04:56 22 Mijdar 2017
Zindî
    A fighter from the Kurdish People Protection Unit (YPG) poses for a photo at sunset in the Syrian town of Ain Issi, some 50 kilometres north of Raqqa, the self-proclaimed capital of the Islamic State (IS) group during clashes between IS group jihadists and YPG fighters on July 10, 2015

    Armanca nûçeya BBCyê li ser YPGê çi bû?

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 572 0 0

    Saziya çapameniyê ya Brîtanyayê BBCê îdia kiribû ku dema HSDê operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê bi rê ve dibir, 250 milîtanên DAIŞê li gel malbatên xwe bi HSDê re peymanek îmze kirine û ji bajêr derketine. Pisporên siyasî diyar kirin ku, Brîtanya û Amerîka li ser çavkaniyên enerjiyê li hev nakin û bo vê yekê jî Brîtanyayê ev îdia aniye rojevê.

    Nûçegihanê BBCê di nûçeya xwe ya doh de îdia kiribû ku 250 milîtanên DAIŞê û tev li malbatên xwe li ser peymana bi HSDê re bê astengî bajarê Reqayê derketine. Herwiha di nûçeyê de hatiye gotin ku peyman bi rêya rayedarên herêmî pêk hatiye.

    ‘AMERÎKA Û BRÎTANYA LI SER ÇAVKANIYÊN ENERJIYÊ LI HEV NAKIN'

    Çavkaniyeke siyasî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Spûtnîkê re diyar kir ku "Niha Amerîka û Brîtanya li ser çavkaniyên enerjiyê yên li Iraq û Sûriyeyê li hev nakin û ji ber vê yekê, BBCyê ew îdia anî rojevê. Madem tiştek wiha hebû û BBC ji vê yekê haydar bû çima wê deme neanî rojevê û sekinî heta îro ji bo bîne rojevê."

    ‘AMERÎKA NAXWAZE KURD NÊZÎ RÛSYAYÊ BIBIN'

    Heman çakaniyê destnîşan kir ku ne pêkan e, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bê koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike peymanan bi milîtanên DAIŞê re îmze bike û wiha pê de çû: "Dibe li vir, Amerîka bi vî awayî hişyarî dabe kurdan ku xwe bêtir nêzî Rûsyayê nekin. Lewre niha kurd hêvî dikin ku beşdarî Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyeyê ku dê li bajarê Soçiyê ya Rûsyayê were lidarxistin bibin. Amerîka vê yekê wiha dinirxîne wek kurd nêzîkî Rûsyayê dibin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kobaniyê di navbera YPG û artêşa tirk de şer derket
    YPG: Nabe ku em hejmara baregehên leşkerî û tirên çekan ên Amerîkayê şandine eşkere bikin
    Zêbarî: YPG nahêle Tirkiye û Iraq deriyekî nû vekin
    YPG: Me bi rayedarên rûsî re çareseriya krîza Sûriyeyê axivî
    Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê: Em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe
    Etîketan:
    enerjî, BBC, DAIŞ, YPG, Sputnik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de