06:27 23 Mijdar 2017
Zindî
    Seyîd Riza

    'Dewletê êrîşî bîra kurdan kiriye'

    © Wikipedia
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Fethullah Ozmen, Mevlut Oguz
    0 15560

    Di 80mîn salvegera darvekirina Seyit Riza û 6 hevalên wî de Serokê Navenda Lêkolînên Dêrsîmê Nesimi Aday û Xwediyê Weşanxaneya Dêrsîmê û nivîskar Şukran Lilek Yilmaz ji ajansa Sputnik re axivin û ragihandin ku li seranserê Kurdistanê îtîbareke Seyîd Riza û hevalên wî heye. Ji ber vê yekê dewletê xwest wan şexsiyetan bi kurdan bide jibîrkirin.

    'SEYID RIZA BO DÊRSIMÊ PÎR BO KURDISTANÊ SEROKEK E'

    Nesimi Aday diyar kir ku; Seyid Riza ewilê ji aliyê baweriyên Elewîtî û Ehlî Heq ve yek ji pîrên Dêrsimê ye û weha pê de çû: "Seyid Riza yek ji serokên Dêrsimê ye. Yanî em generaliyê jî, pîrîtiyê jî layiqê wî dibînin, serokatiyê jî. Lê di rastiyê de ne generalek e helbet. Ew hîn bêtir Seyid e. Yanî wisa zilamekî olî ku bi awayekî otorîter yê wekî general were binavkirin dibe ku ne rast be. Lê di çarçoveya Têkoşîna Niştimanî ya Kurdistanê de ev nav jî dibe ku lê were kirin. Ev navên wisa li mirovan hatine kirin. Wekî mînak Îhsan Nûrî Paşa, ligel ku ew leşkerek be, ji wî re jî general hatiye gotin. Ji bo ku ew serokê Serhildana Agirî bû. Seyid Riza jî serokê Dêrsimê bû. Wekî min got ji bo me ewilê pîrek e paşê jî serokek e."

    Lêkolîner Nesîm Aday
    © Sputnik/ Fethullah Ozmen
    Lêkolîner Nesîm Aday

    Aday, balkêşand ser giringiya Seyid Riza ya ji bo elewîyan û kurdan û got: "Niha ji bo gelemperiya Kurdistanê îtibareke cuda ya Seyid Riza heye. Wekî serokê Tevgera Dêrsimê, wekî nûnerekî siyasî xwedî îtibareke mezine. Ji bo Dersimê jî wekî seyidekî, wekî serokekî wan ê olî, yanî ji aliyên aşîreta xwe ve heke li hemû Dêrsimê ne serdest jî be, lê ji aliyê îtîbarê ve serokekî, seyidekî hemû Dêrsimiyan û Elewîyan e. Yanî wisa tê nasîn. Ji bo gelemperê Kurdistanê jî yek ji serokên Kurdistanê ye.

    ‘DEWLETÊ ÊRÎŞÎ BÎRA KURDAN KIRIYE'

    Nesimî Aday derbarê gora Seyid Riza ku hîn jî cihê wê nayê zanîn de ragihand ku ev bi polîtikayên dewletê yên derbarê kurdan ve girêdayî ye û weha berdewam kir: " Ez ewilê şairek im û di helbesteke xwe ji yên dawîn de dibêjim, gora 3 kesan tune ye: Yek jê Şêx Seîd, Yek jê Seyid Riza, yê din jî Seîdê kurdî ye. Gorên van her 3 mezinên kurdan tunen e. Sedeme bingehîn ku gorên van serokên me tune ne ewe ku, li derdora wan mîteke niştîmanî pêk neyê, ji bo gorên wan nebin zîyaretgaheke xelkê û wesfê wan yê serokatiyê ji holê rakirin. Lewma dewletê gorên wan wenda kirine. Bi vê yekê dewletê êrîşî bîra kurdan kiriye. Xwestiya bîra kurdan ji holê rake. Xwestiye bi gelê me bide ji bîrkirin û hewl daye ku îtibara wan jî tune bike. Ji ber vê yekê jî hîn jî cihên goran wan vedişêrin."

    'JI BO DEWLETÊ EYBIYA XWE JI HOLÊ RAKE DIVÊ GORÊN WAN NÎŞANÎ ME BIDE'

    Aday derbarê îadekirina îtibara Seyid Riza de ragihand ku ew zêde giringiyê bi tiştên weha nadin û weha berdewam kir: Yanî ji aliyê me ve îtibara Seyid Riza û kesên ku pê re hatin daliqandin, Elî Şêr ê ku serê wî hat jêkirin, Nûrî Dêrsimî yê ku li sirgûnê wefat kir gelekî bilinde. Dewlet li ser îadeya îtibarê diaxive lê ez ewqasî vê cidî nabînim. Lê girîng e ku dewlet ji bo van eybiyên xwe ji hêla xwe ve ji holê rake, gorên wan nîşanî me bide û mafê van mirovên ku ji bo mafên xwe têkoşane îade bike giring e, biqîmet e. Berê Recep Tayip Erdogan dema serokwezîr bû dema ji bo Dêrsimê lêborîn xwest jî di vê çarçoveyê de bi kêmasiye lê biqîmet e.

    "DI SAET19.38AN DE EM Ê MÛM Û ÇIRAYAN VÊXIN BO BÎRANÎNÊ"

    Aday ragihand ku ew li Dêrsimê û ji bo bîranîna Seyid Riza ew ê hinek çalakiyan li darbixin û got: " Li vê derê di saet 16.00an de me daxuyaniya çapemeniyê li dar xist, li qada Seyid Riza, li ber peykerê Seyid Riza. Piştî rewşa awarte ev çalakiye yekemîne ya ku bi destûr tê li darxistin. Piştî vê daxuyaniyê me bang li hemû mirovên cîhanê yên di vê mijarê de hestebar kir ku di saet 19.38an de ku ev di heman demê 1938ê jî, ji bo em balê bikşînin ser jenoasida 1938an me xwest ku mûm an jî çira werin vêxistin. Me ev yek jî di medyaya civakî de parvekir. Di Twitterê de ji bo vê eleqeyeke mezin heye niha. Ji bo em gelê xwe li vê derê hestebar bikin, em bi sirûdên, "Em bibîrtînin, ji bîrnakin" me xebatên xwe domandin. Em ê wan, miriyên me, zarok, jin, pîr û kalên ku em bi hejmara wan nizanin, bi sedhezaran mirovên me yên ku hatin kuştin û ew avêtin çemê Munzurê bi vê boneyê bibîrbînin.

    "LI GOR DEWLETÊ DU SEYID RIZAYÊN CUDA HENE"

    Lêkolîner û nvîskar Şukran Lilek Yilmaz jî derbarê Seyid Riza de ragihand ku li gor dewletê du Seyid Riza hene û weha berdewam kir: "Ji aliyekî ve Seyid Rizayekî ku di salên 1937an de ji aliyê dewletê ve wekî, derebeg, axa, şakî, eşqiya tê pênasekirin heye, ji aliyê din ve Seyid Rizayekî ku dewletê çek danê ji bo di şerê Osmanî û Rûsan de li hemberî Rûsan şer bike heye. Seyid Riza ji bo dewletê kesekî Dêrsimî bi ya wî dikin. Ji ber vê jî, ji bo ku di sefereke li ser Dêrsimê de Seyid Riza gel bi rêxistine neke û serî hilnede li rêyên ku Seyid Riza ji holê rake digere û çareseriya wê jî di daliqandina wî ya di dadgeheke bêusul de dîtiye."

    Yilmaz diyar kir ku Seyid Riza ji bo wan rûsipiyeke û weha pê de çû: "Di baweriya Elewîtî- Qizilbaşiyê de serokên olî ocaxzade ne û ji kesên serokê ocaxê re pîr tê gotin. Seyid Riza li gel ku en ocaxzade be jî, dest ji pîrên ocaxa Abasan girtiye û li devera ku pîr lê ne hazir bin kêşeyên heyî çareser kirine. Di vê çarçoveyê de Seyid Riza xwedî wezîfeyeke pîrîtî û serokiyê li ser eşîretan kiriye.

    Lêkolîner Şukran Lilek Yilmaz
    © Sputnik/ Mevlut Oğuz
    Lêkolîner Şukran Lilek Yilmaz

    ‘DEWLETÊ NEXWEST SEYID RIZA BIBE QEHREMANEK'

    Yilmaz diyar dike ji ber ku dewletê ne xwestiye Seyid Riza bibe qehremanek gora wî wenda kiriye û weha dibêje: "Dewletê ji bo ku Seyid Riza û heft hevalên wî yên ku pê re hatin daliqandin ku yek ji wan kurê wî ye, ji aliyê Dêrsimiyan ve neyên bibîranîn û Dêrsimî berê xwe ji dewletê ne veguherînin gorên wan wenda kirine.

    Derbarê nîqaşên lêborînxwestînê û radeskirina îtibara Seyîd Riza de Yilmaz wiha axivî. "Ev retorîk ji serokwezîrê wê demê de bi awayekî mifadar hatibû bilêvkirin, lewra eger rast û jidil bin dê Arşîvên Osmanî yê Serokwezîriyê bi temamî bêne vekirin, derbarê yên hatine wendakirin, yên hatine sirgûnkirin, bi taybetî agahiyên keçikên hatine wendakirin dê bi raya giştî re werine parvekirin. Lewra hê jî ev hêvî û daxwaza me nehatiye cih."

    Bi heman mijarî:

    Li Dêrsim û Mêrdînê operasyonên siyasî
    Li Dêrsim û Edeneyê operasyonên siyasî: 3 ji wan zarok gelek kes hatin desteserkirin!
    Di rêya Dêrsim û Elazîzê de teqîn:3 leşker hatin kuştin û 1 jî birîndar bû
    Balafirên tirk êrişî kampên PKKê ya Qendîl Dêrsim û Geverê kirin
    Li Amed, Dêrsim, Dîlok û Stenbolê 46 kes hatin girtin
    Li Dêrsim û Colemêrgê êriş! 8 kes hatin binçav kirin
    Rêya Dêrsim û Erzinganê hat girtin
    Etîketan:
    bîr, Dêrsim, serok, Sputnik Kurdistan, Şukran Lilek Yilmaz, Nesimi Aday, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de