22:38 17 Kanûn 2017
Zindî
    Navenda Şêwirdarî û Sepandina Mafên Jinan a Baroya Amedê

    ‘Di 5 salên dawî de hezar û 285 jin hat kuştin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Navenda Şêwirdarî û Sepandina Mafên Jinan a Baroya Amedê ragihand ku di 5 salên dawî de di sala 2012an de 141, 2013an de 287, 2014an de 292, 2016an de 278 û 2017an de 286 jin hatine qetilkirin.

    Leşkerên Îranê
    © AFP 2017/ ISNA / HOSSEIN HOSSEINZADEH
    Navenda Şêwirdarî û Sepandina Mafên Jinan a Baroya Amedê têkilîdarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniyek da. Li ser navê jinan parêzer Nuşin Uysal axivî û bal kişand ser tarîxa 25ê Mijdarê. Uysalê bi bîr xist ku "Peymana Konseya Ewropayê Di Derbarî Têkoşîn û RêGirtina li ber Tundiya Nav-malî û Ya Li Hember Jinan" ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye imzekirin û di 29ên mijdara sala 2011an de ketiye meriyetê. Uysalê got "Lê li gel hemû van pêşketinan, nêzîkbûna ku tundiya li dijî jinan wek pirsgirêkeka asayîşê dibîne û pirsgirêkên sepandinan berdewam kiriye.

    ‘DI SALA 2017AN DE 287 JIN HATIN QETLKIRIN'

    Uysalê diyar kir ku li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin û wiha berdewam kir: "Dema em li daneyên sala 2017an ên lêkolînerên sivîl dinêrin; dibînin ku mêran di deh mehên ewil ên sala 2017an de 240 jin û keçên zarok kuştine, destdirêjiya 77 jinan kiriye, li 286 keçikên zarok îstismara zayendî kirine û li dijî 338 jinan tundiyê kirine. Li gorî îro û li gorî daneyên jimêreka bîrdarî, di 5 salên dawî de di sala 2012an de 141, 2013an de 287, 2014an de 292, 2016an de 278 û 2017an de 286 jin hatine qetilkirin. Yek ji encamên kuştina jinan ew e ku bebek û zarokên bêxwedî mayî pirî caran mecbûr dimînin ku li wargehan, heta li kolanan bijîn. Pergal di kesayeta jinekê an zarokekî de derbê li siberoja hemû civakê dixe. Bingeha civakê jin e û her ku jin azad dibe civak jî têdigihîje. Bêriya ku tundî pêk were ji bo ber lê bê girtin; divê projeyên bi bandor bên bipêşxistin."

    ‘BI REWŞA AWARTE Û QEYÛMAN PAŞKETIN PÊKHAT'

    Herwiha Uysalê diyar kir ku ji ber ragihandina Rewşa Awarte û dest li ser dayinên qeyûman ên li ser şaredariyan, di qada mafên jinan de paşketin pêk hatine. Uysal wiha axivî: "Daxwazên me ên ji bo ku li ser navê Navenda Şêwirdarî û Sepandina Mafên Jinan a Baroya Amedê tevlî dozên di derbarî tundî û qetilkirinên jinan bibin; ji aliyê dadgehan ve bi henceta ku îhtimala rasterast a zerardîtina ji ber sûcî tune ye, têne redkirin. Bi vî awayî, jinên ku dema dijîn bê parastin têne hiştin, piştî ku tên qetlkirin jî bê parastin têne hiştin."

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Ebadî bi hikûmeta Kurdistanê re civiyaye
    Li Kurdistanê erdhejeke din çêbû
    Musa Kaval: Tirkiyê nîşan da ku ne dostê Kurdistanê ye, lê divê pêwendî bidomin
    Iraq dê budçeya Herêma Kurdistanê ya ji bo sala 2018an biguherîne
    ‘Em ê Kurdistanê ji vê pêvajoya dijwar xelas bikin'
    Balyozê Brîtaniya yê li Îraqê piştgiriya welatê xwe ji bo Kurdistanê nîşan da
    Dadgeha Federal a Iraqê ji bo referandûma Kurdistanê biryara xwe eşkere kir
    Etîketan:
    kuştina jinan, jin, Navenda Şêwirdarî û Sepandina Mafên Jinan a Baroya Amedê, Nuşin Uysal, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de