19:34 20 Nîsan 2018
    PYD

    PYD: Me ji bo Soçiyê li ser navê Sûriyeya Bakur lîsteya 140 kesan pêşkeşî Rûsyayê kir

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Federasyona Sûriyeya Bakur ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatiye damezrandin, ji bo Kongreya Diyaloga Niştimanî ku li bajarê Soçî ya Rûsyayê wê bê li darxistin de, lîsteya 140 kesî ji Rûsyayê re pêşkêş kir.

    Hikmet Durgun

    Hevserokê Konseya Karên Derve yê Kantona Cezîrê Ebdulkerim Omer ji sputnikê re axivî û derbarê pêvajoya Soçiyê de agahî dan, Ebdulkerim got: Derbarê Soçiyê de lîsteya 140 kesan ji rayedarên Rûsyayê re hatiye ragihandin. Soçî ji bo me pir girîng e û em dixwazin beşdar bibin.

    Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê ku pêşengiya wê Rûsyayê dike, bi armanca çareserkirina mijara Sûriyeyê ve wê bicive. Her çiqas beşdarbûna PYDê ji ber ku Tirkiye naxwaze ne diyar be jî, li ser navê Sûriyeya Bakur lîsteya 140 kesan ji aliyê Federasyona Sûriyeya Bakur ve tê îdia kirin radestî Rûsyayê hatiye kirin.

    PYD: EM SOÇIYÊ GIRÎNG DIBÎNIN

    Hevserokê Konseya Karên Derve yê Kantona Cezîrê Ebdulkerim Omer bilêv kir ku, Wek Federasyona Sûriyeya Bakur em civîna Soçiyê girîng dibinin û em dixwazin beşdar bibin.

    ‘ME NAVÊ 140 KESÎ JI RAYEDARÊN RÛSÎ RE PEŞKEŞ KIR'

    Ebdulkerim Omer wiha dewam kir: Beriya hevdîtinên 8em yê Astanayê rayedarên siyasî û leşkerî yên rûsî hatin rojava û bûn mêvanên me. Li ser pêvajoya Soçiyê em axivîn. Wek hevkarên Federasyona Sûriyeya Bakur û Federasyona Serxwebûnê ya Demokratîk, me navê 140 kesî ji rayedarên rûsî re peşkeş kir. Wan jî got emê li ser lîsteya we bisekinin.

    ‘PÊWIST E EM JÎ BEŞDAR BIBIN'

    Ebdulkerim Omer li ser pêvajoya Soçiyê wiha dewam kir: Heke em beşdar nebin, ji Soçiyê tu encam dernakeve, pirsgirêk çareser nabin. Îro 30%î heremê em qontrol dikin. Pêwist e em jî beşdar bibin. Tirkiye û Îran naxwazin mijara Sûriyeyê çarser bibe û ne bi dilê dewleta Tirkiyeyê ku kurd beşdarî Soçiyê bibin.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘PYD û hikûmeta Sûriyê li ser 5 taxên Helebê li hev kir’
    PYD piştgirîyê dide Kongreya Dîyaloga Niştimanî ya Sûrîyeyê
    Erdogan li welatê afrîkî Sudanê DAIŞ û PYD şiband hev
    Nûnerê Pûtîn: PYD ji bo Kongreya Dîyaloga Niştimanî ya Sûrîyeyê nayê vexwendin
    Etîketan:
    Beşdarbûn, Kongreya Niştîmanî, beşdarbûn, lîste, Sputnik, Ebdulkerim Omer, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de