14:47 25 Sibat 2018
Zindî
    Efrîn - Sûriye

    ‘Heger Tirkiye bikeve Efrînê, nema dikare derkeve'

    © REUTERS/ Mahmoud Hebbo
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 40

    Parlamanterê HDPê Imam Taşçier li ser daxuyaniyên tirkiye yê derbarê Efrinê de got "Heger Tirkiye bikeve wir, hew dikare derkeve." Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik jî got, "Berîya her tiştî ev helwesta Tirkiyê ya dagirkirina Efrinê di eslê xwe de ji bo rêlibergirtina maf û destkeftiyên gelê kurd û Kurdistanê ye."

    "Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn berî serdana xwe ya Tirkiyeyê çû serdana Beşar Esad û li wir ferman da ku leşkerên rûsî ji xaka Sûriyê vekişin. Ev mijar bandorek mezin li siyaseta Tirkiyê jî kir. Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe de got ev biryar ji bo hikumeta AKPê surprîz bu û di heman demê biryarek li hemberî Tirkiyê ye. Selvi dibêje ku Enqere ne li bende biryarek wiha bu. Piştî vê biryarê jî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di axaftina xwe ya îro de îddia kir ku Tirkiye ji aliyê Efrînê ve rastî tacîzan tê û got, "Ji bo me ya girîng ew e ku tehdîd heye an na. Ji wê herêmê (Efrînê) bo me tehdîd tên, em dê ji nişka ve têkevinê û mudaxele bikin."

    TAŞÇIER: HÊZÊN NAVNETEWÎ DESTUR NADIN KU TIRKIYE BIKEVE EVRÎNÊ'

    Parlementerê HDPê Imam Taşçier
    Sertaç Kayar
    Parlementerê HDPê Imam Taşçier

    Gelo biryara vekşandina leşkerên Rûsyayê û axaftina Çavuşoglu ya ji bo êrişa Efrinê tê çi wateyê? Tirkîye dikare têkeve Efrinê yan na? Parlamanterê HDPê ımam Taşçıer ji ajansa Sputnik Kurdistanê re ev mijar nirxand. Taşçier diyar kir ku êdi mijara Suiyeyê mijarek navnetewî ye û wiha axivî: "Êdî mijara Surî mijarek navnetewî ye. Gelek hêzên navnetewî aniha ji bo berjewendiyên xwe li wir in. Ji ber vê ketina Tirkiyê bo Efrînê gelek zehmete. Ji xwe hêzên navnetewî qet destur nadin ku Tirkiye bikeve Efrinê. Ereb jî destur nadin."

    ‘HEGER TIRKIYE HERE EFRÎNÊ DÊ BIBE WEKE SURIYE Û IRAQÊ'

    Taşçier anî ziman ku Rûsya, Amerîka û dewletên di naxwazin Tirkİye bikeve Efrînê û wiha berdewam kir: "Heger Tirkîye bikeve wir, hew dikare derkeve. Her car ji bo rojeva navxweyî biguherîne vê mijarê tîne rojevê. Ji ber ku di mijara navxweyî de siyaseta wan xitimîye û bi vê mijare dixwazin rojevê biguherînin. Bo mînak mijara rewşa Qudsê ya niha. Tirkîye jî cesaret nake ku bikeve. Heger ku here û li wir bikeve nava şerekî, Tirkîye jî wê bibe weke Sûriye û Iraqê. Şer li Rojhilata Navîn ewqas ne rehet e."

    OZÇELIK: ARMANC KURD Û KURDISTAN E

    Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik
    Sertaç Kayar
    Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik

    Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik jî got, Beriya her tiştî ev helwesta Tirkiyê ya dagirkirina, Efrînê di eslê xwe de ji bo rêlibergirtina maf û destkeftiyên gelê kurd û Kurdistanê ye Û wiha berdewam kir: "Armanca wê esasî ev e. Ev macerayek e. Heta ku Rusya, Amerîka û Îran rê nede Tirkiyeyê, ew nikare têkeve Efrînê. Piştî ku Rusya biryara vekişandina leşkerên xwe da, dewletên din jî li gorî vê biryarê mecbur in ku leşkerên xwe vekşînin. Heger Tirkiye bixwaze hilbijartinan neke û bikeve maceraya ku ihtîmalek kêm e jî dê zirarek mezin bibîne. Siyaseta Tirkiyê ne siyasetek aqilane û realîst e. Dikarê bela xwe lê bide lê ev bela dê fatureyeke mezin bi xwe re bîne. Tirkîye li derve û li hindir weke keştiyeke bêpusulaya rêya xwe winda kiriye. Êrîşa Efrînê ne tiştekî hêsan e, heger hewl bide dê bibe sedema şikestineke mezin."

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Hê jî bazara operasyona Efrînê tê kirin'
    PYD: Hevalbendiya bi Rûsyayê re dê Efrînê jî biparêze
    Artêşa Tirkiyeyê hêzeke din şand ser sînorê Efrînê
    ‘Ne Rûsya û ne Amerîka ji şerê Efrînê re amade ne'
    Artêşa Tirkiyeyê wesayîtên leşkerî û obusan şandin ser sînorê Efrînê
    Çavuşoglu: Eger ji Efrînê tehdîdek were em dê têkevine Efrînê
    Etîketan:
    Çareseriya Pirsa Sûriyeyê, êrişên li ser efrînê, PAK, HDP, Imam Taşçier, Mustafa Ozçelik, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de