22:40 22 Çile 2018
Zindî
    Mizgefta Amedê

    Di xutbeyê de şîroveya Parka Geziyê û operasyonên 17 û 25ê berfanbarê!

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 01

    Li Amedê piştî nimeja înê komekê li ser mijara Qudsê îsrail û Amerîka şermezar kir. Melayê Mizgefta Mezin a Amedê di xudbeya xwe de buyerên Parka Geziyê ya Stenbolê, operasyonên 17 û 25ê berfanbarê 2013an û bûyerên çalakiyên Kobanê yê 6 û 8ê cotmeha 2014an weke çalakiyên dijberiya Îslamê nirxandin.

    Li Amedê piştî nimêja înê ji ber biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo îlankirina Qudsê wekî paytexta Îsraîlê li ber mizgefta mezin a Amedê çalaki hat li dar xistin. Berîya çalakiyê şîroveyên siyasî yê melayê Mizgefta Mezin bal kişandin. Melayê mizgeftê di xudbeya xwe de Amerîka û Îsrail şermezar kir û got "Ya rebbî tu Koreya Bakur li serê Amerîka bikî bele û ji holê rakê."

    DI XUDBEYÊ DE ŞÎROVEYÊN SIYASÎ

    Melayê mizgeftê di heman xudbeyê de bûyerên Parka Geziyê ya Stenbolê, operasyonên 17-25ê berfanbaraa 2013an û bûyerên çalakiyên Kobanê yê 6-8ê cotmeha 2014an weke ji aliyê dewletên biyanî û li dijî Îslamê hatine şîrove kirin. Mela got "Xwestin bi Geziyê xira bikin nebu, xwestin bi 17-25 berfanbarê xira bikin nebû, xwestin bi bûyerên 6-8ê cotmehê xira bikin dîsa jî nikaribûn xira bikin."

    AKPê, QEYÛM Û HUDAPARê BIRYARA QÛDSÊ ŞERMEZAR KIRIN

    Piştî nimêja înê parlamenterê AKPê yê Amedê Ebubekir Bal, Serokê AKPa Amedê Muhammed Dara Akar, Qeyûmê Şarederîya Mezin a Amedê Cumali Atilla, nûner û rêvebirên Huda-Parê jî di nav de komekê li ber mizgeftê daxuyanî dan û biryara Amerîka û Îsraîlê şermezar kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê dengê zengilê dêran qut dibe: Ji 36 dêran yek çalak ma
    Li Amedê qedexeya ser 43 herêman hat rakirin
    Li Amedê pevçûn, li Dêrsimê qedexe
    Li 42 herêmên Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Li Amedê jinan li dijî tundiya ser jinê pedal gerandin
    Etîketan:
    şîroveyên siyasî, xudbe, protesto, Cumali AtillA, Ebubekir Bal, Muhammed Dara Akar, Donad Trump, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de