegere û binere bê ka çi çêdibe û çi diqewime. Îro em hemû dizanin ku du aliyên giring û bingehîn ên formûla çareseriyê hene; yek jê dijî terorê ye û yê din jî şêwaza guhertina demokratîk e. Ev herdû alî jî li bakurê Sûriyeyê, li Rojavayê Kurdistanê pêk hatin. Şoreşa 16ê Tîrmehê ev encam derxistin. Herwiha tecrubeya li başûrê Sûriyeyê li bajarê Dera, Quneytirayê çêdibe jî, kopyayeke ji tecrubeya Bakurê Sûriyeyê. Divê em lê ecêb nemînin ku di demeke nêzîk de heman şêwaza Rojava li wir jî were ragihandin. Ew şandeyên hatin Rojava, li ser aliyê siyasî, aliyê leşkerî û herwiha li ser jinûveavakirinê diaxivin û van mijaran gotûbêjan dikin."

    Rayedarê PYDê destnîşan kir ku jinûveavakirina Sûriyeyê jî dosyayeke giring e û hemû şandeyên tên Rojava li ser vê mijarê jî diaxivin lê agahî derbarê naveroka wan gotûbêjan de neda.

    "BINKETINÊN KURDAN BI PIRANÎ JI BER KURDAN BÛN"

    Ji aliyê din ve, li ser hebûn an nebûna peymanekê di navbera birêveberiya Rojava û dewletên hevpeymanê de, rayedarê PYDê diyar kir ku nabe kurd li hêviya peymanên wiha bin û wiha pê de çû: "Ev cihê rexneyê ye û divê were guhertin. Eger em li dîrokê binerin, em ê bibînin ku di binketinên kurdan de, bandora derveyî ji bandora kurdan bi xwe kêmtir e. Wek mînak, Komara Mehabadê, ne ji aliyê kurdan bi tenê ve hatiye damezirandin lê ji aliyê hêzên navdewletî ve. Rûsan bixwe çêkiriye û dûre di çarçoveya lihevkirinên navdewletî ve destê xwe ji pişta we kişandiye. Lê taybetmendiyeke şoreşa Rojavayê Kurdistanê heye ku li ser esasê mîrasa tevgera azadiya Kurdistanê û felsefîk çêbûye. Lewma her kes dixwaze têkiliyên xwe bi partî, alî û nûnerên Rojavayê Kurdistanê re kûr bike. Bi taybetî li gel PYD û TEV-DEMê re jî, ji ber ew xwediyên vê projeyê ne. Em jî ji danûstendina li gel hemû aliyan re vekirî ne, çi sûrî, çi navdewletî û herêmî be."

    "LI KERKÛKÊ, KURDAN DEST JI HEVALBENDÊN XWE BERDA"

    Dîbo li ser heman mijarê bûyerên Kerkûkê yên 16ê Cotmehê jî bi bîr anîn û got: Eger em li bûyerên 16ê Cotmehê yên li Kerkûkê binerin, em ê bibînin ku ev cara yekem e ku kurd dest ji hevalbendê xwe berdidin. Gotinên wek "ji bilî bayî ti hevalê kurdan tine" yan jî "tekane dostê kurdan çiya ne", ji aliyê dijminên kurdan ve wek şerekî taybet li dijî kurdan tên bikaranîn û dixwazin her wan di wê tirsê de bijînin. Kurd him li çiyayan hene û him jî li deştê jî hene. Kurd bi vê projeya Xweseriya demokratîk, pêşengiya guhertin û veguherînekê dikin ku li tevahiya Rojhilata Navîn bi rê ve diçe. Kurd êdî bûne alav û hejmareke giring li Rojhilata Navîn û rejîma tirk, rejîma beesê û ya Îranê hewl didin gelek alavan li dijî kurdan bi kar bînin da ku van destkeftiyan bêbandor bikin".

    "TIRKIYE DIXWAZE LOZANÊ DUBARE BIKE"

    Herwiha Şêwirmendê hevserokatiya PYDê li ser helwesta Tirkiyeyê li himberî birêveberiya xweser jî axivî û got ku Tirkiye dixwaze Lozanê dubare bike û wiha got: Mixabin îro lez û beza tirkan ew e ku kurdan wek xwe amade bikin û Lozana 1923an dubare bike û vê derfeta hanê ji destê kurdan derxîne."

    "RÛYSAYÊ JI PYDÊ RE TEQEZ DIKE KU DÊ WAN VEXWÎNE SOÇIYÊ"

    Dîbo derbarê pêvajoya Soçiyê de jî axivî û destnîşan kir ku hîn ne ew ne jî kesekî din nehatiye vexwendin lê têkiliyên wan bi Rûsyayê re gelekî baş in ku ihtimala vexwendina wan ji ya aliyên din gelekî zêdetir e. Şêwrimendê Hevserokatiya PYDê derbarê mijarê de wiha got: "Em dikarin bibêjin ku têkiliyên me bi rayedarên rûsî re gelekî xurt in û gihiştine astekê ku êdî kordînasyon di navbera me de heye. Em dikarin teqez bikin ku kordînasyoneke li ser erdê di navbera me û aliyê rûsî de heye û ihtimala me ya beşdarbûna Soçiyê ji ya her kesî zêdetir e. Ji aliyê leşkerî ve jî kordînasyoneke di navbera me û Rûsyayê de heye. Li gorî danûstendinên me yên li gel Rûsyayê, rayedarên rûsî her dibêjin ku nûnerên siyasî û leşkerî yên xweseriya demokratîk ên bakurê Sûriyeyê dê (di Soçiyê de) amade bibin."

    "DAMEZIRANDINA ARTÊŞA BAKURÊ SÛRIYEYÊ GELEKÎ GIRING E"

    Li ser damezirandina Artêşa Bakurê Sûriyeyê, Dîbo destnîşan kir ku baştir ev pirs ji fermandaran were kirin lê ew wek PYDê damezirandina artêşeke wiha gelekî giring dibînin û sedemên wê jî wiha vegotin: Ji aliyê mentiqê siyasî ve, pêwîstî bi avakirina artêşa bakurê Sûriyeyê were avakirin. Artêşeke wisa ji bo istiqrar û ewlehiya Rojava û bakurê Sûriyeyê gelekî pêwîst e. Herwiha ev artêşê ji bo çareseriya Sûriyeyê ve jî pêwîst e. Li gorî agahiyên li cem me, divê di demeke nêzîk de were ragihandin."

    Dîbo di dawiya axiftina xwe de diyar kir ku ew dê qebûl nekin ku Hikûmeta Sûriyeyê vegere herêmên wan û wiha axivî: "Heta niha rejîma Sûriyeyê wiha difikire ku dê vegere û tevahiya Sûriyeyê kontrol bike lê ev ne pêkan e û nayê qebûlkirin. Ev gelekî giring e ku em ê qebûl nekin ku vegerin herêmên me. Ev fikira rejîmê jî, encama lihevkirineke nepenî û veşarî ye di navbera rejîma Sûriyeyê û Tirkiye û Îranê ye."

    Etîketan:
    Civîna Soçiyê, TEV-DEM, PYD, Sîhanok Dîbo, Bakurê Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Sûriye, Kerkûk, Tirkiye, Rojava, Kurdistan, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de