09:58 20 Nîsan 2018
    Altan Tan

    ‘Du rê li beriya kurdan hene yan dê bi Tirkiyeyê re li hev bikin an jî dê şer bikin'

    © Sputnik / Cesim Ilhan
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 0 0

    Parlamenterê HDPê Tan ragihand ku du rê li ber kurdan hene; yan bi Tirkiyeyê re li hev bikin an jî bi Tirkiyeyê re şer bikin û divê Tirkiye jî siyasetekî rast li dijî kurdan bimeşîne. Tan li ser geşedanên li Kurdistanê jî diyar kir ku sedemên hemû geşedanan jî ne Amerîka, Tirkiye û Iraq in lê berpirsyar siyasedmedarên kurd in.

    Parlamenterê HDPê yê bajarê Amedê Altan Tan li ser mijara xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê û gefxwarinên Tirkiyeyê li ser Efrînê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku berpirsên hemû van geşedanên li Herêma Kurdistanê siyasedmedarên kurd in û wiha pê de çû:

    ‘SIYASEDMEDARÊN KURD DERFETA 100 SALAN TELEF KIRIN'

    "Xwepêşandanên dawî yên li Herêma Kurdistanê gelek balê dikşînin û ji bo kesên ku herêmê nasdikin, ne tiştekî nû ye. Sala borî ji ber ku birêberiya hikûmetê nekarî mehaniyên mamosteyên dibistana seretayî û navîn bidin û ji ber protestoyên mamosteyan 4 meh dibistan hatin girtin. Ev tiştekî sosret e. Niha jî heman rewş li Herêma Kurdistanê tê jiyandin. Berpirsên van geşedanan siyasedmedarên kurd in. Di vir de ez ne tenê partiyekî ango aliyekî sûcdar dikin. Berpirsên ku heta niha li Tirkiye, Îranê, Iraqê û Sûriyeyê çi hatiye serê kurdan, siyasedmedarên kurd in. Li Herêma Kurdistanê, KDP, YNK, Goran e Talebanî û Barzanî ne, li Tirkiyeyê jî HDP û PKK ne, heman tişt li Sûriyeyê jî heye. Mixabin siyasedmedarên kurd derfeta ku 100 salan carek dikeve destê wan, bi awayekî xirab telef kirin."

    ‘NE AMERÎKA NE TIRKIYE Û NE JÎ IRAQ BERPIRS IN, BERPIRSIYAR KURD IN'

    Altan Tan li ser rewşa birêveberiya Herêma Kurdistanê jî got: "27 sale li Herêma Kurdistanê birêveberiyekî heye ku ev bi destûra bingehîn hatiye parastin, mixabin yek hêzekî wê yê ewlehiyê tine ye, dariyî ya wê tineye û nikare parlamentoya xwe bide xebitandin. Niha li Silêmaniyeyê desthilatdariyekî cuda heye, li Hewlêrê desthilatdariyekî cuda heye û di nav wan desthilatan de jî cudahî heye. Sedema herî sereke ya van tiştan siyasedmedarên kurd in. Di vir de ne Amerîka, ne Tirkiye, ne îran ne jî Iraq berpirsyar in. Rast e bandora wan welatan li ser kurdan heye, lê sûcdarên herî mezin siyasedmedarên kurd in. Gel jî bertekên xwe li hemberî van tiştan dan nîşandan û avahiyên hemû partiyan şewitandin. Gel di vir de mafdar in û ez jî li cem gel im."

    ‘DU RÊ LI BERIYA KURDAN HEYE AN BI TIRKIYEYÊ RE LI HEV BIKIN AN JÎ ŞER BIKIN'

    Parlamenterê HDPê Tan destnîşan kir ku Tirkiye bi kurdan re teqez û teqez bi kurdan re li hev bike û siyasetekî rast bide meşandin û wiha pê de çû: "Tirkiye niha destûr dide korîdorekî nade, an jî dikeve Efrînê nakeve em nizanin. Lê em tiştek ji dewleta Tirkiyeyê re dibêjin; Divê bi kurdên li Tirkiyeyê re an jî yên derveyî Tirkiyeyê re li ser bingeha demokratbûnê li hev bikin û çareseriyê bibînin. Dema hûn vê nekin, dikarin bikevin Efrînê, derkevin û bikujin, lê dawiya vê yekê tine ne û ev yek jî ne care ye. Tirkiye teqez û teqez divê bi kurdên navxwe re li hev bike û bi kurdên din re jî siyasetekî rast eşkere bike. Ez heman tiştî ji siyaseta kurdan re dibêjim. Du rê li ber kurdan heye; an bi Tirkiyeyê re li hev bikin an jî bi Tirkiyeyê şer bikin. Kurd bi şerê li dijî tirkan li Rojhilata Navîn nikarin tiştek bi dest bixin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Îhtîmala operasyona Efrînê tuneye'
    Tirkiyeyê li derdora Efrînê dest bi keşfê kir
    Parlamenterê HDPê: Piştî vekişandina hêzên rûsî dibe Tirkiye operasyona Efrînê bike
    Bilgen: Tirkiye bi operasyona Efrînê dê pratîkeke nû ya darbeyê bisepîne
    Şîrovekarên tirk: Îhtimala operasyoneke sînordar a Efrînê heye
    ‘Heger Tirkiye bikeve Efrînê, nema dikare derkeve'
    Etîketan:
    geşedan, tirk, kurd, Sputnik, Altan Tan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de