22:46 22 Çile 2018
Zindî
    Şer û pevçûnên li Sûrê

    Ercan Kanar: Herî zêde mafên kurdan tê binpêkirin

    © Sputnik/ O.F Baran
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    0 60

    Parêzer, mafparêzê mafê mirovan û serokê berê yê Komeleya Mafê Mirovan (IHD) yê şaxa Stenbolê, Ercan Kanar diyar kir ku herî zêde mafên kurdan tê binpêkirin û got "Niha ya ku tê sepandin ne hiquq e, bi hev re hesabdîtin e. Doz, dozên tolhildanên siyasî ne."

    Parêzer Ercan Kanar diyar kir ku sedema sereke ya derketine Beynannameya Mafê Mirovan şert û merc û pratîkên Şerê Cîhanê yê Duyemîn û dîktatoriyên faşîst ên Almanya û Îtalyayê bûn û got, "Divabû li hemberî dîktatorî û şeran manîfestoyeke gerdûnî derketiba. Beyanname bi wê niyetê hat amadekirin lê sedî sed beyannameyeke weke ku dihat xwestin nehat amadekirin. Yanî zêdetir burjûwazî û mafên takekesan xiste rojeva xwe, beyannameyek wiha derket. Herwiha bi tifaqê jî derneket ev metn: Soveytîstan, Polonya û welatên din ên Ewropayê keza Efrîqaya Başur, hakeza welatên Misilmanan, di serî de Erebîstana Siûdî û Çîn, bêbiryar man. Bo nimûne welatên Sosyalîst ji ber ku beyannameyê ekopolîtîk û mafên civakî ne dihundirand bêbiryar man û ev rexne di cih de ye. Bi tenê mafên takeksî, bi gotineke din mafên nifşên ewil, dihundirand. Herwiha divê em vêya jî bibêjin ku Beyannameya Mafê Mirovan beyannameyeke ku serdestan îmzekiribû, ne beyannameye ku tevkariya bindestan jî tê de hebû."

    ‘HEWCEDARIYA DINYAYÊ BI MANÎFESTOYEKE DIN HEYE'

    Ercan Kanar diyar kir ku hewcedariya dinyayê bi manîfestoyeke din heye û wisa reng da axaftina xwe, "Dema em îro lê dinerin, Beyannameya Mafê Mirovan bi ya min kevn bûye û hewcedariya dinyayê bi manîfestoyeke din heye. Çimkî Beyannameya Mafê Mirovan dewlet, welatî û welatîtî, exlaq û ewlehiya giştî û asayîşa raya giştî kirine pût ji xwe re, kêmasiya wê ya ku hewce ye bê destnîşankirin ev e. Yanî beyannameyeke ku argumentên statukoya serdest ya klasîk diparêze. Bo nimûne tevî ku tê gotin ku li hemberî şer û dîktatoriyan hatiya ragihandin jî mafê reda ujdanî, berxwedana li hember xizanî û zilmê tê de cih negirtiye."

    Parêzer, mafparêzê mafê mirovan û Serokê berê yê IHDê yê şaxa Stenbolê Ercan Kanar
    © Sputnik/ Mevlut Oguz
    Parêzer, mafparêzê mafê mirovan û Serokê berê yê IHDê yê şaxa Stenbolê Ercan Kanar

    ‘DI BEYNANNAMEYÊ DE MAFÊN GELAN Û ZIMANAN, MAFÊ REDA ŞERKIRINÊ, REDA UJDANÎ, MAFÊN EKOLOJÎK TUNE NE'

    Kanar di berdewamiya nirxandinên xwe de got, "Kêmasiyên Beyannameya Mafê Mirovan bi taybetî piştî salên 50î-60î hatine dîtin. Bi hevpeymana navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya mafên takekesî û siyasî, aborî û civakî hatine destnîşankirin. Di wan de nîsbeten mafên aborî û civakî cih girtin lê feqet ew kêmasî û şaşiyên ku demek berê min gotin di van de jî hene. Di lîteraturê de Beyannameya Mafê Mirovan weke yasaya mafê mirovan a NYyê derbas dibe. Lê ji ber sedemên ku me anîne ziman, kevn û kohne bûne. Mesela di van peymanan de mafên gelan û zimanan tune ne; mafê reda şerkirinê, reda ujdanî û herwiha mafên ekolojîk tune ne."

    ‘EV DEM JI SALÊN 90Î XERABTIR IN'

    Kanar destnîşan kir ku, ev dem ji salên 90î xerabtir in û wiha berdewam kir, "Ger em vê serdemê bidine ber serdema 12ê Îlonê îktîdara darbeya leşkerî ya faşîst —min di nivîsa xwe ya dawî de jî nivîsî bû ev yek- Hiqûqa ku di serdema 12ê Îlonê de dihate sepandin Hiqûqa Şerrê bi Dijmin re bû lê ew şerê dewleta mîlîtarîst û rêgezperest bû, wê demê, dema 12ê Îlonê her kêsên ku dewlet rexne dikir, weke neyarê dewletê dihate qebûlkirin lê feqet Hiqûqa Şerrê bi Dijmin re ya niha ne Hiqûqa Şerrê bi Dijmin re ye, Hiqûqa Şerrê bi Dijminên AKPê re ye. Yanî yên ku dijberî AKPê bin weke dijmin têne qebûlkirin. Ev pênaseyeke berfirehtir a Hiquqa bi Dijmin re şer e."

    ‘HERÎ ZÊDE MAFÊN KURDAN TÊ BINPÊKIRIN'

    Kanar bal kişande ser binpêkirinên mafê mirovan û got herî zêde mafên kurdan tê binpêkirin û wisa axivî, "Herî zêde binpêkirinên mafê mirovan li hemberî kurdan pêk tên. Gotin di cih de be, bi kurdan re şerek tê kirin. Yanî ev dem pir dişibehê salên ewil yên dema Hîtlerî. Hîtler jî dema ku bûbû îktîdar parêzbendiya parlementerên sosyalîst, komunîst û demokratên sosyal rakir. Peyre yasa rakirin û bi biryarnameyan welat birêve bir, çawa ku niha Tirkiyeyê bi biryarnameyan birêve dibin. Hîtler, paşê ji bo ku sermayeyê bikşîne cem xwe Fona Hebûnê ava kir. Wekî ku me destnîşan kir jî, di serî de û herî zêde binpêkirinên mafê mirovan li hemberî kurdan pêk tên. Bi dû kurdan de nivîskar, hunermend, rojnameger û parêzeran tên. Di dîroka komarê de serdema ku herî zêde zext û zor li ser parêzeran hatine kirin ev pênc salên dawiyê ne. Derbarê nêzîkî 400 parêzerî de dozên sizadanê hatine vekirin û niha têne darizandin û gelek ji wan jî niha di girtîgehan de ne. Dîsa di van pênc salên dawiyê de 700 parêzer hatin binçavkirin. Yanî xulasa, yên ku difikirn, rexne dikin, nerînên wî yên alternatîf hebin ji bo AKPê neyar in aniha."

    ‘YA KU LI DADGEHAN TÊ SEPANDIN NE HIQÛQ E, BI TEVAHÎ FERMANÊN SIYASÎ NE'

    Kanar di dawiya axaftinên xwe de teqez kir ku baweriya wî bi prensîbên navnetewî yên Hiqûqê tê lê niha ya ku li Tirkiyeyê tê sepandin ne hiquq e û got, "Niha ya ku tê sepandin ne hiquq e bi hev re hesabdîtine. Ya ku tê tetbîqkirin hesabdîtineke siyasî ye. Doz, dozên tolhildanên siyasî ne. Doza demirtaş jî bi vî rengî ye, min li Enqerayê jî ev yek anî ziman. Niha ya ku li dadgehan tê sepandin ne hiqûq e, bi tevahî fermanên siyasî ne. îddianame bi destê birêvebirinê tên amadekirin û fermanên tolhildana siyasî ne."

     

    Bi heman mijarî:

    Parêzer û rojnamevanên roja qetilkirina Elçi ku li bal bûn ji Sputnikê re axivîn
    Parêzer Yalçindag: Biryara Baluken ji bo hemû parlamenteran derbas dibe
    Parêzer Boztoprak: Rewşa Ahmet Turk di metirsiyê de ye
    Parêzer Urper: Li kolanên Şirnexê gelek cesedên bêxwedî hene
    TAYBET - Serokê Baroyê di girtîgehê de; parêzer di xwepêşandinê de
    Etîketan:
    Beyannameya mafê mirovan, Doz, Hiqûq, Darizandin, binpêkirina mafê mirovan, mafê mirovan, IHD, Ercan Kanar, Diyarbekir, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de