00:15 19 Hezîran 2018
Jinên kurd - Rojava

ENKS: Em hîn jî xalên peymana xwe û TEV-DEMê diparêzin

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Nêrîn
Lînkê kurt
0 0 0

Endamê ENKSê û nûnerê kurdan di Heyeta Gotûbêjan a dijberiya Sûriyeyê bo Cenevê Hewas Xelîl Egîd diyar kir ku baştirîn çareserî ji bo qeyrana Sûriyeyê federasyon e û xwedî li peymana xwe ya li gel TEV-DEMê derdikevin, ji ber ku baweriya wan bi wê peymanê tê.

Rojava
© AFP 2018 / LOUISA GOULIAMAKI
Dilyar Amûdî

Endamê ENKSê û nûnerê kurdan di Heyeta Gotûbêjan a dijberiya Sûriyeyê bo Cenevê Hewas Xelîl Egîd derbarê rewşa dawî ya civînên ji bo çareseriya Sûriyeyê de ji Sputnik Kurdistanê re axivî û teqez kir ku ew li kû bin jî dê berjewnediyên kurdan, federasyonê û herwiha wê xalên peymana xwe û TEV-DEMê biparêzin.

"EV CARA YEKEM E, DIJBERÎ MAFÊN KURDAN BI VÎ RENGÎ QEBÛL DIKE"

Li ser rewşa dawî ya civînên Cenevê, Egîd got: " Civîna qonaxa 8an çêbû. Şandeya dijberiyê tenê yek belge radestî nûnerê civaka navdewletî kir. Ew kaxez ji 12 xalan pêk dihat. Yek ji wan xalan girêdayî meseleya neteweyên li Sûriyeyê bû û tê de dihat diyarkirin bê mafên neteweyan çawa dê di nava destûra Sûriyeyê de bi cî bibin. Herwiha ew siyasetên çewt û şaş ên derheqê mafên neteweyan de pêk hatibûn dê çawa werin rakirin jî di wê xalê de bû. Meseleya xelkê me yê sala 1962ê ku bê nasname mabûn an jî yên nasnameya wan ji wan hatibû stendin û mektûm mabûn jî di nav de bû bê ka çawa dê mafên wan li wan vegere. Di meseleya hilbijartinan de jî bê çawa wek xelkekî şirîk be. Ev jî cara yekem e ku dijberî bi vî beşê xwe yê fireh kaxezekê bi vî rengî qebûl dike ku mafên neteweyî û dîrokê yên kurdan di nava xwe de dihewîne.

"BELGEYA DIJBERIYÊ DIBÊJE, DIVÊ MAFÊN NETEWEYÎ YÊN KURDAN WERE PEJIRANDIN"

Ji aliyê din ve, li ser pirsyara bê gelo dijberiya Sûriyeyê federasyonê ji bo kurdan qebûl kiriye yan na, Egîd diyar kir ku mijara mafên neteweyî yên kurdan û federasyon ji hev cuda ne û wiha got: Mixabin em du tiştan tev li hev dikin; mafên kurdan ên neteweyî tiştek e û rengê Sûriyeya siberojê tiştekî din e. Meseleya federasyonê, ne meseleyeke mafên kurdan e lê meseleya mafên sûriyan e û rengê Sûriyeya siberojê ne da ku bibêjin bê Sûriyeyeke çawa dixwazin. Encex tiştê di vê kaxezê de hat nasîn ew bû ku Sûriye welatekî pirneteweyî ye. Anku dibêje Sûriye dewleteke pirneteweyî ye. Di wê belgeyê de dibêje, pêwîst e ku destûra sûrî ya siberojê mafên neteweyî yên kurdan bipejirîne. Herwiha dibêje ku siyasetên çewt û şaş ên derheqê kurdan de hatibûn kirin werin rakirin.

DIJBERIYA SÛRIYEYÊ ÇI MAFÊN KURDAN QEBÛL KIRINE?

Egîd xalên di wê belgeyê de hatine destnîşankirin wiha rêz kirin:

  • Sûriye wek dewleteke pirneteweyî ye û ne yekneteweyî ye.
  • Iqrar û qebûlkirina mafên kurdan ên neteweyî li Sûriyeyê ye ku pabend be bi biryarên civaka navdewletî.
  • Meseleyên siyasetên çewt werin rakirin û qerebû û tezmînatên wan werin dayîn.

"BAWERIYA ME BI PEYMANA ME Û TEV-DEMÊ TÊ"

Rayedarê ENKSê di berdewamiya axiftina xwe de teqez kir ku ew wek ENKSê federasyonê wek baştirîn çareserî ji bo Sûriyeyê dibînin û wiha pê de çû: Meseleya rengê Sûriyeya siberojê tiştekî wiha ye ku ne kurd tenê, ne ereb tenê, ne jî siryanî, ne jî tirkmen bi tena serê dikarin wê biryarê bidin. Lê em wek Encûmena Niştimanî ya kurdî li Sûriyeyê û li gorî wan peymanan ku me bi TEV-DEMê re jî îmze kiriye, nerîna me ji Sûriyeya siberojê re, Sûriyeyeke federatîv e. Em di ber vê nerîna xwe de dixebitin û ji bo wê kar dikin lê xelkekî din jî dê hevparê me be. Em wiha bawer dikin ku tenê herêmeke kurdî federal be lê beşên mayî yên ji Sûriyeyê ne federal bin, ew tecrube dê ne gelekî serkeftî be. Ew dê ne baş be, divê tevahiya Sûriyeyê federatîv be û ev di berjewendiyên me de ye û em ji bo wê dixebitin."

XALÊN PEYMANA ENKSÊ Û TEV-DEMÊ ÇI BÛN?

Sê peymanên me li gel TEV-DEMê hene; Hewlêr-1, Hewlêr-2, Dihok. Peymana dawî ya Dihokê wiha dibêje ku lihevkirina me li ser nerîna me ya siyasî ya Sûriyeya siberojê û mafên neteweyî yên kurdan e. Herwiha rêkeftinek di warê rêxistinî de bê çawa birêveberiya herêmên kurdî were kirin û lihevkirinek di warê leşkerî de bê çawa hêzeke leşkerî hevbeş di navbera ENKS û TEV-DEM de çêbibe. Mixabin ew peyman di warê xwe de li ser erdê nehatine cîbicîkirin. Dîsa jî em di her qada navdewletî de û em li kû bin jî, em her xalên vê peymanê diparêzin û berevaniyê di ber de dikin ji ber baweriya me bi wê peymanê heye."

"TIRKIYEYÊ XWEST KU BI ENKSÊ RE BICIVE"

Duh di medyaya erebî de hinek nûçe derketibûn ku şandeyeke ENKSê serdana Tirkiyeyê kiriye û bi rayedarên wê re civiyane. Egîd destnîşan kir ku ew daxwaz ji Tirkiyeyê hatiye û wiha dewam kir: Civîneke di navbera ENKS û rûsan de çêbû û herwiha ENKSê û Tirkiye jî civiyan. Me nerînên xwe ji wan re diyar kirin û em hertim dibêjin, ‘berjewendiyên miletê me' û çi aliyê ku baweriya wan bi guhertin, azadî û pêkanîna mafên neteweyî yên kurdan li Sûriyeyê hebe, em amade ne".

Egîd got ku çar xal hene ku ew li kû bin jî, dê her li gorî wan xalan tevdigerin û danûstendinan bikin lê û ev xal wiha vegotin:

  1. Rêjeya me di nava Sûriyeyê de di danûstendinên Sûriyeyê de pêk bîne.
  2. Bawerî bi mafên kurdan li Kurdistana Sûriyeyê di destûrê de were dabînkirin.
  3. Cidakirina ol û dewletê de hebe.
  4. Rengê herî baş ji bo Sûriyeyê, federasyon e.

"ME JI RÛSYAYÊ RE JÎ GOT KU FEDERASYON BAŞTIRÎN ÇARESERIYÊ YE"

Di berdewamiya axiftina xwe de Egîd wiha got: "Em li her derê van nerînên xwe tînin cî lê hîn hûrgiliyên civîna Soçiyê diyar nebûne bê çend kes dê werin vexwendin, encex em li kû bin, em ê li ser wan xalên jorê beşdar bibin. Piştî civîna Cenevê, Tirkiyeyê xwest bi ENKSê re li ser meseleya Soçiyê bicive û ev civîn nû pêk hat. Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê nûnerên xwe diyar kirin. Aliyê Tirkiyeyê wiha difikire ku ev Soçî dê alîkariya Cenevê bike, ji ber ku piştî 8 qonaxan jî hîn çareserî pêk nehatiye. Wan nerîna xwe bi vî awayî diyar kir û me jî nerîna xwe ji wan re diyar kir û me got ku baweriya me ji destpêka qeyrana Sûriyeyê ve her bi çareseriya siyasî tê û me ev nerîna xwe ji Rûsyayê re jî got û me careke din teqez li ser her çar xalên min gotine kir."

"TIRKIYEYÊ HELWESTA XWE JI BI MAFÊN KURDAN ZELAL NEKIRIYE"

Hewas Xelîk Egîdî diyar kir ku Tirkiyeyê helwesta xwe ji bo daxwazên kurdan zelal nekiriye û wiha dewam kir: "Tirkiyeyê got ku dê bi dewletên garantor, anku Rûsya û Îranê re bicive û piştî wê dê hinek tiştan baştir zelal bikin. Ez wiha bawer dikim ku hîn her sê aliyan hinek tişt zelal nekirine. Lê em li kû bin, em ê daxwazên xwe û berjewendiyên miletên xwe deynin pêşiya her tiştî."

Bi heman mijarî:

Artêşa Sûriyeyê li derdora Şamê êrişî hedefên Nûsrayê dike
Birêveberiya bakurê Sûriyeyê bersiva Esadî da: Şerekî nû ye
Peskov: Esad serokê rewa yê Sûriyeyê bû û wisa ma
Zaxarova: Hîn hinek leşkerên rûsî li Sûriyeyê ne
Lavrov: Hindek aktor pêvajoya çareseriya pirsa Sûriyeyê tengav dikin
Etîketan:
Hewlêr-1, TEV-DEM, ENKS, Kurdistana Sûriyeyê, Dihok, Sûriye, Hewlêr, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de