01:24 14 Kanûn 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Siyasetvan û çavdêran siyasî destjikarberdana Barzanî û rewşa herêmê nirxandin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Do Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyek ji Parlementoya Herêma Kurdistanê re şand daku dema serokatiya wî neyê dirêjkirin û desthilatên posta serokatiya li ser saziyên Civata Wezîran, Parlemento û Dadweriya ve werin parvekirin û ji aliyê parlementoyê ve hat pejirandin.

    Siyasetzan û çavdêrên siyasî li Herêma Kurdistanê nerîn û boçûnên cuda hene li ser vê gava siyasî di pêvajoya siyasî û demokrasiya herêma Kurdistanê de.

    "BARZANÎ DIYAR KIR KU POSTA SEROKATIYA JÊ RE NE GIRING E"

    Spûtnîk Kurdistan nerîn û rayên hinek wan siyasetan û çavdêran wergirtin ku Serokê Partiya Karker û Rencderan û endamê perlementoya Kurdistanê Bapîr Kamelayî derbarê vê mijarê got: Kak Mesûd mezinahiya xwe bi vê nameyê nîşan da ku mirovekî pir mezin e û xuya kir ku pêwîstiya wî bi postê nîne, Pêwîstiya posta serokatiya herêmê bi kak Mesûdî heye. Ev li aliyekî û li aliyê din ve, ew propogandayên ku li dijî serok Barzanî dihatin kirin ku posta serokatiya herêmê bernade, xuya kir ku post ji bo wî girîng nîne û ew wek Pêşmergeyekî dê berdewamyê bi xebata xwe bike û dê wek serokekî rûhî bimîne. Herwiha dabeşkirina desthelatên serokatiya herêmê jî ji bo wê yekê bûn ku valahiyeka destûrî û yasayî li herêmê çênebe, desthelatên serokatiyê li ser saziyên cîbicîkar û teşrîî û yasayî bi piraniya dengên parlementeran hatin pejirandin parve kirin. Lê ev yek nayê wê ramanê ku saziya serokatiya herêma Kurdistanê bi dawî hat û hat hilweşandin, nexêr tenê hatiye ragirtin daku hilbijartinên parlementoyê li herêma Kurdistanê bihên encamdan. Kak Mesûd ji ber xemxurî û dilsozya xwe ji bo pirosa siyasî li herêmê ev name bo perlementoyê şand ji bo ku ti valahiyên yasayî û destûrî li herêmê çênebin".

    "REFERANDÛM NE ŞAŞIYEKE STRATEJÎK BÛ LÊ ŞAŞÎ TAKTÎKÎ BÛ"

    Herwiha Sedîq şukrî çavdêrê siyasî wiha ji Spûtnîk Kurdistanê re nerîn û boçûnên xwe anîn zİman û got:

    Nameya destlkarberdana Barzanî bas li vê dike ku rewşa Kerkûkê egera sereke ye bo vê şkestinê ku li ser Kurdan hatiye û bi awakî veşartî YNKê tometbar dike. Vê jî radigihîne ku eger Referandûm jî nebûya, ev êrîşa li ser Herêma Kurdistan dê dîsa bihata kirin. Tiştê giring di nameya Barzanî de ev e ku vê pirsê tenê di aliyê teknîkî û tektîkî de dibîne anku ji aliyê sitratejîk mêzeyî vê pirsê nake ku serkirdatiya kurdî li warê stratejîk ve jî şaşetî kiriye anku eger Kerkûkê di ber xwe de bida jî û hemû kerkûk jî ketibûya şerî, dîsa jî ew şkestin dê çêbibûya, çunkî dijminên Kurdan dixwest kurd şaşitiyeke mîna Refrandûmê bikin. Eger refrandûm pêk nehata jî, Hikûmeta Iraqê, Tirkiye û Îranê di destê wan de ti hicet nebûn ku pê êrîşî Kurdan bikin, bo vê kurdan di Refrandûmê de wenda kiriye, çunkû hemî dostên xwe yên cîhanê wenda dike. Bo vê jî di vê kurd di vê xalê kêmasiya xwe bibînin, eger ne, nikarin bo dema pêş gav biavêjin.

    "NIHA DESTÊ BARZANÎ DIRÊJTIR DIBE"

    Herweha Dilşad şeban parlemanterê PDKê di Parlementoya Kurdistanê dibêje" berî dû sala serok Barzanî got" demê dirêjkirina desthelata min bi dawî bûye, lê aliyên siyasî gotin ji ber şerê DAIŞê, divê Barzanî wek serokê herêmê bimîne ta şerê DAIŞê bi dawî dibe, lê piştî bidawîbûna şerê DAIŞê, Barzanî nameyeke din bo parlemantoya Kurdistanê şand û tê de daxwaz kir li gel aliyên siyasî çareseryeke yasayî bibînin û kesekî din destnîşan bikin ji bo ku posta serokatiya herêmê werbigire, lê aliyên siyasî nikarî bigihêjin ti rêkeftinê ji bo diyarkirina kesekî ji bo posta serokatiya herêmê ji Barzanî werbigire. Herwiha ji bo hilbjartina serokatiya herêmê jî hîç namzed nebû, lê serok Barzanî dawî biryara xwe da ku naxwaze careke din desthilata wî bihê dirêjkirin û nevê careka din xwe berbjêr bike ji ber ku her dû gav dijî yasaya serokatyê ne. Barzanî wek erkekî siyasî û yasayî ev biryar wergirt û name şanda bo parlemantoyê ji bo ku valahiyek yasayî bo dema heşt mehên bê çênebe ku perlemantoyê dema xwe dirêj kiriye taku hilbijartinên giştî bên encamdan, duh desthelatên serokê herêmê, parlemantoya Kurdistanê bi ser civata wezîran, parlemanto û desthelata dadweriyê de dabeş kirin.
    Barzanî piştî vê biryarê û dest berdan ji posta serokatiya herêmê bêtir derfet dibe û destê wî bêtir dirêj dibe ji boy ku weku mercekî siyasî, bikare li ser bidestxistina mafên gelê kurd raweste û dakokiyê li ser bike, bi taybetî di warê bidestxistina serbixweyiya herêma Kurdistanê de.

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurdistan dê bibe endamê FIFAyê'
    ‘Me çawa Kurdistan parastiye emê sînorê dewleta wê jî biparêzin’
    Li bajarê Hanoverê konferansa aborî ya Kurdistan û Almanyayê
    Îran: Kurdistan cuda bibe, em ê dergehên sînorî bigirin
    Pêşmerge: Kurdistan pariyeka wisa nîne ku bi hêsanî bê xwarin
    Etîketan:
    Partiya Karker û Rencderan û endamê perlementoya Kurdistanê, Bapîr Kamela, Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de