07:51 18 Kanûn 2017
Zindî
    Husên Qaîdî

    Qaîdî: Hejmara qurbaniyên kurdên êzidî yên di destê DAIŞê eşkere kir

    © Sputnik/ Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Berpirsê Nivîsgeha Rizgakirina Qurbaniyên Destê DAIŞê ya ku bi serokatiya civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ve grêdayî ye ji Sputnîk Kurdistanê re derbarê qurbaniyên destê DAIŞê de agahî dan û diyar kir ta niha aqûbeta zêdetirî 3 hezar welatiyên sivîl ên Ȇzidî ne diyar e.

    Berpirsê Nivîsgeha Rizgakirina Qurbanyên di destê DAIŞê Husên Qaîdî diyar kir, dema terorîsîtên DAIŞê êrîşî navçeyên şengal û derorên wê kirin, nêzî 6417 kesên sivîl ku kurdên Ȇzîdî bûn bi dîlî ketine destê terorîstên DAIŞê û ta niha 3191 kes ji wan hatine rizgarkirin û bi qasî 3100 kesên din di destê DAIŞê de ne û çarenûsa wan ne diyar e.

    Qaîdî derbarê hewldanên rizgarkirina dîlgirtiyên di destê DAIŞê de mane eşkere kir û got hewldanên nivîsgeha me bi alîkariya saziyên din ên li Herêma Kurdistanê û saziyên navdewletî berdewam in, lê kesên mayî sax in yan terorîstên DAIŞê ew kuştine yan jî tiştekî din anîne serê wan hîn ne diyar e.

    DAIŞê ZILAM KUŞTINE, AQÛBETA ZAROKAN NE DIYAR E

    Qaîdî da zanîn ku DAIŞê ji qurbaniyên destê xwe piraniya zilaman kuştine û li navçeya şengalê gorên komî hatîne dîtin ku welatyên sivîl ên navçeyê hatine binaxkirin. Herwiha aqûbeta zarok, jin û kalan ne diyar e.

    Berpirsê nivîsgehê da zanîn ku rewşa tenduristiya welatiyên rizgarkirî baş nîn e û hevrişî nesaxiyên derûnî bûne û çareseriya nojdarî jê re hatiye kirin û hejmarek jî ji bo rehabîlîtasyonê bo Elmanyayê hatine şandin.

    MALBATÊN KU NASÊN HATINE RIZGARKIRIN KÊFXWEŞ IN

    Derbarê çêbûna arîşe û pirsgrêkên civakî berpirsê Nivîsgeha Rizgakirina Qurbanyên destê DAIŞê diyar kir "Hîç arîşe û pirsgrêkeka cîvakî rû neda ye ji ber ku rêberê ruhanî yê Ȇzdxanê ferman kir ku sitem û zordarî li wan keç û jinan hatiye kirin, nabe malbatên wan reftareke dij mirovane ligel bikin ji ber wê yekê hemû malbatên keç û jinên rizgarkirî bi germî û dilovanî li hember xwe girtin û pir dil xweş û serbilind in bi rizgakirina wan."

    JI BER KU HEMU GORÊN KOMÎ NEHATINE VEKIRIN HEJMARA KUŞTIYAN NE ZELAL E

    Husên Qaîdî derbarê hejmara dawî yên ku bi destê terorîstên DAIŞê hatine kuştin got, "Ta niha bi temamî nehatiye zanîn ka çend welatî bi destê wan hatine şehîdkirin ji ber ku hêj gelek gorên komî hene û nehatine vekirin û di heman demê de ew hejmara ku çarenivîsa wan ne diyar e û di destên DAIŞê de mane nayê zanîn ka şehîdkirine yan jî sax mane."

    Bi heman mijarî:

    Li Leipzigê Hefteya Rojên Filmên Kurdî dest pê dike
    Lavrov: Di destê me ti belge tine ne ku Amerîka û DAIŞê li hev kirine lê...
    Li navçeya Hîzanê hilberîna hingivê kewarên reş
    Ji WADAyê bo Rûsyayê biryareke xembar
    Kosret Resûl ji bo rewşa tenduristiyê dibin Almanyayê
    Etîketan:
    êzîdî, sivîl, DAIŞ, Herêa Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de