15:14 22 Çile 2018
Zindî
    Zubeyir Aydar, president of the People's Congress of Kurdistan, addresses Kurdish protesters during a demonstration against alleged attacks perpetrated by the Turkish army against Kurds, in Brussels on August 8, 2015

    Aydar: Kurd êdî stûyê xwe ji kêrê re xwar nakin

    © AFP 2018/ JOHN THYS
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 23

    Rêveberê KCKê Zubeyir Aydar li ser gefên Tirkiyê yên li dijî Efrînê got, tenê Tirkiye Efrînê ji bo xwe tehdîd dibîne, em dikarin bibêjin ku Tirkiye hemû kurdan ji bo xwe tehdîd dibîne. Aydar li ser vekişandina hêzên Rûsyayê ji Sûriyeyê jî eşkere kir ku dê guhertinekê li herêmê çêneke û bawer nakim Rûsya destûrê bide Tirkiye ku Efrînê dagir bike.

    Rojava
    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beriya serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê, serdana baregeha leşkerî ya Hmeymîmê ya Rûsyayê li Sûriyeyê kiribû û fermana vekişandina leşkerên rûsî ji Sûriyeyê dabû. Piştî fermana Pûtîn, Rûsyayê beşeke ji hêzên xwe yên leşkerî li Sûriyeyê vekişandibû. Piştî daxuyaniya Rûsyayê ya vekişandina beşeke hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, rayedar û çapemeniya Tirkiyeyê wisa ragihand, qaşo Rûsya ji bo operasyona Efrînê rê li ber artêşa Tirkiyeyê vedike.

    Rêveberê KCKê û parlamenterê berê yê Parlementoya Tirkiyeyê Zubeyir Aydar, fermana Vladimîr Pûtîn û daxuyaniya Mevlut Çavuşoglu ji ajansa Sputnik Kurdistanê re nirxand.

    ‘VEKIŞANDINA LEŞKERÎ YA RÛSYAYÊ LI SÛRIYEYÊ GUHERTINEKÊ ÇÊNAKE'

    Aydar li ser daxuyaniya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku ferman dabû hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê bikşînin, axivî û diyar kir ku "niha polîtîkayeke Rûsyayê li Rojhilata Navîn heye û vê polîtîkayê jî dimeşîne. Çiqas pêwistiya Rûsyayê bi leşkeran li Sûriyeyê heye, li gorî wê biryara xwe dide. Rûsya niha hejmara leşkerên xwe kêm dike. Ev jî diyar e ku ne hewce ye, evqas leşker li Sûriyeyê bimînin. Li gorî vê tevdigerin. Lê baregehên xwe yên hewayî û deryayî li Sûriyeyê dihêlin û hebûna xwe ya li wir jî berdewam dike. Ev vekişandin guhertinekê çênake."

    ‘KURD JI BILÎ DOSTANIYA RÛSYAYÊ TIŞTEK JI WAN NAXWAZIN'

    Aydar wiha pê de çû: "Têkliyên stratejîk ên Rûsyayê bi hikûmeta Sûriyeyê re hene. Herwiha têkliyên Rûsyayê bi kurdan re jî hene. Em wek kurdan ji Rûsyayê daxwaz dikin ku dema Rûsya li herêmê siyasetê dike, dîplomasiyê dikin û pêwendiyan datînin ku rasterast bi kurdan re jî deynin. Niha Rûsya li herêmê têkiliyan bi Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê datînîn, em dixwazin bi heman şêwazê bi kurdan re jî daynin. Kurd jî miletekî vê herêmê ne, rast e, dewleteke kurdan tine ye, lê kurd potansiyelekî mezin in, îradeyeke mezin in û di hevsengiya herêmê de kurd jî cihê xwe digirin. Divê Rûsya kurdan jî hesab bike, lewre kurd ji bilî dostaniya Rûsyayê tiştek din naxwazin. Hêviya me ew e ku Rûsya jî li ser vê yekê polîtîkayên xwe pêk bîne."

    ‘TIRKIYE HEMÛ KURDAN JI BO XWE TEHDÎD DIBÎNE'

    Li ser daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê eger ji aliyê Efrînê ve bo me gef çêbibe, em ê mudexaleyî Efrînê bikin Zubeyir Aydar desnîşan kir ku "ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê heta niha Efrîn cihekî herî biewleye, cihekî wiha ye ku heta niha ji bo ti kesî nebûye tehdîd. Efrîn heta niha mazûvantiya bi sed hezaran koçberên sûrî kiriye. Tenê xwe parastiye. Lê ji ber ku nasnameya wir kurdî ye, dewleta Tirkiyeyê ne razî ye. Em dizanin ku ev demek e, Tirkiye him bi Rûsya û Îran û him jî bi rêjima Sûriyeyê re hevdîtinan dike û bazaran dike ku Efrînê dagir bike. Çawa Cereblûs û El Babê wan deran girtin, dixwazin Efrînê jî bigirin. Ev polîtîkaya dijminatiya kurdan e. Ji Efrînê heta niha ti tehdîd bo Tirkiyeyê çênebûye. Ti kes nikare bibêje ku Efrîn ji Tirkiyeyê re tehdîd e. Tirkiye tenê Efrînê bo xwe tehdîd dibîne, em dikarin bibêjin ku Tirkiye hemû kurdan ji bo xwe tehdîd dibîne."

    ‘EZ NE BAWER IM KU RÛSYA DESTÛRA DAGIRKIRINÊ BIDE TIRKIYEYÊ'

    Aydar wiha berdewam kir: "Tirkiye tiştên ku li Herêma Kurdistanê kir, dixwaze li Rojava jî bike. Herî dawî me di meseleya Kerkûkê û referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de dît ku helwesta Tirkiyeyê çawa bû. Kurd divê êdî helwesta Tirkiyeyê baş bizanin. Li ser meseleya Efrînê, em dizanin ku Tirkiye bi Rûsyayê re bazaran dike, ji ber qada hewayî ya Efrînê ji aliyê Rûsyayê ve tê parastina. Lazime teqez û teqez Rûsya destûra vê yekê nede. Eger daxwaza Tirkiyeyê bi cih were ji aliyê hîsî ve rûmeta rûsan di nav gelê kurd de şkestineke mezin dibîne. Em hêvî dikin ku Rûsya li hemberî têkiliyên bi kurdan re nekeve nav şaşiyan. Rûsya dikare navcitiya kurdan û tirkan bike, dikare pêwendiyên baş bide meşandin. Ez ne bawer im ku Rûsya destûra dagirkeriyê bide Tirkiyeyê ku erdê kurdan dagir bike. Rûsya heta niha tiştek wiha nekiriye û em hêvî dikin ku ji îro pê ve jî nede."

    ‘ME LI KOBANIYÊ ÇI KIR EM Ê LI EFRÎNÊ JÎ BIKIN'

    Aydar li ser muhtemel êrîşekî li dijî Efrînê ya Tirkiyeyê da zanîn ku kurd destûra vê yekê nedin û got: "Eger Tirkiye êrişî ser Efrînê bike, ne tenê hereketa KCKê, wê hemû kurd li hemberî vê helwesta Tirkiyeyê derkevin. Çawa ku hemû kurd li Kobaniyê xwedî derketin, dê bi heman şêwazê li Efrînê jî xwedî derkevin. Kesên ku biçin wê derê dê poşman bibin. Bila ev yek bê zanîn ku kurd êdî stûyê xwe ji kêrê re dirêj nakin. Dê roj bibe roja berxwedana Efrînê û xwedî derketina Efrînê. Helwesta me ew e ku me li Kobaniyê çi kir, dê em li Efrînê jî bikin."

    Bi heman mijarî:

    Bilgen: Tirkiye bi operasyona Efrînê dê pratîkeke nû ya darbeyê bisepîne
    Şîrovekarên tirk: Îhtimala operasyoneke sînordar a Efrînê heye
    ‘Heger Tirkiye bikeve Efrînê, nema dikare derkeve'
    ‘Hê jî bazara operasyona Efrînê tê kirin'
    Çavuşoglu: Em kengî bixwazin, em dê têkevine Efrînê
    Etîketan:
    efrîn, êriş, Sputnik, Zubeyir Aydar, Vladimîr Pûtîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de