16:39 25 Hezîran 2018
Civîna ji bo meseleya riya Mûsil û Dihokê

Piştî sê salan rêya sereke ya di navbeyna Dihok û Mûsilê hat vekirin

© Foto : Walîtiya Mûsilê
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Piştî zêdetirî sê salan rêya sereke ya di navbeyna Dihok û Mûsilê de ku ji dema ketina destê DAIŞê vir ve girtî bû, bi awayekî fermî hat vekirin.

Sengera Pêşmerge li dorûbera Mûsilê
© REUTERS / Ari Celal
Derbarê mijarê de berpirsê Medyaya Yekîştiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li parêzgeha Mûsile, Xeyas Surçi ji Sputnik Kurdistanê re axivî: "Doh herdu aliyên berpirs li Dihok û Mûsilê cîvînek lidarxistin. Yek ji mijarên sereke ya civînê jî vekirina rêya di navbeyan Dihok û Mûsilê de bû. Piştî biryara vekirina rêyê çûn û hatina welatiyan û bizava bazirganiyê bi awayekî asayî destpê kir."

RÊYA MÛSILÊ DÊ JI ÎRO Û PÊ VE ŞEV Û ROJ VEKIRÎ BE

Sûrçi herwiha got, "Berî niha rê bi tenê ji bo fermanberan re vekirbû û welatiyên bi awayekî asayî nedikarîn biçin û bên lê ji îro û pê ve rêya Dihok û Mûsilê dê şev û rov vekirî be."

Berprisê Medyaya YNKê got, "Ta niha ji ber rewşa siyasî û ewlehyiê tu partiyên kurd venegeriyane Mûsile û heta radeyekê rewş aram nîn e. Bi tenê % 1ê welatiyên kurd vegeriyanê Mûsilê. Yê vedigerin jî ji bêgavî û neçariya aborî vedigerin Mûsilê. Niha YNKê li bajarokê Başukê û deverên din ên ku kurdên şebek û êzîdî baregehên xwe vekirine.

‘PIRANIYA XELKÊ VENAGERIYANE MÛSILÊ, ÇIMKÎ CIH Û WAR JI XELKÊ RE NEMAYE'

Xeyas Surçi derbarê vegera penaberan bo Mûsilê diyar kir ku, "Heta niha nêzî 200 hezar xelkê Mûsilî yên penaber di kampan de dimînin û nêzî 300 hezar penaberî venegeriyane. Sedema wê yekê jî ew e ku piraniya xanî û avahiyên Mûsilê ji ber şerê DAIŞê bi tevahî wêran bûne û cih û war ji xelkê re nemaye. Kesên ku vedigerin piranî xelkên deste çepê û derora Mûsilê ne."

 

 

Bi heman mijarî:

Rêya Dihok û Mûsilê vebû
Li başûrê Mûsilê şer: 60 kuştî
'Dema ku koalisyonê Mûsilê ji DAIŞê paqij kir, herî kêm 9 hezar sivîl mirin'
Koçberên Mûsilê hê jî nikarin vegerin malên xwe
Pêşmerge ji bendava Mûsilê vekişiyan û Artêşa Iraqê niha kontrol dike
Etîketan:
Çûnûhatin, Bazirganî, Rêya Dihok û Mûsilê, , Sputnik Kurdistan, Xeyas Sruçi, Dihok, Mûsil
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de