22:24 19 Nîsan 2018
    Xirakirina Avahiyên li Çiyayê Kirklarê

    Xerakirina avahiyên Çiyayê Kirklarê destpê kir

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 11

    Piştî biryara dadgehê li Çiyayê Kirklarê (Kirklardagi) xerakirina ji 11 blokan ya 4 blokan destpe kir. Qeyûmê Şaredarîya Mezin a Amedê Cumali Atilla ragihand ku wê hemû avahî werin xerakirin û Çîyayê Kirklarê dê vegere eslê xwe.

    Dîcle - Diyarbekir
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Piştî biryara ji bo guherandina îmarê ya li Çiyayê Kirklarê ya navçeya Sûra Amedê xerakirina avahiyan destpê kir. Di sala 2008an de ji bo li Çiyayê Kirklarê ya li Pira Deh Derî dinere, tesîsên civakî û çandî û qadên hêşîn bên çêkirin, daxwaza rêvekirina ji bo îmarê hatibû pesendkirin, lê belê bi hinceta ji bo ji bilî qada çandiniyê bê bikaranîn destûr ji Desteya Parastina Axê nehatiye stendin ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Yekemîn a Amedê ve hatibû betalkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ev biryar şandibû Şûraya Dewletê. Piştî vê biryarê Şaredariya Sûrê tev geriya û diyar kir ku ev qad, qada çandiniyê ye. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî vê biryara Şaredariya Sûrê pesend kir û li ser vê avahiyên li Kirklar daxiyê ketin statuya avahiyên qaçax.

    4 BLOK TÊN XERAKIRIN

    Piştî biryara statuya qaçax li 4 blokên hatin çêkirin 80 avahî hatin mohrkirin. Şaredariyê ji bo mohrkirinê jî, hinceta ne ku ji ber ev qad qada çandiniyê ye, ji ber ku dema ruhseta îneşatê tije bûye mohr kiriye nîşanda.Her wiha piştî biryara dadgehê jî xerakirina 4 blokan destpê kir. Timên xerakirinê yên şaredariyê di seatên serê sibê de dest bi xerakirina 4 blokan kirin. Dema xerakirinê Qeyûmê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Cumali Atilla û hevkarên xwe çun Çiyayê Kirklarê û xebata xerakirinê şopandin. Atilla li vir axivî û got "Em ê hemû avahiyan xera bikin û em ê Çiyayê Kirklarê veguherînin eslê wê."

    DOZ DEWAM DIKE

    Projeya ku 725 avahiyan pêk tê û ji aliyê du şirketan ve li Çiyayê Kirklarê dihate çêkirin bi îdîaya ku alîkariya PKKê dike hatibû morkirin û derheqê 32 rêvebiran de jî bi îdîaya ku muxalefeta qanûna pêşgirtina fînansoriya rêxistinê kirine ji 15 salan hetanî 25 salan doz hatibû vekirin. Îdîaname ji aliyê Serdozgerê Komarî yê Amedê ve hatibû vekirin û doza ku serokê şaredariya Sûrê yê berê Abdullah Demirbaş jî di nav li Dadgeha Cezaya Giran a 4emîn a Amedê dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê pîrozbahiya Noelê
    Kirklardagi ya 'pîroz' bi lêkirina avahiyan xirab dibe
    Li dêra dawîn ya Amedê pîrozbahiya Noelê
    Li Amedê bi navê Loading mekanekî nû yê hunerê vebû
    Etîketan:
    doz, Xirakirin, Kirklardagî, Spuntik Kurdistan, Cumali Atilla, Sûr, Amed, Diyarbekir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de