02:27 23 Gulan 2018
    Kerkûk - Peykerê Pêşmerge

    Aydar: Amerîkayê kurd nexapandin

    © REUTERS / Stringer
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 41

    Birêveberê KCKê Aydar got, "eger birêveberiya Kurdistanê biryar bida dê berxwedana Kerkûkê ji ya Kobaniyê mezintir bûya. DYAyê kurd nexapandin, birêveberiya Başûr bi xwe ev tişt kir û ez ne bawer im ku rûdanên li Başûr pêk hatin li Rojava pêk bên". Aydar diyar kir ku Erdogan ji bo Îsraîlê dibêje zilmkar, lê zilma herî mezin, ew bi xwe dike".

    Rêveberê KCKê Zubeyir Aydar li ser daxuyaniya Berpirsê Têkiliyên Derve yê PKKê Riza Altun ku gotibû em amade ne vegerin maseya diyalogê, endamên MÎTê yên ku ji aliyê PKKê ve hatine girtin, operasyona hevpar ya Tirkiye û Îranê ya li dijî PKKê, encamdayîna referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û têkiliyên Amerîka û YPGê ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Li ser pirsa Berpirsê Têkiliyên Derve yê PKKê Riza Altun di hevpeyvînekî xwe de diyar kiribû, eger Tirkiye pêşniyar bike, em amade ne vegerin maseya diyalogê de hûn çawa difikirin Aydar got: Me deriyê diyalogê hereketa kurdî negirtin, ev yek ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve hat kirin. Diyaloga herî dawî li Îmraliyê dihat dewamkirin û ji 5ê Nîsana 2015 pê ve ev hat qutkirin û hemû pêwediyên li gel Serokê PKKê Abdullah Ocalan hatin qutkirin. Niha ti pêwendiya me bi Ocalan re nemaye. Herî dawî piştî hewldana derbaya leşkerî ya 15 Temûzê ku hat gotin hin leşkeran xwestiye biavêjin ser Îmraliyê û Ocalan bikujin, birayê Ocalan pê re hevdîtin pêk anî bê ka baş e yan na. Ji bilî vî ti pêwendiya me bi Ocalan re çênebûye û ti peyam jî ji bo me nehatiye."

    ‘TI WEXT PKK JI AŞTIYÊ NEREVIYAYE'

    Aydar wiha dewam kir: "Tirkiyeyê diyalog da destpêkirin û wan ev diyalog qut kir. Bi vê yekê dewletê biryara şerî da û niha jî ji xwe şer berdewam e. Heta niha hereketa KCKê û yên kurdî bi dehan caran, dibêjin ku em ji bo diyalogan amade ne û vê meseleyê bi aştiyane çareser bikin. Axaftina Riza Altun jî bi heman şêwazê ye. Ev tiştek nû nîn e, wî helwest û nêrîna rêxistina PKKê aniye ziman. Di vir de her tişt zelal e û ti demê PKK ji aştî û diyalogê nereviyeye. Kesên deriyê diyalogê û aştiyê girtiye dewleta Tirkiyeyê ye û divê axaftina Altun jî şaş neyê fêmkirin."

    ‘TIRKIYE JI BO ENDAMÊN MÎTê KU PKKê EW DÎL GIRTINE ALÎKARIYÊ JI HINEK DEWLETAN DIXWAZE'

    Aydar li ser endamên MÎTê yên ku ji aliyê PKKê ve hatine girtin axivî û got: "Bi rastî ez nizanim ku PKKê çend endamên MÎTê dîl girtine. Ji ber ku em ji herêmê dûr in, em nizanin rewş çi ye. Çimkî hevalên me yên li wir, bi vê meseleyê re eleqedar dibin. Tiştên ku ez dizanim hinek ji wan berpirsên bilind ên MÎTê ne. Dewleta Tirkiyeyê wan kesan ji bo operasyoneke li dijî birêveberiya me şand herêmê, ji bo li dijî hinek hevalên me yên di asta bilind de sûîqastan pêk bînin şandiye. Em dikarin bibêjin ku çûn nêçîrê, lê ew bixwe bûn nêçîr. Ev şkestineke mezin bû ji bo dewleta tirk. Tirkiye heta niha bi fermî li mirovên xwe xwedî derneketiye, daxuyaniyek jî nedaye. Heta niha bi fermî jî negotiye ku endamên me hatine girtin. Tiştên ku heta niha kirine, zext li YNKê kirine ku endamên wan ên MÎTê bên berdan, lê ev jî bêencam ma. Em dibihîsên ku bi hinek dewletan û derdoran re axaftine, gelo hûn dikarin bandore li wan bikin ku endamên me berdin. Bi xwe ji bo berdana wan têkilî dananîne. Tiştên ku ez dizanim ew kes berpirsên bilind in û ji bo siûqastê çûne herêmê."

    'ÎRANÊ KORDÎNAT DANE TIRKIYEYÊ Û WÊ JÎ ÇEND ENDAMÊN PJAKÊ KUŞTIN'

    Aydar derbarê operasyonên hewayî yên Tirkiyeyê li dijî herêma Kurdistanê jî axivî û destnîşan kir ku Tirkiye di demên dawî de operasyonên hewayî yên li derveyê sînorê xwe zêdetir kirine û got: "Meha borî Çiyayê Asosê bombebaran kirin, çiya ji sînorê Tirkiyeyê gelek dûr û ne li herêma Qendîlê ye, li wê derê hêzên PKKê jî tine ne, li wir hêzên Rojhilatê hene. Li gorî min ev encama hevkariya Tirkiye û Îranê ye. Lewre di çapameniyê de jî derket hole ku kordînatên wan deran Îranê dan Tirkiyeyê. Belê di encama bombardûmanê de hin endamên PJAKê jiyana xwe ji dest dan. Ev yek hevkariya wan dide nîşandan."

    ‘SEROKÊ DIJMINATIYA LI DIJÎ KURDAN TIRKIYE YE'

    Aydar wiha pê de çû: "Piştî encamdana referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê Tirkiye, Îran û Iraq hevkariyeke bi hev re danîn. Li Iraqê herêma Xebûrê û Silopyayê bi hev re tetbîqatên leşkerî pêk anîn. Herî dawî êrişekî hewayî li dijî kampa Mexmûrê pêk anîn û ev cara yekem e ku li dijî kampê êriş pêk anîn. Ti kes berpirsyarî negirt serxwe lê dewleta Tirkiyeyê ev êrîş pêk anî û guman ji wê tine. Mexmûr jî di nav sînorê Iraqê de ye û ev jî hevkariya wan dide nîşandan. Niha hemû polîtîkayên Tirkiyeyê li dijî kurdan in û serkêşiya tifaqa li dijî kurdan, Tirkiye dike. Niha dixwazin tifaqa Sadabaktê ango pakta Bexdayê ku li dijî kurdan hatibû avakirin, ji nû ve ava bikin. Statûya Lozanê ya li dijî kurdan dîsa li ser kurdan ferz bikin. Ji ber vê yekê em ê li dijî operasyoneke bi vî şiklî li ber xwe bidin. Tirkiye dixwaze bi Îranê re operasyoneke hevpar pêk bîne. Çi dibe bila bibe em ê li hemberî vê yekê derkevin û divê hemû kurd tiştên ku li dijî wan tên kirin bibînin û şerkêşiya Tirkiyeyê li dijî kurdan pêk tîne bibînin."

    ‘ZILMA MEZIN ERDOGAN Û DEWLETA WÎ LI DIJÎ KURDAN DIKIN'

    Aydarî di berdewamiya axiftina xwe de wiha dewam kir: "Li dijî vê yekê, divê gelê û rêxistina me li ber xwe bide. Bi vî ewayî em ê kesên neheq û zalim têk bibin. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo Qudsê û Filistînê dibêje Îsraîl zilmê dike, zilma mezin Erdogan û dewleta wî li dijî gelê kurd dike. Tiştên ku li Kurdistanê dikin, komkujiyan dikin nabînin û bi awayeke din ji bo ku rojevê biguherîne meseleya Filistînê tînin ziman. Di vir de durûtiyek heye û dive her kes vê durûtiyê bibîne."

    ‘AMERÎKA KURDAN NEXAPAND, BAŞÛR BI XWE, XWE XAPAND'

    Endamê KCKê Aydar li ser encamdana referandûma serxwebûna Herêma Kurdisanê û ku tê gotin Amerîkayê kurd xapandine axivî û got: "Ez bi xwe meseleya xapandinê rast nabînim, lazim e ku mirov meseleyê baş bîne hole. Ji bo referandûma serxwebûnê amadekariyeke baş nehatibû kirin. Di navxwe de ne ji aliyê siyasî ve ne ji aliyê dîplomasiya bo derve û ya leşkerî de, birêveberiya başûr nekiribû. Berpirsyar di vê mijarî de birêveberiya Başûr e. Di danûstandinê bi Amerîkayê re de, Amerîka bi zelalî eşkere kir ku niha naxwazin vê yekê pêk bînin, lê wan dîsa jî wan guhdarî nekir û çûn referandûmê. Başûr dikariya bi Amerîkayê re li ser referandûmê bazar bikira. Em nikarin bibêjin ku Amerîka ji wan re got referandûmê pêk bînin û em ê we biparêzin û piştre jî neparast. Başûr bi xwe, xwe neparast."

    EGER BIRÊVEBERIYA KURDISTANÊ BIRYAR BIDA, KERKÛKÊ DÊ JI KOBANIYÊ BÊTIR DI BER XWE DE BIDA'

    Aydar wiha dewam kir: "Eger Başûr biryar bida ku Kerkûkê biparêzin dê bi hezaran ciwanên kurd ji bo parastina Kerkûkê biçûna bajêr. Dê dinyayê jî li vê yekê dê temaşe nekira û alîkariyê bikira. Birêveberiya Başûr bi xwe ev kir û (Kerkûk) neparast. Li Kobaniyê grûbekî biçûk dinya rakir ser piyan. Her kesî digot Kobanî dikeve, lê kurdan Kobanî parast û bi vê parastinê jî dinyayê alîkariya wan kir. Eger tiştekî wiha li Kerkûkê rû bida dê ji Kobaniyê pêtir kurd rabûna ser piyan. Em vê meseleyê bi vî rengî dibînin."

    ‘EZ NE BAWERIM TIŞTÊN LI BAŞÛR RÛDAN LI ROJAVA RÛ BIDIN'

    Recep Tayyip Erdogan
    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Aydar li ser meseleya Rojava jî got: "Di şerê li dijî DAIŞê de koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, alîkariya YPGê û HSDê kir. Ez ne bawer im ku rûdaneke wek YA li Başûr rû da li wir çêbibe. Pêşî lazim e, tu berî xwe biparêzî û piştre tu dikarî alîkariyê bixwazî, tişta ku me li Başûr dît ew bû. Ez bawer im ku Rojava dikare xwe biparêze. Rojava eskerî ji ti kesî re nekiriye. Rojava şer ji bo Amerîkayê nekir, negot Amerîka alîkariya me dike, em şer dikin. Amerîka alîkarî nekira jî Rojava ji bo parastina xwe şer dikir. Ha alîkarî baştir bû. Ez di vê baweriyê de me ku him Rojava dikare êdî xwe biparêze û alîkariya koalîsyona navdewletî dê dewam bike. Di encamê de dê Sûriyeya nû çawa were sazkirin, çareseriyeke çawa pêk were, bi rewşa me ve girêdayî. Lê divê Rojava jî xwe bike hêz da ku li ser vê maseyê cih bigere."

    Bi heman mijarî:

    Lahor Şêx Cengî: Çi bi şer, çi bi aştî emê vegerin Kerkûkê
    Çekdarên nenas li Kerkûkê êrîşî hêzên dijîterora Iraqê kirin
    Îdiayên Bexdayê hatin derewandin: Iraq mûçeyên mamsoteyên kurdî yên li Kerkûkê nade
    'Ez amade me hemû rastiyên bûyera Kerkûkê vebêjim'
    SOMO: Iraq û Îranê li ser şandina petrola Kerkûkê li hev kir
    Etîketan:
    PKK, kurd, Sputnik, Zubeyir Aydar
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de