07:26 21 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    'Barzanî mecbûr e berê xwe bide Rûsyayê'

    © REUTERS/ Reuters TV
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Fethullah Ozmen
    0 22010

    Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çend daxuyaniyên xwe de helwesta Rûsya wekî ji ya Amerîka erênîtir nirxandibû. Herî dawî jî di hevpeyvîna xwe ya ewil a piştî referandûmê de weha gotibû. Kurdistan dê têkiliyên xwe bi DYAyê re berçav bike û destnîşan kiriye ku helwesta Rûsyayê erênîtir e.

    Li ser vê yekê em jî wekî Sputnik Kurdistan bi pisporên bi vê mijarê re eleqedar re axifîn. Siyasetmedar, nivîskar û lêkolînerê Kurd Tarik Ziya Ekincî ragihand ku di vê mijarê de agahiyeke zelal tuneye û weha berdewam kir: "Rastiyeke ku ji Amerikayê gilî û gazincan dike. Ev yek ji ber sozên ku berê hatine dayin nehatine cih, bi taybetî jî astengnekirina êrîşa Hêzên Iraqê a li ser axên Kurdistanê û heta li gel ku gotibûn em ê bê alî tevbigerin lê musamaha nîşandayinê pêk tê."

    ‘TÊKILIYÊN BI AMERÎKAYÊ RE DÊ VEGERIN REWŞA ASAYÎ'

    Ekincî di wê baweriyê de ye ku dê têkiliyên Kurdistanê û Amerîka vegerin asta berê: "Li gel helwesta neyênî ya Amerîkayê jî ez mimkûn nabînim ku Barzanî û PDK tewecuha Rûsyayê bikin. Ez bawer dikim ku dê bi demê re rêyek were dîtin û têkiliyên bi Amerîkayê re vegerin rewşeke asayî."

    ‘HEWLDANA BARZANÎ JI BO KU PIŞTGIRIYA RÛSYAYÊ BISTINÊ PİR ASAYIYE'

    Profesorê dîrokê û pisporê Rojhilat Navîn yê ji Zanîngeha Marmara ya Tirkiyê Navîn Cengiz Tomar jî di vê mijarê de diyar kir ku Amerîkayê hêviyên kurdan û Barzanî şikandine û weha axifî: "Ji ber helwesta Amerikayê ya derbarê referandûmê de hêviyên Barzanî şikestin. Ji ber wê yekê gelekî asayîye ku nêzî Rûsyayê bibe. Lê belê tê zanîn ku Rûsya jî bi nepenî piştgiriyê dide YPGyê, di vê mijarê de guman hene. Ji ber vê yekê jî ji bo ku vê kartê ji destê Rûsya derxîne û hem jî ji bo ku li hember Amerîkayê têşeyeke hêzê derxe holê dibe ku vî tişî dike. Tê zanîn li herêmê ne mimkûne ku Barzanî li hember Tirkiyei Iraq û Îranê bi tenê bimîne û hewldana ku piştgiriya Rûsyayê bidest bixe ji bo min pir asayî tê."

    ‘HELWESTA BARZANÎ HELWESTEKE TAQTÎKÎ YE'

    Tomar da zanîn ku helwesta Barzanî helwesteke taqtîkî ye û dê dimeke kurt de bi ser nekeve û weha pê de çû: "Rûsya di hin mijaran de dewleteke gelekî tamahkar e. Mesela Rûsya hem têkiliyan bi PKKê re datîne hem jî bi Tirkiyê re. Dikare her du têkiliyan pêkve deyne. Ji ber wê jî dibe ku hewl bide Rûsya bikşîne alîyê xwe. Lê helbet ev proje dê wisa di demeke kurt de encam nede. Niha çalakiyên Rûsya li Iraqê kêm in. Li Sûriyê çalakiyên Rûsyayê hene. Em dikarin bêjin ku ev guherîneke taqtîkî ye."

    ‘BARZANÎ MECBÛRE BERÊ XWE BIDE RÛSYAYÊ'

    Tomar aşkere kir li herêmê kurd her tim bi piştgiriya dewleteke bi hêz li ser piyan dimînin û axaftina xwe weha bi dawî kir: "Li vê herêmê kurd an bi Rusyayê re an jî bi Amerîkayê re, yanî beşeke wan bi Rûsyayê re beşeke wan bi Amerîkayê re tevdigerin û hewl didin ku hebûna xwe saz bikin. Lê belê di dîrokê pê de, ji aliyê her du dewletan ve hêviyên wan hatine şikestin. Ez helwesta Barzanî ya niha taqtîkî dibînim jixwe wekî din jî şensekî wî tuneye. Ji ber ku li herêmê hêzeke din ku alîkariya Barzanî bike tuneye mecbûre berê xwe bide Rûsyayê. Lê di demeke kurt de dê bisernekeve."

    KURD JI AMERÎKAYÊ HÊVÎDAR BÛN

    Profesorê civaknasîyê û pisporê siyasetzaniyê yê zanîngehe Şehîr ya Stenbolê Mesut Yegen jî bal kêşand ser ku Amerîkayê hêviyên kurdan şikandine û weha axifî: Sedema vê yekê gelekî aşkere ye. piştî referandûmê hêviyên kurdan ji aliyê Amerîkayê ve hatin şikandin. Hêviya kurdan ew bû ku bi taybetî jî dema ku êrîşa li ser Kerkûkê pêkhat dê Amerîka Haşdî Şabî asteng bike an jî alîkariya kurdan bike. Lê Amerîkayê wekî ku alîkarî nekir rê li ber wê yekê vekir ku Iraq û Haşdî Şabî hema bêje ku Herêma Kurdistanê bi tevahî têk bibin. Pêvajo hîn ne gihaye wê astê lê diyare ku neyê sekinandin nêta hikûmeta Iraqê û Haşdî Şabî ewe ku Herêma Kurdistanê vegerînin rewşa salên 2004 û 2005an. Yek ji sedema hêvî şikestina kurdan ev e.

    ‘PDK Û BARZANÎ DIXWAZIN NÎŞANÎ AMERÎKA BIDIN KU DESTÊ WAN EW QASÎ NE LAWAZ E'

    Yegen destnîşan kir ku ji bo encamekê hê zûye ku mirov tiştekî bibêje û weha berdewam kir: "Bi vê ve girêdayî PDK û Barzanî dixwazin nîşanî Amerîkayê bidin ku destê wan ew qasî jî ne lawaz e û li herêmê ne muhtacê Amerîkayê ne. Lê ez difikirim ku hê zûye ji bo ku em encama ku kurd bibêjin Amerîka nebû em bibin mutefikê Rûsyayê. Gelo Rûsya amadeye ku piştgiriyeke bi qasî ya Amerîka heweskar bide kurdên Iraqê û PDKê. Van rojan bersiveke vê yekê ya zelal jî tuneye. Lê belê Rûsya dikare eleqeyeke wekî ku ji Sûriyê re nîşan dide ji Iraqê re jî nîşan bide. Ji ber vê jî ne mecbûriye ku hemû kurd bi awayekî kategorîk siyaseteke bi Amerîkayê ve girêdayî bipêş bixin. Ji ber vê jî dikarin Rûsyayê bi awayekî vexwînin Iraqê jî. Lê ya rast ez difikirim ku gotinên Barzanî ew gotin in ku piştî hêvî şikestina pey referandumê de bi germahî hatine gotin. Ez zêde texmîn nakim ku kar bighe wê radeyê."

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Iraqê: Nebêjin 'Kurdistan', lê bibêjin 'Iraq'
    Neteweyên Yekbûyî: Nabe ku Kurdistan ji Iraqê veqete
    Parlementerê YNKê: Kurdistan amade ye, petrolê di ser SOMOyê re bifroşe lê bi şertekî
    Vahap Coşkun: YNK û PDK li hev nekin, dê Kurdistan rûbirûyî parçebûn û qeyrana siyasî bibe
    Deriyên sînorî yên Iraq û Kurdistan li ser wan gotûbêjan dikin, çi ne?
    Kerîm: Di dema herî nêzîk de wê Kurdistan serbixwe bibe
    ‘Kurdistan li hemberî Îran û fikrên tundrew eniyek e'
    Etîketan:
    herêm, Rûsya, Barzanî, Cengiz Tomar, Tarik Ziya Ekinci, Mesut Yegen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de