17:38 22 Nîsan 2018
    Vexwendnameya 22yemîn Mihrîcana Helbesta kurdî li Sûriyeyê

    22yemîn Mihrîcana Helbesta kurdî li Sûriyeyê hate li dar xistin

    © Sputnik /
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    0 40

    22yemîn Mihrîcana Helbesta kurdî li Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê li Hola Zana rex Havanayê hate li dar xistin. Nivîskar û şa'ir Konê Reş ji Sputnikê re derbarê mihrîcanê de axivî.

    Nivîskar û şa‘ir binxetî Konê Reş ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku yên ku bi kar û barê festîvalê radibûn baskekî tevgera Kurdî bû û derbarê mihrîcanê de ev agahî ragihandin, "Festîval, îro 10ê mijdarê saet 10.00an li Hola Zana rex Havanayê li bajarê Rojavayê Kurdistanê li Qamişloyê hate lidarxistin. Festîval ji sala 1993an vir ve 11ê mijdarê anku di 22 çeriya pêşîn, di roja koçkirina Seydayê Cegerxwîn li dar dikeve. Li dora 40 helbestvanî tevlî mihrîcanê bûn û helbestên xwe xwendin."

    'ME BÊHTIR RÊ DA XORT Û KEÇAN DA KU HELBESTÊN XWE BIXWÎNIN'

    Konê Reş ragihand ku helbestkarên weke Ehmed Huseynî, Mehmûd Sebrî, Bavê Helbest, Can Birahîm û Dildarê Şerko jî tê de li dora 40 helbestkarî tevlî mihrîcana helbestê bûn û di dawiya mihrîcanê de tu daxuyanî an jî encamname nehate dayîn. Min helbest nexwendin, me bêtir rê da xort û keçan ku helbestên xwe bixwînin."

    'REWŞA HELBESTÊ DAKETIYE'

    Li ser pirsa me ya ‘helbestên hatine xwendin çawabûn, rewşa helbesta niha çawa ye?' Konê Reş wiha bersiv da, "Rewşa helbestê daketiye. Min ji 40 helbestî 2 heb ecibandin, helbesta Can Birahîm û helbesta Dildarê Şeko. Yên mayî ne helbest bûn di baweriya min de. Ji 90% helbestên hatin xwendin kilasîkî bûn. Gotinên rêzkiri bûn. Afirandin di wan de nebû."

    'JI BER ASTENGIYAN EZ TEVLÎ FESTÎVALÊ NEBÛM'

    Helbestkar û wergêrê binxetî Kiyaksar Temir ku niha ew li Stenbolê dijî ji Sputnikê re axivî û got, "Berî bi 2 salan ez tevlî heman festîvalê bûbûm. Berî festîvalê te helbesta xwe dida juriyê û jûriyê helbesta te dipejirand û dema ku roja festîvalê dihat tu derdiketî ser dikê û te helbesta xwe dixwend. Ger niha ez li Qamişloyê bûma ezê tevlî festîvalê bûbama lê li Stenbolê me û hesteke nexweş e ku mirov dûrî welêt be û ji ber astengiyan mirov nikaribe tevlî çalakiyên wiha bibe."

    HELBESTKARÊ KU BO FESTÎVALÊ NEHATE VEXWENDIN FESTÎVAL REXNE KIR

    Ji hêla din ve welatiyekî bi navê Warshin Amudê ji ber ku bo festîvalê nehatiye vexwendin rêvebirên festîvalê rexne dike û dibêje gelo mafê me jî tune ye em tevlî festîvalê bibin yan Amûdê ne di xaça rêza helbestê de ye? û wiha pê de diçe, "Mamosteno helbestvanno bi roj û mehan em dinîvisînin ta go ev ro bê em berhemê xwe tê de diyar bikin. Mamoste ne hûn tenê helbestvanin. Guneha nekin. Mafê tu kesî nexwin…"

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê bi navê Loading mekanekî nû yê hunerê vebû
    Fuara pirtûkan ya Stenbolê û ArtIst 2017 sibe dest pê dikin
    Fuara pirtûkan û weşanxaneyên kurdî
    Li fuara Army-2016a wê zêdetirî 50 sêwir werin pêşkeş kirin
    Li fuara pirtûkan Ihsan Eliaçik rastî êrîşê hat
    Etîketan:
    Mihrîcan, Festîval, helbestên kurdî, çand û huner, Warshin Amûdê, Kiyaksar Temir, Bavê Helbest, Mehmûd Sebrî, Konê Reş, Qamişlo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de