09:31 12 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûm - Kurdistan- Kurdistanê

    Garip: Ger Herêma Kurdistanê ne biryardar be Iraq dê xweseriyê bêwate bike an ji holê rake

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    0 30

    Katalonya û Herêma Kurdistanê du herêmên xweser in ku di heman demê de ji bo ku serbixwe bibin referandûm kirin. Hewldana serxwebûnê ya kurdan têkşikest lê Katalonya li hemberî hemû gef û hişyariyan serxwebûn ragihand. Em bi Akademîsyen, siyasetzan û aborînas Sharo I. Garip re li ser hewldanên serxwebûnê yên Katalonyayê û Herêma Kurdistanê axivîn.

    Garip, "Berî her tiştî divê em destnîşan bikin ku dema tezên ku dibêjin ‘dema netew-dewletan çû' neçûye. Bi gotina Nairi, "Mijara sereke ya felsefeya modern ne pîşesazî ye / Ne mekîneya buharê û kombers e, netewe ye"

    Hem vesazkirina civakî ya kapitalîst û hem jî weke waqiayek 200 salî netew û netewperwerî di demên xwe yên kemilî de bin jî nayê wê wateyê ku dê bi hesanî ji holê rabin. Çimkî diyardeyên netewe û netewperweriyê di têgihiştina civakan de tekabulî realîteyekê û pêngaveke pêşveçûyînî dibin.

    Akademisyen Alk.Doç.Dr. Sharo I. Garip
    © Sputnik/ Mevlut Oguz
    Akademisyen Alk.Doç.Dr. Sharo I. Garip

    Di sedsala 20. de di qada siyasî ya cîhanê de kêm dewlet ji holê rabûne lê hejmara dewletên nûwaze çar qetan zêde bûye. Di sedsala 21ê de ligel ku hejmara dewletên nû kêm bûye jî pêvajoya dewletbûyînê her berdewam e. Herdem ji bo ku bê destnîşankirin ku dema netew-dewlet qediya welatên Ewropayê wek mînak hatine nîşandan. Eger civaka Ewropayê bi ser keve dibe ku di nava civata Ewropayê de weke dema şehînşahiyan (împaratorî) de weke nasnameyên xweparastî netewe jî xwe biparêzin û veguherîne şehînşahiyekê modern. Zehmet e ku mirov pêşbîniyê bike bê ka dê di sedsalên pêş de di qadên pergalên polîtîk ên dinyayê de dê weke bajar-dewlet, netew-dewlet an jî şehînşahiyên polîtik birêxistin bibin. Lê em dikarin pêşbîniya wê yekê bikin ku ji bajar-dewletên dêrîn yên Yewnanê û ta roja me bi sedan salên pêşveçûyîna werarparêziyê (evolutionary) ya ku her xwe dubare kiriye nasnameyên wêrankar ji holê ranebûne. Mînaka dawî Katalonyayê bi awayekî eşkere bi me da xuyakirin ku netewe naxwazin ji mafê xwe yê xwezayî yê xwebirêvebirinê feragat bikin.

    ‘KATALANAN TEVÎ DIJBERIYA ISPANYA Û EWROPAYÊ SERXWEBÛNA XWE RAGIHANDIN'

    Neteweyên derengmayî (ango neteweyên ku di pêvajoya dîrokê de ntewebûna wan hatine astengkirin) ên weke Katalan, Kurd, Bask û Tamîlan dewletbûyîna xwe tewaw nekirin. Her çiqasî Yekitiya Ewropa (YE) û pergala dinyaya lîberal di mijara zêdebûna alayan de gelek caran hemfikir bin jî Katalanan referendûm kirin û tevî dijberiya Ispanya û Ewropayê serxwebûna xwe ragihandin. Ev yek ne tenê li dewletên doraliyên wan, li nîzama dinyayê jî, ji ber ku li ser înkarkirina neteweya kurdan ava bûye, rewşê tevlîhevtîr û komplekstir dike."

    ‘DI SERKEFTINA HEWILDANA SERXWEBÛNÊ YA KATALANAN DE NÎSBETÎ KURDAN SEDEMÊN DERVEYÎN Û HUNDIRÎN HENE'

    Katalan di nava 4 dewletan de parçe nebûne û mîna kurdan bi hevkariya 4 dewletan rastî êrîş û dorpêçan nehatine. Katalonya bi îhtîmala herî xirab dikare bi rêya behrê bazirganiyê bike. Hetta reqîbên dewleta Ispanyayê dê bi kêfxweşî vê yekê bikin lê bi girtina deriyên sînoran û dorpêçê dixwazin û dikarin Kurdistanê bifetisînin.

    Hikûmeta Ispanyayê ne tenê ji Katalanan herwiha ji neteweyên cuda yên wêke Galicya, Bask û wd. pêk tê Hispanî naxwazin bi hemû pêkhateyan re şer bikin. Lê li Iraqê çend neteweyên mezin tune ne, neteweya nijd (zêde) Ereb û wekî kêmek (minority) Kurd hene. Dema ku Iraq li hemberî kurdan şerekî bide destpêkirin gelekî din yê mezin tune ye lewra ev yek destê Iraqê xurt dike.
    Artêşa kurdan heye lê nîsbetî Katalanan arastekirî nîn e, lew arastekirî be jî di demên modern de ne tank, girseyên arastekirî yê fambar dibine xwedan îktîdar.

    ‘NE TENÊ PÊVAJOYA NETEWEBÛNE HERWIHA PÊVAJOYA SAZÛMANIYA KURDAN JÎ NÎSBETÎ KATALANAN QELS E'

    Yek ji cudahiyên katalanan û kurdan ew e ku sazumaniya kurdan ji ya katalanan qelstir bû û di berdewamiya analîza xwe de Garip dibêje ku, "Ne tenê pêvajoya netewebûne herwiha pêvajoya sazûmaniyê ya Kurdan jî nîsbetî Katalanan gelek qels e. Netewebûna Katalanan di demekê zû de bi awayekî zanebûnî tewaw bû. Elbet di vê yekê de roleke sereke ya endustrîbûna zû, xwendin û nivîsandinê, çanda bajarîbûnê jî heye. Lewra di netewebûnê de nakokiyên di nava xwe û zûka safîkirin. Dema ku em li Kurdistanê dinerin ji ber tunebûna endustrîbûnê rêkeftina bingehîn a netewebûnê nehate sazkirin. Dabeşiyên herêmî, aşîrî, mezhebî hetta bîrdozî nehatine safîkrin, ev giş di dema dewletbûnê de handîkapên mezin in. Herwiha di 15 salên dawiyê de hikûmeta herêmî di rewşa heyî de têra xwe amadekariyên siyasî, aborî û dîplomasiya nevnetewî pêk neanine."

    ‘BINYADA FEDERATÎF YA ISPANYAYÊ JI YA IRAQÊ SAXLEMTIR E'

    Garip di analîza xwe balê dikşîne ser faktoreke din ku ew faktor jî binyada fedaratîf e û hewldana serxwebûnxwaz ya herdu dewletan wiha dide berhev, "Faktoreke din jî, binyada federatîf ya Ispayayê ji ya Iraqê saxlemtir bû. Çimkî Ispanyayê jî weke dewletên din yên Ewropî demokrasî konsolîde kiriye. Vê yekê deyndarê sazûmaniya federatîf e. Lê li Rojhilata Navîn ji dêvla efekta hînbûnê-demokrasiyê ji hînbûna-rejîmê desthilatdar û konselîdasyonê behs dikare were kirin. Bo nimûne li Iraqê ne dewletê û ne jî civakê demokrasî hezm nekiriye. Ji ber hindê hewldana serxwebûnê ne li Iskoçyayê ne jî li Katalonyayê weke ya Iraqê îhtîmala şerê navxweyî dihundirîne."

    ‘ISPANYA Û YEKITIYA EWROPA JI BANDORA DOMÎNOYÊ DITIRSIN'

    Garip li ser pirsa ‘Piştî ragihandina serxwebûnê Hikûmeta Navendî ya Ispanyayê biryar da ku rêveberiya Katalonya ya ku serxwebûn ragihandiye fesih bike û ji bo hilbijartinan dîrok diyar kir. Yekîtiya Ewropa diyar kir ji bo wan tu tişt ne guheriye, tekane muxatabê wan Ispanayayê. Amerika yekrêziya axa Ispanyayê diparêzê. NATO eşkere kir ku ev kêşeya siyasî ya Ispanyayê ya navxweyî ye. Bi giştî tu bertekên li hemberî serxwebûne çawa dinirxinî?' wiha nêrînêm xwe anîne ziman, "Hikûmeta Ispanyayê ditirse ku herêmên din ên otonom jî heman rê û rêbazê bişopînin. Ji tirsa tesîra domînoyê bifikar e. Yekîtiya Ewropa (YE) bi taybetî di lihevnekirinên Iralandayê û welatê Baskiyan de hayjixwe hebû, niha jî ji bo Katalanan hayjixwe heye. Du egerên girîng ên vê yekê hene: Sedema yekem YE ditirse ku li dewletên pirnetew ên weke Biritanyay Mezin, Belçîka, Italyayê jî heman rê û rêbaz bê pejirandin. Sedema duyemîn î ew e ku, YE difikire ku bi hewldanên bi vî şeklî îstîqrara ku bi dewletên heyî re saz kiriye xira bibe. çimkî YE hedef dike ku dewletên Ewropayê zeyîf bibin û tevahiya Ewropayê di din sîwaneke din de peydabûne dewletine nû dê sîwana mezin qels bibe ango nakokiyên di navbeyna dewletan de zêdetir bibin. Bo nimûne zêdebûna nêrînên cuda ên di navbeyna Katalanan û Ispanyayê de ya jî Iskoçan û Ingîlîztanê dê kar û barên YEyê dijwartir dike. Ji aliyê din ve NATO stratejîktir tevdigere lewra bi gotina ku ev mijara hundir ya Ispanyayê ye kesî naxeyidîne tevî vê yekê tu şayîş û metirsiya YEyê tune ye lewra herkes di mayîna nava heman yekîtiyê de hemfikir in lewma jî tu bêîstîqrarî dernayê. Hetanî ku yekîtiya leşkerî xira nebe dewleteke nû NATOYê bêhez nake hetta bi dewleteke din dibe ku xurttir jî bibe.

    ‘YA RAST PERGALA SIYASÎ YA NE ADÎL DIBE SEDEMA ŞER Û QEYRANAN'

    Siyasetzan Garip diyar dike ku berî her tiştî ku ya li Ispanyêyê rû dide krîzeke bingehîne û wiha reng dide analîza xwe, "Bi taybetî ev krîz pirsgirêka mafê gelên ku ku dixwazin çarenûsa xwe diyar bikin an go pirsgirêka kêmekan li ser rûyê dinyayê yek ji pirsgirêkên herî girîng e. Weke ku Walker Connor jî destnîşan kiriye di pergala navnetewî de ji ber ku ev grup ji mafê xwe mahrûm hatine hiştin bi gelemşeyên etnîk û netewî dijîn. Connor diyar dike ku zêdetriî 5.000an komên cuda yên etnîk hene ji van bes 10% ji wan jî ner xwedî mafê dewletbûnê ne. ‘Bi ya min pirsgirêk ne ji neteweyên serhildêr e, pirsgirêk ji yên ku neteweyan jî mafî mehrûm hiştin e' Li dinyaya liberal û yasayên Gerdûnî dema ku mewzûbehs balansa hêzan be ew bixwe riayetî yasayên xwe nakin. Rewşa ku Yekîtiya Ewropa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) ya rast divê em bêjin (Civaka Neteweyên Yekbûyî) ketiyê de tam de ev e. Mafê bûyîna an nebûne dewletê ne bi derbasdariya gerdûne bes bi tifaqa dewletên mewcûd re tê diyar kirin. Ya rast pergala siyasî ya ne adîl dibe sedema şer û qeyranan. Ji Şoreşa Fransî û bi vir ve tê texmîn kirin ku ji 800 milyonî zêdetir kes di şerên etnîk û netewî de mirine. Divêtiya neteweyan jî jî weke mirovan bi berdewamiyê heye. Yanî qewm, netewe û etnîsîte dixwazin hebûna xwe, çanda xwe berdewam bikin. Zehmet e ku mirov pêşbîniya wê yekê bike ku dê sedsalên pêş de di qada pergalên polîtîk ên dinyayê de dê weke bajar-dewlet, netew-dewlet an jî şehînşahiyên polîtik birêxistin bibin lê em dikarin pêşbîniya wê yekê bikin ku nasnameyên etnîk an jî netewî bi hesanî ji hole nayê rakirin."

    ‘DI DEMEKE KURT DE NEBE JÎ DI DEMEKE DIRÊJ DE KATALONYA DÊ BIBE DEWLET'

    Em li rewşa berbiçav binerin, Hikûmetên Navendî hewl didin mafên federasyonan kêm bikin, herêmên otonom û federatîf jî hewl didin ku mafê xwe yê xweseriyê berfirehtir bikin. Herêma Katalonyayê dibîne ku gihîştiye sînorê dewletbûnê û li gorî wê tevdigere, difikre ku dema herî guncaw ev dem e. Çimkî ger YE belav bibe dizane ku dê têkeve rewşeke ji vê rewşê xerabtir. Hikûmeta Ispanyayê De Fakto ketiye rewşeke zeyîftir. Îlankirina mafekî, referandûm, şîddeta Ispanyayê destê herêma Katalonyayê xurttir kiriye û Katalonyayê bi rêjeyeke bilind piştgiriya gel stendiye. Di demek kurt de nebe jî, di demeke dirêj de Katalonya ji vêga de bûye dewleteke De Fakto.

    ‘EGER HERÊMA KURDISTANÊ BIRYARDAR NEBE HIKÛMETA IRAQÊ DÊ FEDERASYONÊ BÊWATE BIKE ANGO JI HOLÊ RAKE'

    Ji hêla din ve Herêma Kurdistanê ji ber dûbendî û parçebûna siyasî û leşkerî zaafiyet nîşan daye û vê yekê tifaqa dewletên li herêmê hêsantir kiriye. Vê zaafê kiriye ku dewletên Ewropayê û Amerîkayê di piştgiriyê de tereddut bikin, lewra Kurdistan herêmeke bêhtir birisk e. Eger Herêma Kurdistanê di îradeya ku di referandûmê de derketiye biryardar nebe Hikûmeta Iraqê dê federasyonê bêwate bike ango dê fesih bike, ji hole rake. Hikûmeta Katalonyayê ji serxwebûnê vegere jî Ispanya federasyonê ranake. Lê Hikûmeta Iraqê bi piştgirî û teşwîqên Trikiye û Iraqê dê her hewl bide fedeasyonê betal bike. Bi dîtina min bi dengekî bilind erêkirina referandûmê dide xuyakirin ku gelê Kurdistanê ji bedêla vê yekê re amade ye. Lewra sirf ji bo îqtîdara xwe be jî hikûmeta heyî û partiyên din ên siyasî divê li pişt vê îradeyê bimînin. Herwiha kurd li dinyayê divê li gorî konsenus û blansên siyasî siyasetê bikin. Rêkeftinên aborî jî tê de, di mijarên leşkerî û stratejîk de dive hevpeymanên xwe baş hilbijêrin û xwe mehkûmî yek hevpeymaniyê nekin, dive li vê yekê miqate bin.

    ‘KATALONYA NAXWAZE DEWLEMENDIYÊN XWE PARVE BIKE'

    Garip teqez dike ku Herêmên Ispanyayê Bask û Katalonya du herêmên ku zû pîşesaziya xwe sazkirine û dewlemend in wiha diaxive, "Hasilaya netewî ya xeyrî safî, rêjeya bajarîbûnê û binesaziya wê gelek pêşketî ye. Baskî û Katalonî timî dibêjin ku ew ne çêlekên dohtinê ne. Çimkî ji hikûmeta navendî ya ku ne dewlemend û lewra gelek bacê didin û nîsbetên hindik mezaxtinên gelemperî distînin gilîkar in. Bi kurt û kurmancî naxwazin dewlemendiyên xwe parve bikin. Ji rexê din ve dewlemendî bi tenê ne dewlemendiya darayî ye herwiha girîngiya dewlemendiyên çandî û beşerî jî ewçend girîng in. Netewe, qewm an jî komên etnîk dixwazin dewlemendiyên xwe yên çandî û tarîxî biparêzin. Hinekî jî têkoşîn ji aliyekî ve di ser ekonomîyê re dimeşe ji aliyê din ve jî di ser mafên polîtîk û çandî dimeşe. Yên ku serweriya polîtîk û çandî dabîn nekin serweriya darayî jî nikarin teqez bikin.

    ‘ŞERÊ BEXDA Û HEWLÊRÊ TENÊ NE ŞERÊ DEWLEMENDIYÊN BINERDÎ YE, HERWIHA ŞERÊ SERWERYA POLÎTÎK Û ÇANDÎ YE JÎ'

    Wekî encam Sharo I. Garip dibêje ku, "Şerê di navbeyna Bexda û Hewlêrê de bi tenê ne şerê dewlemendiyên binerdî ye, herwiha serweriya polîtîk û çandî jî yek ji sedemên girîng ên şer e. Şerê 200 salî şerê di navbeyna neteweyên xwedan dewlet û bêdewletan de ye. Netewe, qewm û komên etnîk dê qîma xwe bi tu çareseriyên adîl neyînin. Sazumanên federatîf an jî sazûmanên unîter yên neadîl taliya talî dibe ku bi dewletûnê bêne encamdan. Hêviya ku dê gel dev ji mafên xwe yên rewa berdin bêhtir şer, trajedî û qeyranan bixwe re tine."

    Bi heman mijarî:

    Katalonya: Em biryarên Îspanyayê nas nakin
    KATALONYA - Serokê serxwebûnxwaz sonda Spanyayê nexwend
    Destxeteke din a Mem û Zînê hate dîtin
    Dîplomatê Frensî: Li Herêma Kurdistanê serdema Barzanî û Talabanî qediya
    Kanadayê alîkariya xwe yê leşkerî bo Kurdistanê rawestand
    Civîna Parlamentoya Kurdistanê hat paşxistin
    Etîketan:
    Serxwebûna Herêma Kurdistanê, Serxwebûn, serxwebûna Kurdistanê, Sharo I. Garip, Ispanya, Katalonya, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de