11:24 21 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Îranê

    Aliyên Şiî yên Iraqê dixwazin rê li ber zewaca keça 9 salî vekin

    © AP Photo/ Vahid Salemi
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 50 0 0

    Hin aliyên siyasî yên Şiî di Perlemana Îraqa Federal de hewl diden yasaya barê kesî ya taybet bi mafên civakiyên welatiyan ya sala 1959an li Îraqê bi guherînin û rê biden keçika di temenê 9 salî de bi pereyan were zewicandin.

    Derbarê mijarê de Sputnîk Kurdistan peywendî bi perlemantar Rêzan Şêx Dilêr danî. Endama lijneya mafên jinan di perlemantoya Îraqê Dilêr ragihand, "Fraksyona Civata Bilind a Îslamî bi serokatiya Emar Hekîm û bi piştgiriya hevpeymanya şiî ku mezintirîn fraksyon e di perlemantoya Îraqê de projeyasayek pêşkêşî perlemantoyê kiriye bi mebesta rastvekirina yasaya sala 1959an ya taybet bi barê kesî, di rojên borî de xwendina yekê kirin, lê me weke lijneya taybet bi mafên jinan û hin perlemantarên din ev pêşnûmaya yasa red kir û nerazîbûna xwe derbirî, ji ber ku ev yasa na guncaw e di vê serdemê mirovayetiyê. Ev yasaya barê kesî li Îraqê di dema xwede di bineret de hatiye pejirandin. Ji bo parastina mafên welatiyan û durxistina wan ji her tundkariyekê, ji ber ku civaka Îraqê civakekî fire ol û ayîn û netewe û mezheb e. Eger ev pêşnûma neba, mafên kesî û civakî weku pêwîst nedihatin parastin.

    ‘DÊ HERKES LI GORÎ BAWERIYA XWE BIZEWICE Û HEVJÎNA XWE BERDE'

    Polîsên Iraqê û Pêşmerge li Kerkûkê
    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Rêzan şêx Dilêr dibêje ku, ew dixwazin yasaya sala 1959an bê rastvekirin û rê bide her kesî ku li gor ol û mezheb û ayînên xwe bizewicin û nivîsîngehên taybet bo zewacê bên avakirin û her kes bikaribe bi rêya nivîsîngeha xwe bixewice yan hevjîna xwe berde. Piştî zewacê serdana dadgehê bike tenê ji boy pesendkirina zewaca xwe. Li pey sayayên taybet bi civakî ve her zewacek li derveya dadgehê be tawanê û divê bên sizadan, wan ev bende jî ji nava yasayê reşvekirye.

    ‘DIXWAZIN KEÇA BI PEREYAN BIZEWICÎNIN, BERDIN Û HÎÇ MAF Û DESTHILATEKE WAN TUNEBE'

    Li ser pirsa ‘Gelo hîç ol û ayînek li Îraqê rê dide van cûre zewace hebin?' Endama lijneya mafên jinan wiha bersivand, "Belê, mezebê Ce'ferî rê dide ku keça 9 salî bi zewce û babê wê bi zewcîne. Armanc ji guhertina vê yasayê ji boy wê yekê ye ku ew bi kêfa xwe bixewicin û keça bi pereyan bixewicînin û berdin û jinê hîç maf û desthilatek nebe di zewacê de, herwiha divê rê ji boy xwe xweşken bo zewacên din bikin weke zewaca Misyar (Zelam li mala xwe û jin jî li mala xwe be û tenê zewac biken) û zewaca Mute (Marekirina jinê bo demeke diyarkirî) mehekê yan salekê yan çend ew zilam dixwaze zewwicî bimîne.

    DILÊR: EM BI TUNDÎ LI HEMBERÎ VÊ YASAYÊ DERDIKEVIN

    Rêzan şêx Dilêr diyar dike ku ew bi tundî li hemberî vê yasaya medenî derdikevin û wiha pê de diçe, "Em giş hewl didin ku ev yasa neyê pejirandin û me aliyên nêvdewletî û rêkxistinên taybet ên mafên mirov û jinan haydarkirine û Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê û Neteweyên Yekbûyî (NY) dijberiya xwe li hemberî vê yekê ragehanine."

    Herwiha li gor zanyariyên ku Sputnîk Kurdistanê bi dest xistine li başûrê Îraqê perlemantarekî şiî bi keçeke 9 salî re zewicî ye.

    Bi heman mijarî:

    Îro 57. Salvegera Şewata Sînemaya Amûdê ye
    Fuara pirtûkan ya Stenbolê û ArtIst 2017 sibe dest pê dikin
    Weşangerên kurdî derbarê Tuyapê de çi difikirin?
    Yekîtiya weşangerên Tirkiyê: Bila careke din şerma şewitandina pirtûkan neyê jiyîn
    Etîketan:
    şii, yasa, zewaca têkel, pêşnûma, zewac, Sputnik Kurdistan, Rêzan Şêx Dilêr, Parlemana Iraqa Federal, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de