13:42 18 Kanûn 2017
Zindî
    Yemen

    'Kuştina Salih şerê li Yemenê gurtir kir'

    © REUTERS/ Stringer
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 13

    Hiqûqnas Edhem Şêxo ragihand ku di destpêka şoreşa Yemenê de milet daxwaza maf û demokrasiyê kir, lê di roja îro de ev vegeriyaye şerê olî û mezhebî. Piştî kuştina Serokê berê yê Yemenê Elî Ebdullah Salih, şerê li Yemenê ketiye asteke nû û vê bûyerê şer gurtir kir.

    Edhem Şêxo li ser şerê navxweyî ya li Yemenê, polîtîkayên Îranê li herêmê û Rojhilata Navîn û kuştina serokê berê yê Yemanê Elî Abdullah Salih ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku ji ber nûçeyên li ser Yemenê kêm in, tiştên li hûndirê Yemene diqewimin, tiştîn rojane pêk tên bi zelalî nagihîjin ber destê me. Ji ber vê yekê jî em bi zelalî nizanin da ku li Dewleta Yemenê çi diqewi me. Em dikarin bibêjin ku 3 aliyên şerê Yemenê hene û wiha pê de çû:

    ‘KUŞTINA SALIH REWŞÊ ALOZTIR KIR'

    "Aliya yekem ya şerê Yemenê şerê olî ye. Şerê sunîtî û şîîtiyê ye, şerê Hûsîtî û yên din ên Yemenê ye. Aliyê duyem ya şerê Yemenê Îran e. Dewrekî gelek mezin ya Îranê di vî şerî de heye. Em vê yekê baş dizanin. Bi kuştina Serokê berê yê Yemenê Elî Abdullah Salih şer li Yemenê ket astekî nû. Ji xwe Hûsiyan li ser kuştina Salih berpirsyariya xwe ragihandin û ev yek rewşa li Yemenê xist asteke nebaş û berbi xirabiyê ve jî dê biçe. Aliyê sêyem ev e ku aliyên din ên Yemenê ji biçûkê wan bigire heta mezinên wan hatine biçekkirin. Em li Yemenê mirovekî ku biçek binînin tine ne. Li Yemenê bazara çekan tiştekî orfî û dîrokîye. Ji bo vê yekê jî tu bi hêsanî dikarî li Yemenê çek bidest bixî. Bi kuştina serokê berê aloziya Yemenê gelek kurtir kir. "

    ‘DIBE DAIŞ LI YEMENÊ XURT BIBE'

    Li ser hebûna DAIŞê li Yemenê Ethem Şêxo destnîşan kir ku, "Ev 20 sale ku serokên El Qaîdeyê ji Yemenê derdikevin. Qaîde em baş dizanin ku li Yemenê gelek xurt e. Lê ne xerîb e ku DAIŞ li Yemenê xurt bibe. Lê em nikarin ku bibêjin sibê DAIŞ li Yemenê hebe an tinebe."

    ‘MILET DAXWAZA MAFÊ XWE Û DEMOKRASIYÊ KIRIN'

    Edhem wiha pê de çû: "Di destpêka şoreşa Yemenê de milet daxwaza mafên xwe kirin, daxwaza demokrasiyê kirin, lê di roja îro de ev tişt tine ne û vegeriya şerê olî û meshebî. Niha hin welat piştgiriya çekan, pere û milîtanan didin, ev yek jî rewşa Yemenê aloztir dike. Di roja me yê îro de dewletên mezin, şerê xwe li ser erda xwe nakin. Li ser erdên giyabî dikin. Mînak wek şerê li Sûriye. Heman tişt niha li Yemenê jî tê kirin. Îran piştgiriyên mezin dide alîgirên xwe bi heman şêwazê Erebistana Siûdî jî piştgiriyê dide alîgirên xwe. Ev şer ne li gorî berjewendiyên gelê Yemenê ye. Ev şer ji bilî ziyanê nîn e ji bo gelê Yemenê. Niha rewşa rojane ya li Yemenê gelek xirab e. xarin vexwarin gelek kêm e, gelek nexweşî rû dane. Ev di asteke gelek xirab da ne."

    Bi heman mijarî:

    Hûsiyan serokê ku bi Riyadê re li hev kir kuştin, Erebistan jî Yemenê bombebaran dike
    Li Yemenê şerê navxweyî
    NY: Bi milyonan welatiyên Yemenê dikarin ji birçîbûnê bimirin
    Koalîsyona Ereban hemû deriyên sînor bo Yemenê girtin
    Etîketan:
    navxweyî, şer, Sputnik, Edhem Şêxo, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de