17:36 20 Nîsan 2018
    Dêra Dayika Meryem

    Li dêra dawîn ya Amedê pîrozbahiya Noelê

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 10

    Pîrozbahiya Noelê ku ji bo Xiristiyanan weke rojekî pîroz tê dîtin li Amedê li Dêra Dayika Meryem a Suryanan hat pîrozkirin. Bi sedema ku dêr ên wan li kolanên qedexekirî ne endamên cemeatên ermen û keldaniyan jî beşdarî ayînê bûn. Di merasîmên pîrozbahiyê de aştî hate xwestin.

    25ê Berfanbarê ji aliyê xirîstiyanan ve weke rojbûna Mesîh tê dîtin û mesîhî li tevahiya cihanê weke cejna Noelê pîroz dikin. Hin mesihî Noelê di 25ê Berfenbarê de pîroz dikin, ermenî jî di 6ê Rêbendanê de wek Cejna roja 12mîn ‘Epîfanî' pîroz dikin. Gelê Suryan yên ku li Amedê dijîn cejna Noelê li Dêra Suryanan a Dayika Meryem pîrpz kirin. Mirovên ji cemeata ermen û keldanan yên ku dêrên wan li kolanên qedexekirî yên Sûrê ne û ji ayînan re girtiye beşdarî merasîmê bûn. Merasîma ku li Dêra Dayika Meryem a li navçeya Sûrê hate pêkanîn keşe Yusuf Akbulut ayîn bi rêve bir.

    AGIRÊ WEJÎNÊ HAT PÊXISTIN

    Komên ciwanan yên jin û zilaman bi zimanê sûryanî û tirkî dua xwendin. Di ayinê de peydabûna Hz. Îsa a şikefta lê ji dayîkbûyî hate zindîkirin. Koroya zilaman û keşe Akbulut dema ku li dora agirê di mangalê de dizivirîn koroya keçan jî îlahî xwendin. Ayîna ku tê de îlahiyên behsa Hz. Îsa dikin xwendin û endamên cemaetê find pêxistin nêzî du saetan berdewam kir. Keşe Akbulut diyar kir ku ew di ayînê de cejna hemû alema Xiristiyanan pîroz dike. Piştre jî li ser yên ku hatin dêrê şekir û kulîçe hatin belav kirin.

     Yusuf Akbulut, Keşeyê Dêra Dayika Meryem
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Yusuf Akbulut, Keşeyê Dêra Dayika Meryem

    ‘BILA EV CEJN BIBE SEDEMA AŞTÎ Û BIRATIYÊ'

    Keşeyê Dêra Dayika Meryem, Yusuf Akbulut piştî merasîmê ji Ajansa Spûtnik Kurdistanê re axivî û got, "Îro cejna rojbûna Mesîh e. Ev cejn ji aliyê alema xirîstîyanan ve cejnek girîng e û li hemû cîhanê tê pîrozkirin. Dema cejnê şer radiweste û kes ên ku ji hev xeyidî ne li hev tên. Hemû xirabî radiweste. Ez hêvî dikim ku ev cejn jî bibe rawestandina şer û bibe sedema aşitî û biratiyê. Bi sedema ku dêrên wan girtî ne ji cemeata ermen û keldanan jî beşdarbûn em hemû birayên hev in."

    KELDANÎ YÊN KU DÊRA WAN GIRTIYE BEŞDARÎ AYÎNÊ BÛN

    Serokê Weqfa Dêra Keldaniyan Yusuf Karadayi jî cejna Noelê pîroz kir û wiha axivî: "Îro rojbûna Îsa Mesîh e. Rojek pîroz e. Em jî beşdarî ayînê bûn. Bila ev roj li hemû cîhanê pîroz be. Ez hêvî dikim ku ev roj bibe sedema aştiyê. Mixabin dêra me girtî ye û xirbe ye. Ez hêvî dikim ku di demek nêz de vebe û em jî bikaribin weke berê ayînên xwe li wir bikin."

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê bi navê Loading mekanekî nû yê hunerê vebû
    Li Amedê civina yekitîya netewî ya kurd: Bêdengî ji bo kurdan tê wateya mirinê
    Li Amedê tableteke dîrokî ku behsa Asûriyan dike hat dîtin
    Li Amedê mitînga Qudsê: Hemû têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
    Fîlmên Almanî li Amedê têne nîşan dan
    Li Amedê dengê zengilê dêran qut dibe: Ji 36 dêran yek çalak ma
    Etîketan:
    rojbûn, ayîn, cejna noelê, pîrozbahiyên noelê, xiristiyan, Keldanî, Yusuf Karadayi, Yusuf Akbulut, Kurdistan, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de