00:06 22 Sibat 2018
Zindî
    Selahettin Demirtaş

    ‘Ji ber ku ji Demirtaş tirsiyan li hemberî wî komplo amade kirin'

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 41

    Parêzer Firat Epozdemir ragihand ku biryara darizandina Demirtaş bi temamî siyasî ye û eleqeya wî bi hiqûqê tine ne. Ev ne cara ewil e ku em rastî darizandinên bi vî şiklî tên, seranserê dîroka Komara Tirkiyeyê de darizandinên bi vî şiklî li hemberî kurdan pêk hatine. Daraza tirk li dijî kurdan cudakariyê dike.

    Serokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Firat Epozdemir ku bi Biryara Hikmê Qanûnê hat girtin, li ser darizandina Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji ajansa Sputnikê re axivî û ragihand ku ev dozeke siyasî ye û komployekî li dijî Demirtaş e.

    ‘NEHIŞTIN PARÊZER Û ÇAVDÊRÊN BIYANÎ BEŞDARÎ DOZÊ BIBIN'

    Firat Epozdemir destnîşan kir ku doza doh yê Demirtaş bi rastî formalîte bû, lewre diyar bû ku birêz Demirtaş neynin dadgehê. Lê em derbarê vê dozê de dikarin bibêjin ku çend tiştên baş pêk hatin. Eleqeya gel ji bo doze gelek bû, jixwe diyar bû ku Demirtaş neynin dadgehê, lê dîsa eleqeyeke mezin hat nîşandan. Gelek parêzer ji bo parastina Demirtaş amade bûn. Em dikarin bibêjin ku gelek parezer û çavdêrên biyanî jî ji bo beşdarbûna doze hatibûn lê bi sedema ewlehiyê nehiştin ku ew tevlî doze bibin. Niha doza Demirtaş ji bo 14ê Sibatê hat paşxistin û eger pêwîst bê dîtin di 15ê Sibatê de jî dê doz dewam bike. Tiştên baş di paşxistina dozê de ew e ku Demirtaş bînin dadgehê.

    ‘DI SERÎ DE BIRYAR HATIBÛ DAYÎN KU DEMIRTAŞ NEYNIN DADGEHÊ'

    Li ser neanîna Demirtaş bo dadgehê Epozdemir diyar kir ku ev biryareke siyasî ye û got: "Bi guhertina Hikmê Qanûnê de erka pesentkirinê dan dozger û dadweran ku kesên tên darizandin dikarin li girtîgehê bi rêya telekonferansê parastina xwe bikin. Dadgeh jî bi bihaneya ewlehiyê di serî de biryar da ku Demirtaş neynin dadgehê. Lê parezerên Demirtaş îtirazkirin dozeke ku ji 43 klasoran pêk tê, ne mimkûne ku bi rêya telekonferansê pêk were û ji ber vê yekê jî divê li dadgehê were darizandin. Li ser vê yekê daxwaza anîna Demirtaş kirin û ev daxwaz hat qebûlkirin.

    ‘EV DAREZEKÎ SIYASÎ YE'

    Li ser dirêjkirina doza Demirtaş parêzer Epozdemir destnîşan kir ku ev biryareke siyasî ye û eleqeya vî bi darazê tine ne û wiha pê de çû: "Divê mijarî de peyama Demirtaş ku bi rêya parêzeran li ser twittirê hta parvekirin ku gotibû, "Ji bo me digotin ji darizandinê direvên, lê pêvajo vê yekê dide nîşandan ku daraz ji wan direve.' Ev biryar bi temamî siyasiye û eleqeya wê bi darazê tine ne. Em cara ewil e ku bi bûyerên wiha re rûbirû nîn in. Seranserê dîroka Komara Tirkiyeyê de darizandinên bi vî şiklî li hemberî kurdan pêk hatine. Lê niyeta wan ê herî sereke serkeftinên ku di 7ê Hezîranê de hatin bidestxistin bû. Vê serkeftinê kesên antîdemokratîk tirsand. Tiştê ku vê yekê jî kir HDP û birêz Demirtaş bû. Kesên ku vê serkeftinê nexwestin, komplo li dijî Demirtaş pêk anîn. Ev yek komploye. Minak yek fezlekeyeke jî di derbarê bûyerên 6-7ê Cohmehê de tine ne, lê dema darizandinê tişta herî were nîqaşkirin dê bûyerên 6-7ê Cohmehê bin. Ev darezeke siyasî ye."

    ‘DARAZA TIRK LI DIJÎ KURDAN CUDAKARIYÊ DIKE'

    Epozdemir got: "Di vî mijarî de îro Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) bêkarîgeriye. Serokê Destûra Bingehîn çend meh berê li ser doza Gulser Yildirim daxuyaniyek dabû û eşkere kiribû ku hiqûq her dem ji bo herkesî dibe wek hev biryar nede. Ev tişt nayê qebûlkirin. Serokê Destûra Bingehîn vê peyvê ji bo parlamenterên HDPê yên girtî bikar anî. Daraza tirk li dijî kurdan cudakariyê dike."

    Bi heman mijarî:

    Mehkemeya Selahatin Demirtaş diyar bû
    Dê Selahatin Demirtaş dernekeve mehkemê
    Demirtaş: Dibe ku dev ji serokatiyê berdim
    Wezareta Dadê Demirtaş kir ‘milîtanê rêxistina çekdar’
    Çîroka Selahatin Demirtaş dibe fîlm
    Etîketan:
    hiqûq, doz, Sputnik, Firat Epozdemir, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de