20:11 19 Çile 2018
Zindî
    Quds

    ‘Dibe meseleya Qudsê bibe sedema şerê Cîhanê yê sêyem'

    © AFP 2018/ THOMAS COEX
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 02

    Akademîsyen Kadri Yildirim ragihand, eger Îsraîl bi vî mejiyî tevbigere, îhtîmal heye meseleya Qudsê bibe sedema şerê Cîhanê yê sêyem. Yildirim diyar kir ku Trump bi vê biryara xwe rêxistinên tundrew vexwendine daku li welatên Ewropayê çalakiyan pêk bînîn û bi vê yekê dixwaze islam û terorîzmê bîne cem hev.

    Protestoyên li dijî biryara Trump ku Qudsê wek paytexta Îsraîlê nas kir - Quds
    © Sputnik/ Erhan Demirtaş
    Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump di 6ê Berfenbarê de Qudsê ku ji bo olên semawî gelek pîroz tê hesibandin, wek paytexta Îsraîlê nas kiribû û ev yek bibû sedema bertekên gelek tund ji aliyê misilmanan ve. Li ser vê mijarê Akademîsyen û parlamneterê HDPê yê bajarê Sêrtê Kadri Yildirim ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku Trump bivê biryarê dixwaze alojiya li Rojhilata Navîn gurtir bike û bi riyên rêxistinên tundrew bêtir dînê îslam qirêjtir bike.

    'BERTEKÊN LI DIJÎ ÎSRAÎLÊ DEMEKE ŞÛN VE DÊ SAR BIBIN'

    Yildirim got: "Li gorî rewşê ku niha tê dîtin welatên misilman bertekên berbiçev ji bo Qudsê ku bikaribin bidin tine ne. Niha tenê bi awayeke devkî û bi riya çapameniyê bertekên xwe nîşan didin. Niha dewletên wek Fransa û Brîtanya bertekên xwe nîşan dan, ez bawerim ku çend roj şûn ve, ev yek jî dê sar bibe û biryara Îsraîl û Trump ku dane dê dewam bike. Lê em ji kîjan alî ve lê binêrin, ev biryar ne biryareke li cih e. Lewre taybetiya Qudsê ne ji bo ol û baweriyeke heye, Quds ji bo hemû olên semawî û baweriyan pîroz û girîng e. Ji dîrokê heya roja me Quds ji bo her sê olên mezin pîroz bûye û ev yek jî dê dewam bike."

    ‘ŞERT Û MERC NE GUNCAW E KU ALIYEKÎ RÊVEBERIYA QUDSÊ BIRÊVE BIBE'

    Parlamenterê HDPê Yildirim wiha pê de çû: "Girîngiya Qudsê him ji bo misilmanan, mesihiyan him jî ji bo cihuyan heman e. Ji ber vê yekê jî şert û mercên di roja me de ne guncaw in ji bo ku oleke li Qudsê bibe serdest. Belê raste serdestiya Qudsê demeke ket bin kontrola îslamê, lê şert û mercên îro vê serdestiyê nade ku Filistîn tenê tevahiya Qudsê birêve bibe. Lê dema rêveberiya Qudsê di destê misilmanan de bû, her sê olên semavî karîn zimanê xwe û erka ola xwe bicih bînin û di nav aştiyê de jiyana hevpar karîn ava kirin. Vê yekê jî bi peymanên navneteweyî karîn pêk bînin. Lewre eger bi vî şiklî nebe nikarin bi hev re jiyaneke hevpar li Qudsê ava bikin."

    ‘DIBE ŞERÊ 3. A CÎHANÊ JI BER MESELEYA QUDSÊ DERKEVE'

    Yildirim da zanîn ku helwesta Îsraîlê di vir de diyar e û wiha berdewam kir: "Îsraîl her çiqas bi devkî nabêje ez mafê jiyanê nadim olên din (misilman, mesihî), lê dema bi awayeke fermî Quds bikeve bin kontrola Îsraîlê, ez ne bawerim ku Îsraîl mafê jiyana piralî, pirolî û wek hev bi de olên din. Ji ber vê yekê jî biryara Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump nê li cîh e. Ev yek pirsgireka Filistînê û Rojhilata Navîn dijwartir û xirabtir dike. Heta ez metirsîdar im ku ev yek bibe sedema şerê 3mîn a Cîhanê. Eger Îsraîl bi vî mejiyê tevbigere û biyara xwe bide, ev îhtîmal heye. Dibe di navbera aliyên ku vê biryarê qebûl nekin û li ser vê biryarê di navbera xwe de yekîtiyê leşkerî û civakî ava bikin, Îsraîl û Amerîka ji xwe di nav xwe de yekîtiyê avakirine de îhtîmala şerê 3mîn a Cîhanê derkeve."

    ‘ARMANCA TRUMP QIRÊJKIRINA MISILMANIYÊ YE'

    Akademîsyenê kurd destnîşan kir ku, "Divê Trump biryara xwe ji ber çevan re derbas bike û ji paşve bikşîne. Çima Trump biryareke wiha da, lewre Trump dizane ku di navbera dewletên li Rojhilata Navîn de alozî hene û bi pirsgirekên navxweyî ve mijulin. Ya din jî ev e ku Trump bi vê biryarê vexwendineke ji bo rêxistinên tundrew re ku bi tundî nêzî mijara îslamê dibin, şand ku çalakiyan li welatên Ewropayê pêk bînin û li ser van çalakiyan misilmaniyê qirêj bike, terorîzmê û îslamê bîne cem hev, bivê meseleyê dîsa misilmanan sûcdar bike."

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu bangî welatên YEyê kir: Qudsê wekî paytextê Îsraîlê binasin
    Abdurrahman Kurt ji Qudsê biryara Trump ji Spûtnîkê re şîrove kir
    Trump pîrozbahiya Hanûkayê diyarî Qudsê kir
    'Biryara Trumpî ya Qudsê dişibe biryara serxwebûna Kurdistanê'
    Kremlînê derbarê Qudsê de daxuyanî da: Dê di nav civaka navdewletî de şikestinekê pêk bîne
    Etîketan:
    biryar, quds, Sputnik, Kadri Yildirim, Donald Trump
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de