17:29 18 Kanûn 2017
Zindî
    Weşanxaneyên kurdî li gel kurdî bi pirtûkên tirkî jî beşdarî fuarê bûn

    'Bandora zimanên serdest gihiştiye heta bi hestiyên me'

    © Sputnik/ Ferid Demirel
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Nivîskar û Wergêr Zinarê Ednanê Meleyî derbarê bandora zimanên serdest li zimanê kurdî de ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û diyar kir ku “bandora erebiyê heta ser hestiyên me jî çûye” û destnîşan kir ku kêmasî gelek bûn lê ya herî giring, “nebûna şarezayan e”.

    Dilyar Amûdî

    Ednanê Meleyî nivîsek bi navê kurdî zêde ketiye bin bandora zimanên serdestan. Erebî bandoreka yekcar mezin li ser kurmanciyê kiriye ku bandora zimanê erebî heta ser hestiyên me jî çûye.

    "PIŞTÎ ATATURKÎ, BANDORA XWEZAYÎ YA NAVBERA KURDÎ Û TIRKÎ NEMA"

    Nivîskarê ku du pirtûk û gelek çîrok û nivîsar wergerandine, derbarê mijarê de bersiva pirsyarên Spûtnîk Kurdistanê de da û destnîşan kir ku bandora zimanan li ser hev tiştekî suriştî ye û baş e jî lê ya li ser kurdî ne wiha ye û mijar wiha vegot: "Bi rengekî xwezayî û xwekarî anko otomatîkî hemî zar û ziman bandorê li ser hev dikin û ev tiştekê asayî û baş e. Erebiya ko bi gelek kesan zimanekê parastî û bihêz e bi wê manaya ko qet nekevtiye bin bandora çi zimanekî jî kevtiye bin bandora gelek zimanan. Nimûneyek li bîra min e; kekê Maykil Çayet gelek xweş behsa bandora Aramiyê li ser Erebiyê dike. Ji xwe her kesekê bixwazit bandora li ser Erebiyê bizane, bila ji googlê bipirse. Farisî jî zêde kevtiye bin bandora zimanên din û xasime Erebiyê. Tirkî jî wisa ye û piçek xirabtir! Lê ev bandor, wekî min got, tiştekê xwezayî û baş e. Bandora xirab ew e ko bi dest û bi hêzên cida cida li ser zar û zimanan diên kirin. Berî ko zimanê Kurdiyê li bakurê Kurdistanê biêt qedexekirin, Tirkiyê û Kurdiyê bi xwe bandora xwezayî û xwekarî li ser hev hebû. Ew tiştekê asayî ye, lê ya ko piştî hatina Ataturkî û hevalbendên wî û qedexekirina kurdiyê diqewime ne xwezayî ye û gelek xirab e."

    "GELEK BEHDÎNÎ BÊ KU BIZANIN DIKEVIN BIN BANDORA SORANIYÊ"

    Herwiha wergêrê ku pirtûkên Leyla Bûka Kurd û Danberheviyek di navbera Barzaniyê Nemir û Wilyam Walisî de wergerandine, behsa bandora zaravaya soranî ku li Herêma Kurdistanê serdesttir e jî dike û dibêje: "Eynî mînakê; zarên Kurdan bi xwe jî bi rengekê xwezayî gelek bandor li ser hev hebûye. Dîsa jî ew tiştekê baş e, lê ya ko niha li başûrê diêt kirin xeter e. Soranan bi salan li ser vê yekê (çêkirina bandora û heta nehêlana Kirmanciyê li başûrî) kar kiriye. Helbet sûç û binasên dewletên serdest jî hene; wan bipîlan ev kar kiriye. ji ber ko ev bizav dûr û dirêj e, gelek xebat bi Soranî hene. Lewma jî gelek Behdînî bê ko bizanin û ha ji xwe hebe dikevin bin bandora Soraniyê."

    "KURMANCÎ LI HERÊMA KURDISTANÊ GELEKÎ KÊM E"

    Nivîskar diyar dike ku bandora ziman û zaravayên din li ser kurmancî ne tenê di warê peyvan de lê hevoksaziyê de ye ku ev şaşî di pirtûkên dibistanan de jî hene û sedema wê jî wiha vedibêje: Sedema sereke ew e ko dersdêrên ziman û edebiyatên Kurdiyê jî li zanîngehan her bi Soranî dixwînin. Ez nabêjim ko Kirmancî hema nîne; Kirmancî heye, lê gelek kêm e. Ji xwe ew kêma heyî jî li aliyê Behdînan heye, Soran wê kêmê jî naxwînin û venakolin. Sedemeka dî jî ew in ko dersdêr û xwîndkar ên me xwe nawestînin; ew tenên tiştê berhevandî û yên ko di karname û sîstemên xwandinê da ne dixwînin. Sedemek jî nebûna rewşenbîritya xwedîlêderkevtinê û hestkirina bi berpirsiyarîtiyê ye. Belkî gelek sedem hene û ev dikare bibe yek ji vekolînên dûr û dirêj."

    'FERHENGA KURDÊN ROJAVA GELEKÎ KETIYE BI BANDORA EREBÎ LÊ WAN DESTÛRA ZIMAN PARASTIYE'

    Zinarê Ednanê Meleyî destnîşan dike ku ferhenga kurdên rojavayî gelekî ketiye bin bandora erebî lê dîsa jî wan destûra zimanê xwe parastiye û wiha dibêje: Sedema sereke ya wê ew e ko wan Kurdî ji serekaniya wê anko daybabên xwe wergirtiye, ne ji alavên dîtarî û bihîsarî û nivîsarî. Li Dihokê gelek caran bi merema xwe şarezakirinê û xizmetkirinê û baştirkirina zimanî mala zimanî diêt xirabkirin. Li gundên me jî wekî rojavayê ziman gelek parastî ye, lê gava ew jî dikevin nav teknolociyayê û ragehandinê û warên din eynî xeletiyan dikin. Min bi xwe hêvî ji gelek gundiyan kirine ko zimanê xwe yê pakij biparêzin û guh nedin bajariyan."

    "KÊMASÎ GELEK IN"

    Li ser kêmasiyên ku Wezareta Perwerdehiyê û birêveberiya Herêma Kurdistanê jî kirine ku rewşa zimanî wiha bûye, wergêr û nivîskar Zinarê Ednanê Meleyî wiha diaxive: "Kêmasiyên ko hatine kirin belkî gelek bin, lê ya sereke nebûna şehrezayan e. Li van deran gelek kêm kesên şehreza di warê zimanî da hene. Pirraniya wan kesên ko li zimanî xwedî jî derkevtine ne zimanzan, lê ferhengzan in. Lewma jî pirraniya gengeşe û kombûnên wan tenê li ser peyvan in. Ma gelo ziman tenê peyv in?! Heker wisa ye; pa çima Ereb nikarin Tirkiyê û Farsiyê bifehimin?! Ma ne zêde peyvên Erebî di wan her du zimanan da hene?

    "HER KURDEK DI DILÊ XWE ZIMANVANEK E"

    Wergêr û nivîskarê kurd behsa kêmasiyeke din dike ku ew jî ya civaka kurdî ye û wiha vedibêje: Kêmasiyeka dî jî ew e ko her kesek di dilê xwe de zimanvanek e û bê ko rojekê jî xwe bide zimanî. Kesên ko master û diktora bi edebiyata Kurdiyê wergirtine ne şehrezayên zimanî ne, lê kî dikare wan birawestîne?! Mixabin tevlihevî û bêser[berî di vî warî da gelek hene. Kesek ko ji ber nimreyên xwe kêm nekariye biçe kolêjeka baş û li pişka Kurdiyê hatiye wergirtin û paştir jî dest bi karekê dûr ji zimanî kiriye dikare biryaran li ser zimanî bide. Ev xeter e! Di vî warî da, sûçên hikumetê jî hene. Dibê hikumet pişka Kurdiyê li dawiya lîstê danene. Dibê Kurdî li serê lîstê be û xwîndkarên bi nimreyên bilind biên wergirtin û giringî bi vekolînên nû biêt dan."

    "REWŞA ZIMANÊ KURDÎ LI ROJHILAT BAŞ E LÊ LI BAKUR GELEKÎ XERAB E"

    Ji bo kurdên ku li herêmên kurdî yên Îran û Tirkiyeyê dijîn û pêwendiya wan bi zimanê kurdî re, Ednanê Meleyî dibêje: Li bakurê Kurdistanê rewşa zimanê Kurdiyê gelek xirab e ji ko ew ji bo heyameka dirêj hatibû qedexekirin. Piştî qedexekirinê, êdî pirraniya zaroyên Kurdan fêrî Tirkiyê bûne. Ev dikare biêt çarekirin, lê ne karê rojekê û duyan e. Li rojhilatê rewşa Kurdiyê di warê axavtinê de baş e, lê di warê nivîsînê de ne hind.

    Bi heman mijarî:

    Konsolosê Amerîkî: Em berî referandûmê û niha jî piştevaniya Kurdistanê dikin
    Dewleta Çînê: Em dixwazin têkiliyên xwe bi Kurdistanê re bi pêş bixin
    Herêma Kurdistanê roja jidayikbûnê pêxemberî wek betlaneya fermî ragihand
    Ji Iraqê bo peymana Rosneft û Kurdistanê daxuyanî
    Projeyasaya budçeya Herêma Kurdistanê ji bo Parlamentoya Iraqê hat şandin
    Qralê Urdinê li Amerîkayê behsa pirsgirêka Kurdistanê kir
    Etîketan:
    soranî, kurmancî, Zimanê kurdî, Zinarê Ednanê Meleyî, bakur, Rojhilat, rojava, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de