17:55 23 Mijdar 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

    ‘Serdana Erdogan bo Rûsyayê tenê bi kêrê firotina firingiyan hat'

    © Foto: AA/ Kayhan Özer
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 20530

    Şîrovekarê siyasî û nivîskar Ekrem Onen diyar kir ku armanca serekeya serdana Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan bo Rûsyayê rêgirtina kurdan bû, lê Erdogan dest vala vegeriya. Herwiha Onen li ser dorpêçiya Tirkiyeyê ya Efrînê de jî eşkere kir ku Tirkiye bê Rûsya û Amerîkayê nikare operasyon li dijî Efrînê pêk bîne.

    Şîrovekarê siyasî û nivîskar Ekrem Onen li ser serdana Serokomarê Tirkiyeyê bo Rûsyayê, dorpêçiya leşkerî ya Artêşa Tirkiyeyê li ser Efrînê û rola kurdan li herêm ji Sputnikê re axivî û ragihand ku "Tirkiye bê rûsan nikare êrişî Efrînê bike û ji xwe niha Rûsya vê yekê naxwaze. Tirkiye di rewşek wiha de şaş bûye û nizanê çi dixwaze. Di vir de tenê derdê Tirkiyeyê rêgirtina kurdan e. Ji ber vê yekê jî nizanin siyaseteke rast bimeşînin û siyaseteke wan ê zelal jî tine ne. Zehmetiya wan ew ku naxwazin kurd li herêmê bibin xwedî statû û desthilat bin. Tirkiye niha nikare vê yekê qebûl bike"

    ‘NAXWAZIN KU KURD LI HERÊMÊ BIBIN XWEDÎ STATÛ'

    Onen ragihand ku armanca serekeya serdana Erdogan bo Rûsyayê rêgirtina kurdan bû û got: "Ev demeke dirêj e ku têkiliyên Rûsyayê û Tirkiye baş in. Bi taybetî di ware aboriyê de gelek baş bûne. Lê armanca sereke ya serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan rewşa Sûriyeyê bû. Bi esasî temamiya rewşa herêmê bû. Wekê ku tê zanîn li Sûriyeyê, Herêma Kurdistanê û li tevahiya herêmê guhertin çêdibin mabesta Erdogan ew bû ku Rûsya çi difikire. Di beyanata Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ya li civîna APECê ku li Vîetnamê hat lidarxistin de hat eşkere kirin ku civîna Cenevê bikin, civîna esasî di mijara çareseriya krîza li Sûriyeyê de. Erdogan di çivîna çapameniya ya li balafirêgeha Ataturkê, li dijî beyanata Pûtîn û Trump beyanatekê da û Erdogan di civîna xwe yê li Soçiyê de jî piştgirî da vê yekê. Tirkiye di rewşek wiha de şaş bûye û nizanê çi dixwaze. Di vir de tenê derdê Tirkiyeyê rêgirtina kurdan e. Ji ber vê yekê jî nizanin siyaseteke rast bimeşînin û siyaseteke wan ê zelal jî tine ne. Ji bilî vê yekê ji xwe meseleya Tirkiyeyê ya navxweyî heye, ji derve jî rewşa wan pir zehmet e. Zehmetiya wan ew ku naxwazin kurd li herêmê bibin xwedî statû û desthilat bin. Tirkiye niha nikare vê yekê qebûl bike."

    ‘RÛSYA BI TIRKIYEYÊ DA FÊMKIRIN KU ÊRIŞA LI SER EFRÎNÊ QEBÛL NAKE'

    Onen wiha pê de çû: "Di civîna hevpar ya Pûtîn û Erdogan de ne behsa PYDê, Efrînê qet nehat kirin, ev tişt vê yekê dide nîşandan ku hemû daxwazên Rûsyayê hatin qebûlkirin. Rûsya bi wan da fêmkirin ku êrişekî li ser Efrînê qebûl nekin, Rûsya bi wan da fêmkirin ku PYD ji bo Kongreya Diyalogên Sûriyeyê were vexwendin. Rûsya vê yekê bi Tirkiyeyê da fêmkirin, hûn qebûl bikin an nekin dê kurd werin vexwendin.

    ‘SERDANA ERDOGAN TENÊ RÊ LI FIROTINA FIRÎNGIYÊN TIRK VEKIR'

    Ekrem Onen wiha berdewam kir: "Kesên ku di siyaseta Rûsya û Tirkiyeyê de pisporên vê yekê dizanin ku stratejiya Rûsya û Tirkiyeyê ti xwet yek nîn e. Ne li Balkanan, ne li Qafqasya ne jî li Rojhilata Navîn ti carî ne nêzîkê hev in. Di ware aboriyê de têkiliyê her du welatan baş e. Di aboriyê de jî bêtirî Rûsyayê, Tirkiye mûhtacên Rûsyayê ye. Em dikarin bibêjin ku serdan Erdogan rê li firotina firîngiyên tirkan vekir. Çimkî ne behsa PYDê, ne Efrînê û ne jî standina S-400î nehatin kirin. Ji bervê yekê jî ez dihesibînim ku Erdogan dest vala ji Rûsyayê vegeriya.

    Putin û Erdonan
    © Sputnik/ Сергей Гунеев
    ‘RÛSYA JI BO XATIRÊ TIRKIYEYÊ TÊKILIYÊ XWE YÊN BI KURDAN RE XIRAB NAKE'

    Şîrovekarê siyasî Onen li ser dorpêçiya leşkerî ya Tirkiyeyê bo Efrînê diyar kir ku bêtir rola Rûsyayê niha li Sûriyeyê zexm e û got: "Di qenaeta min de Tirkiyeyê nikare operasyoneke leşkerî li ser Efrînê pêk bîne. Niha rola Rûsyayê li Sûriyeyê bêtir zexmtir e. Rûsya û Amerîka bi tu awayê qebûl nakin ku Tirkiye ne tenê li ser Efrînê, li ser kurdan operasyoneke pêk bînin. Ev dewletên mezin in û li ser siyaseta dinyayê disekinin, siyaseta wan ne siyaseta millî ye, ew siyaseta global dimeşînin. Kurd niha li herêmê aktorekî esasî ne. Bê hesaba kesî an ne yê, kurd çi li Tirkiye, Sûriyeyê, Iraqê û Îranê aktorekî esasî ne. Ev dewletên mezin wekê Rûsya û Amerîka wexta hesabê li ser herêmê dikin, kurdan hesab dikin. Ew ji bo xatirê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê naxazin têkliyê xwe yên bi kurdan re xirab bikin, çîma xirab bikin, divê meseleyekî hebin ku têkiliyên xwe xirab bikin. Ji bo vê yekê ez ne bawerim ku ne Rûsya ne jî Amerîka destûra operasyona leşkerî ku Tirkiye li ser Efrînê pêk bîne. Ji xwe nayê hesaba Rûsya û Amerîkayê ku Tirkiye ango Îranê bêperwa êrişî kurdan bikin. Tirkiye bê rûsan nikare êrişî Efrînê bike û ji xwe niha Rûsya vê yekê naxwaze."

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê rûsî: Serdana Erdogan a Soçiyê dawî li hevrikiya tirk û rûs anî
    Kremlîn: "Standina Şampiyonaya Cihanê ya Bobsled û Skeletonê ji Soçiyê biryara siyasî ye"
    ‘Erdogan pir zêde ji Serokwezîr Yildirim aciz bûye'
    Senatorê rûs: Dîplomasiya Pûtîn û Erdogan rast e
    Erdogan ji Pûtîn çi xwest û çi wergirt
    Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan Muhammed Bin Selman rexne kir
    Etîketan:
    serdan, kurd, hevdîtin, operasyon, Efrîn, Sputnik, Recep Tayyip Erdogan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de