07:34 21 Mijdar 2017
Zindî
    ALA HDPÊ-hdp

    Seyid Riza û hevalên wî 80 sal berê weke îro hatin darvekirin

    © Sputnik/ HDP
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 6010

    Seyid Riza û hevalên wî di 80mîn salvegera darvekirina wan de hatin bibîranîn. HDP û KCDê têkildarî mijarê de daxuyanî weşandin û gotin "Seyîd Riza ji zilma dewletê re serî netewand û ev ji zaliman re bû kul û derd." HDPê ji bo eşkerekirina gora Seyid Riza, Şêx Seîd û Seidê Kurdî (Nursî) ji parlamentoya Tirkiyê pêşniyarîya lêkolinê kir.

    80 sal berê pêşengê kurdan Seyîd Riza bi hinceta ku li hemberî Komara Tirkiyê serî hilda ye ew û hevalên xwe hatin darvekirin. Seyid Riza, di 80mîn salvegera darvekirinê de tê biranîn. Lijneya Rêveberîya Navendî ya HDPê têkildarî mijarê da daxuyanîyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de gotina Seyid Riza ya ‘"Ez heq ji derew û xapandinên we derneketim ev ji min re bû kul, lê min li ber we serê xwe netewand bila ev jî ji we re bibe kul" bi bîr xist û got bi vê helwesta xwe Seyîd Riza rêça têkoşînê ya berxwedan û rûmetê hiştiye.

    ‘SEYID RIZA LI HEMBERÎ ZILMÊ SERÎ NETEWAND'

    Di daxuyaniyê de hat gotin Seyid Riza û rêça wî ku bûye mînaka biryardariya têkoşîn, hêvî û berxwedana li dijî komkujiyên dîrokî, zext, înkar û bişavtinê ya gelê Dersimê, civaka elewî û kurd li gel ku 80 sal di ser derbas bûn jî di têkoşîna li dijî neheqiyê de rêya wan ronî dike. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Seyid Riza yek ji wan mînakên girîng e ku darvekirin, komkujî, înkar û zext nekarî pêşî li azweriya berxwedan û têkoşînê bigire. Seyîd Riza ji zilma dewletê re serî netewand û ev ji zaliman re bû kul û derd. Bê tirs bi ser mirinê de çû. Em Seyîd Riza û hevalên wî bi rêz û minet bi bîr tînin. Li ber bîranîn û têkoşîna wan careke din bi hurmet bejna xwe ditewînin"

    JI BO GORA 3 NAVDARÊN KURD PÊŞNIYARIYA LÊKOLÎNÊ

    Serokwekîlên Koma HDPê Ahmet Yildirim û Filiz Kerestecioglu, ji bo eşkerekirina gora Seyid Riza, Şêx Seîd û Seidê Kurdî ji parlamentoya Tirkiyê pêşniyarîya lêkolinê kirin. Yildirim û Kerestecioglu xwestin ku gorên her sê navdarên kurd werine dîtin û eşkerekirin.

    KCD: DEWLETA TIRK BI SUCÊN XWE RÛ BI RÛ NEMAYE

    Kongreya Civaka Demokratik (KCD) jî ji bo salvegera darvekirina Seyid Riza û hevalên wî daxwiyanîyek weşand. KCDê balkişand ser pêvajoya darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî û diyarkir ku tekoşîna Seyîd Riza û hevalên wî berdewam dike. KCD'ê di daxuyanîya xwede wiha got: "Komkujiya Dersimê ya ku di dîroka mirovahiyê de deqeke reş e bûye nîşana barbarî û hovîtiya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan. Di komkujiya Dêrsimê de bi hezaran jin, ciwan, kal û pîrên kurd bi awayên hovane hatine qetilkirin, bi dehhezaran zarokên elewî hatine sirgûnkirin û ji warên xwe hatine dûrxistin. Dewleta Tirk tu carî bi sûcên ku kiriye re, rû bi rû nemaye. Di heman demê de qetlîamên Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Silopyayê jî bûne domahîya heman polîtîkaya qirkirinê."

    Bi heman mijarî:

    Dîroknasê Tirk sedema wendakirina gorên Şêx Seîd, Seyid Riza û Seîdê Kurdî vegot
    Girtina şaxên MAZLUM-DER bi gotina Seyid Riza hate protestokirin
    HDPê: Gorên Şêx Seîd, Saîdê Kurdî û Seyid Riza aşkere bikin
    'Tirkiye dixwaze ji peywendiyên Amerîka û YPGê pişt rast be'
    Lavrov: ‘îddiayên ku Rûsyayê mudaxaleyî hilbijartinan kiriye nîşaneyên hîsterik in'
    Ji Kongreya Amerîkayê bo Trump: Dawiyê li tevgera milîsên şîe bîne
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de