20:07 19 Çile 2018
Zindî
    Putin Suriye'deki Hmeymim üssünde

    ‘Çavuşoglu û rayedarên tirk fermana Pûtîn şaş fêm kirin'

    © Sputnik/ Mikhail Klimentyev
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 81

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu piştî daxuyaniya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku gotibû dê hêzên xwe yê leşkerî ji Sûriyeyê vekişînin, axivîbû û diyar kiribû, çi demê bixwazin dikarin mudexale li Efrînê bikin, dibe em ji nişka ve têkevin Efrînê. Pisporên siyasî ên li Rûsyayê diyar dikin ku Tirkiyeyê fermana Pûtîn şaş fêm kiriye.

    Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beriya serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê, serdana baregeha leşkerî ya Hmeymîmê ya Rûsyayê li Sûriyeyê kiribû û fermana vekişandina leşkerên rûsî ji Sûriyeyê dabû. Piştî fermana Pûtîn, Rûsya beşeke ji hêzên xwe yên leşkerî li Sûriyeyê vekişandibû.

    ‘RÛSYA JI HEMÛ HÊZAN HEMAN DAXWAZÊ DIKE: LEŞKERÊN XWE VEKIŞÎNIN'

    Piştî daxuyaniya Rûsyayê ya vekişandina beşeke hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, rayedar û çapemeniya tirk ve wisa hat ragihandin, gaşo Rûsya ji bo operasyona Efrînê rê li ber artêşa Tirkiyeyê vedike. Pisporê siyasî li Rûsyayê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin ji Sputnikê re axivî û got, "Tirkiyeyê peyama Vladimîr Pûtîn fem nekirine. Peyam ew e, ku Rûsya bi wê biryara xwe pêşengiya vekişîna tewaya hêzên bîyanî yên li Sûrîyeyê dike û ji dewletên din jî heman daxwazê dike."

    'ÎHTÎMALEKE BIÇÛK JÎ TINE NE KU RÛSYA Û ÎRAN ÇEVÊN XWE JI OPERASYONÊ RE BIGIRIN'

    Pisporên siyasî wiha pê de çû: "Ji destpêkê heta niha Rûsya ji bo bidawîkirina şerê li Sûrîyeyê hewl dide û îro dema rêxistinên terorîst ber bi dawîbûne ve diçin, ne mimkin e, ji bo opersyona li ser Efrînê destûrê bide Tirkiyeyê. Li gorî îdiaya rayedarên tirk ku Rûsyayê ji bo operasyoneke bi sînor destûr daye Tirkiyeyê, ew yek jî ne rast e. Ji ber ku operasyoneke bi sînor an jî bêsînor a li ser Efrînê wê şerê li Sûriyeyê dîsa gur bike û wê derfetê bide rêxistinên wek DAIŞê ku bi saya şerê nû xwe ji nû ve vejînin. Ji ber wan sedeman ihtimaleke piçûk jî tune ye ku Rûsya, Îran û Sûrîye ji operasyona artêşa tirk a li ser Rojava re çavên xwe bigirin."

    ‘RÛSYAYÊ JI BO EFRÎNÊ VÎZE NEDA TIRKIYEYÊ'

    Herweha pispor destnîşan kir ku, "gerek e ew yek jî bête destnîşankirin ku di xuleka dawiyê de betalkirina imzakirina peymana S-400ê jî bi wê geşadanê ve girêdayî ye. Anku Rûsyayê ji bo Efrînê vîze neda Tirkiyeyê û Enqereyê jî bi imzanekirina peymana S-400î peyam da Rûsyayê."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Wê Efrîn jî têkeve nava hevkariya me bi Rûsyayê re
    Şahoz Hesen: Efrîn ne kêmî Kobanî ye
    'Armanca operasyona Idlîbê Efrîn û Minbîc e'
    'Piştî Idlîbê divê armanc Efrîn be'
    ‘YPGê û Hikûmeta Sûriyê ji bo vekirina rêya Efrîn û Helebê li hev kir’
    Etîketan:
    vekişandin, Sputnik, Mevlut Çavuşoglu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de