19:08 20 Nîsan 2018
    Pêşmerge

    Sîrwan Barzanî ji bo Spûtnîkê: 5 termên DAIŞê ketine destên Hêzên Pêşmerge

    © AP Photo / SAFIN HAMED
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 20

    Îro li navçeya Mexmûrê hejmarek çekdarên DAIŞê êrîş biriye ser Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û di encamê de şer û pevçûnên di navbera herdû aliyan de çêbûye.

    Hêzên Pêşmerge
    © REUTERS / Thaier Al-Sudani
    Fermandarê Hêzên Pêşmerge li baskê Mexmûr û Giwêrî bo Spûtnîk Kurdistanê ragihand" îro sibehê hejmarek çekdarên DAIŞê li binarê çiyayê Qereçoxê li nêzî gundê Eliyê Reş, êrîşî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û di encamê de hêzên Pêşmerge gurzek mezin li wan xist û pênç jê kuştin ku termên wan niha di destê Pêşmergeyan de ne û nêzî 15 din jî reviyan û du DAIŞyên din jî xwe li nêzî Hêzên Pêşmerge teqand".

    Herwiha fermandarê kurd diyar kir ku "Hêzên Pêşmerge jî şehîdek heye di wê êrîşê de".

    Derbarê nasnameyên wan çekdarên DAIŞê de, Sîrwan Barzanî got" ew ên termên wan ketine destê Hêzên Pêşmerge erebên iraqî ne û yên revîne jî me zanyarî nîne ka ew jî iraqî ne yan biyanî ne.

     

    Bi heman mijarî:

    Parlementerekî iraqî: Hebûna hêzên Pêşmerge li deriyên sînorî dê şiklî be
    Hêzên Pêşmerge noqteya kontrol a Çîmenê bi dest xistin
    'Wezareta Pêşmerge dê sibe li gel welatên hevpeymanê bicive'
    Wezareta Pêşmerge: Iraqê fêhm kir ku em deriyê Îbrahîm Xelîl û Pêşxabûrê teslîm nakin
    Pêşmerge: Me ji welatên hevpeymanê xwest ku roleke girîng bilîzin
    Ebadî: Ger Pêşmerge êrîş bike wê ti cihekî bi ewle ji xwe re nebîne
    Iraqê dê çiqas muçe bide Hêzên Pêşmerge?
    Etîketan:
    Pêşmerge, DAIŞ, Sîrwan Barzanî, Giwêr, Mexmûr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de