11:24 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    "Kurd tiştekî ji derveyî destûrê qebûl nakin"

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 59 0 0

    Endamê Parlementoya Kurdistanê yê Goranê yê berê Karwan Salih derbarê daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo biryara dadgeha Federal a Iraqê û mercên hikûmeta navendî datîne ber kurdan axivî û diyar kir ku kurd dê çi tiştê li derveyî destûrê qebûl nekin.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi daxuyaniyeke bersiva biryara Dadgeha Federal a Iraqê da û ragihand ku ew rêzê ji vê ravekirinê re digirin lê divê cîbicîkirina hemû madeyên Destûra Iraqê bibe sedema parastine hemû maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine bicîhkirin.

    Endamê Parlementoya Kurdistanê yê Goranê yê berê Karwan Salihî derbarê mijarê de ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û got ku hemû sazî û dezgehên hikûmeta navendî ya Iraqê bêalîtiya xwe ji dest daye û bi awayekî mezhebî tevdigerin û wiha got: "Ew dadgeh ne dadgeheke meşrû û qanûnî ye û ne ya dadweriyê ye. Divê ew dadgeh bi beşdariya hemû pêkhateyên Iraqê pêk were ku kurd jî tê de hebin. Lewra ew dadgeh ne dadgeheke serbixwe ye lê dadgeheke wiha ye ku di bin desthilatdariyeke mezhebî û mezhebê şîî de ye."

    "BIRYARÊN IRAQÊ LI SER KURDISTANÊ NAYÊN SEPANDIN"

    Li ser helwesta Hikûmeta Kurdistanê û daxuyaniya wê jî, Salihî got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî destûra Iraqê destkeftiyên Herêma Kurdistanê diparêze lê belê hikûmeta Iraqê bêtirî yek ji sisiyan ji bendên destûra Iraqê cih bi cih nekirine. Loma hemû biryarên li Iraqê û heta li parlementoya Iraqê jî, dûrî prensîpa lihevkirina hemû beşan e û herwiha dûrî wê prensîpê ye jî ku Herêma Kurdistanê herêmeke pêbawer, meşrû û qanûnî ye û nikarin ti biryarê li ser wê bisepînin".

    "HIKÛMETA KURDISTANÊ NE LI DIJÎ HATINA FERMANBARAN E LÊ LI DIJÎ…"

    Parlemantarê Koma Dewleta Yasayê ya şîî ku beşeke ji Hevpeymana Şîiyan a Parlemantoya Iraqa ye ji Spûntîk Kurdistanê re mercên Bexdayê bo destpêkirina danûstendinê wiha eşkere kiribûn û ew merc wiha ragihandibûn:

    • Hilweşandina encamên refrandûmê.
    • Vegerandina desthelata hikûmeta federal bo her dû deriyên Ibrahîm Xelîl û Fêşxabûrê.
    • Vegeriyana endamên Parlementoya Kurdistanê û Wezîrên Hikûmetê bo ser karên xwe.
    • Pêkanîna şandekê ji Herêma Kurdistanê ku nûnerîtiya tev partiyên siyasî li herêmê bike.

    Siyasetmedar Salihî diyar kir ku tiştê Iraq dixwaze bike, ew e ku artêşa xwe bîne deriyên sînorî û wiha pê de çû: " Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne li dijî wê ye ku çend fermanbarên hikûmeta Iraqê li deriyên sînorî bi cih bibin lê Iraq dixwaze artêşa xwe li wir bi cih bike û em li dijî wê ne. Li gorî destûra Iraqê, Hêzên Pêşmerge beşek ji hêzên ewlekariyê yên Iraqê ne û pasevanên sînorî ne jî. Ew dixwazin hêzên xwe yên leşkerî bînin û em dibêjin, hûn dikarin karmendên gumrik û wezaretan bînin lê bi ti awayî em wek Herêma Kurdistanê qebûl nakin ku artêş, polîs û asayîşên Iraqê werin wê derê.

    ARMANCA MERCÊN IRAQÊ LI SER KURDISTANÊ ÇI NE?

    Li ser pirsyara bê gelo armanca Iraqê ji van mercan çi ye, Salih wiha dibêje: " Armanca Hikûmeta Iraq ji van mercan ew e ku destûrê biguherînin lê bêyî qebûlkirina Herêma Kurdistanê nikarin biguherînin ji ber li gorî destûrê iraqî, ji ber du parêzgeh qebûl nekin, guhertina destûrê pêk nayê. Herwiha. Armanca wan hilweşandina Herêma Kurdistanê ye. Armanca wan perçekirina herêma Kurdistanê ye."

    "IRAQ WIHA DIFIKIRE KU ÎRAN HER DI XIZMETA WAN DE YE"

    Ji aliyê din ve, Salih diyar dike ku piştî bûyeren 16ê Cotmehê ku Kerkûk tê de hat kontrolkirin, Iraq ji ser xwe çûye û wiha pê de diçe: Ew tûşî xirûrê bûn û wiha difikirin ku Artêşa Îranê her di xizmeta wan de ye. Ew tiştê di 16ê Cotmehê de çêbû bi beşdariya Îran, Heşdî Şeibî, milîsên şîî û hinekî bi beşdariya Tirkiyeyê û hinek aliyên derve pêk hat. Lê niha ew plan êdî bi kêr nayê. Êdî divê her tiştî li gorî destûrê be û bi navbeynkariya aliyên navdewletî be. Divê dewletên wek Amerîka, Brîtanya, û Fransayê di navbera me û Iraqê de bin, wê çaxê em ê rêkeftinekê li gel Iraqê pêk bînin."

    "ÇI TIŞTÊ LI DERVEYÎ DESRÛRÊ EM QEBÛL NAKIN"

    Salih di dawiya axiftina xwe de diyar dike ku er tiştê li Iraqê çêdibin, rikeberiya siyasî û kampanyaya hilbijartinan e û wiha dewam dike: Şîî dijî şîiyan in, Malikî dijî Ebadî, Ebadî dijî Caferî, Caferî dijî Hekîmî ye. Ew hemû nakokiyên xwe di ser kurdan re sax dikin. Em kurd amade ne ji bo her tiştî û bi ti awayî qebûl nakin ku Herêma Kurdistanê perçe bikin û qebûl nakin destûrê Iraqê bê hilweşandin. Em amade ne ji bo her tiştê li gorî destûrê lê çi tiştê li derveyî destûrê em qebûl nakin.

    Bi heman mijarî:

    Qibris: Em amade ne ku bi Herêma Kurdistanê re alikariyê bikin
    Homoseskeulîtî li Kurdistanê: Asayîbûn heye lê asteng jî pir in
    Şirketa Norwêcî: Em ê xebatên xwe li Kurdistanê dewam bikin
    Wezîrê iraqî derbarê budçe û referandûma Kurdistanê de daxuyaniyek da
    Iraqê ji bankayên taybet xwest ku hemû beşên xwe yên Kurdistanê bigirin
    Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê daxuayniyek li ser desthilatên Serokatiyê da
    Etîketan:
    Berdevkê Dadgeha Federal a Iraqê, Karwan Salih, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de