01:14 24 Mijdar 2017
Zindî
    Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

    'Plan hebû ku navenda desthilatê ji Hewlêrê bibin Silêmaniyê'

    © REUTERS/
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)
    0 15002

    Lêkolînerê Rojhilata Navîn ê Zanîngeha Durhamê Dr. Amjed Rasheed rewşa Kurdistanê û sedemên qeyrana Kurdistanê ji Spûtnîkê re nirxandin û diyar kir ku " tekane rêya çareseriyê, diyalog e."

    Dilyar Amûdî

    Şeva 16ê vê mehê Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî operasyon li ser Kerkûkê bi rê ve bir ku di encamê ji bilî çend pevçûnên biçûk, Hêzên Pêşmerge vekişiyan û bajarê ket destê hêzên Iraqê û Heşdî Şeibî.

    Li ser vê yekê Birêveberiya Herêma Kurdistanê ragihand ku hinek kesên di nav partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê(YNK) rêkeftinek bi Bexdayê re kiriye û bi wî awayî bajarê Kerkûkê ketiye destê Artêşa Iraqê.

    Herwiha Sedî Ehmed Pîre li Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku rêkeftineke bi vî rengî hatiye kirin û derbarê mijarê de wiha got: "Hikûmeta Iraqê 48 saet dem da û daxwaza vekişandina pêşmerge kir. Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm hat û di civîna Dukanê de ev yek hat gotûbêjkirin. Paşê bi hêzeke mezin ve hatin ser Kerkûkê. Diyar e, hinek biraderên nav YNKê nexwestiye Kerkûk jî mîna Mûsilê, Reqa û Helebê wêran bibe. Ji bo mirovên mezlûm nemirin peymaneke meydanî kirine."

    "GELEK KURD KIRYARA SEROKÊN YNKÊ WEK ÎXANET DIBÎNIN"

    Lêkolînerê Rojhilata Navîn ê Zanîngeha Durhamê Dr. Amjed Rasheedî bersiva pirsyarên Spûtnîk Kurdistanê li ser qeyrana Kerkûkê da û got," planek hebû ku navenda desthilatê ji Hewlêrê bibin Silêmaniyê."

    Rasheed destnîşan kir ku gelek kurd vê rêkeftina navbera hinek rayedarên YNK û Bexdayê wek "îxanet" dibînin û derbarê mijarê de wiha got: "Rojekê berî qeyrana Kerkûkê, birêveberiya kurdî li Dûkanê civiya û teqezî li ser yekîtiyê û parastina Kerkûkê hat kirin. Lê fraksyoneke biçûk di nava YNKê de ku Hêro Mustefa, Bafil Talabanî, Aras Şêx Cengî kanaleke pêwendiyan bi hikûmeta navendî re vekir ku Serfermandarê Hêzên Qudsê Qasim Silêmanî piştgiriya wê(kanalê) dikir û herdû aliyan li hev kir ku bajarî radestî hêzên Iraqê û milîsên şîî yên Heşdî Şeibî yên Îran piştgiriya wan dike bikin. Gelek kurd vê pêngava çend serokên YNKê wek îxanetê dibînin.

    "HIKÛMETA IRAQÊ BI QUMARÊ LÎST"

    Li ser encamên muhtemel ji radestkirina Kerkûkê re, lêkolînerê kurd behsa du senaryoyan kir û got: "Du senaryo hene,piştî salan ji kontrola kurdan, kurd dê qebûl nekin ku ereb careke din wan bi rê ve bibin, ne ji ber ku ji wan nefretê dikin lê ji ber ji kabûsên raboriyê ditirsin. Bi vî awayî, girseya kurd li van herêman an dê li himberî hêzên iraqî di ber xwe de bidin an jî dê birevin Duhok, Silêmanî û Hewlêrê. Du herdû rewşan de jî, ew dê qeyranekê ji Bexdayê re çêke ku qumarek lîstiye li ser wê yekê ku kurd dê piştgiriyê bidin operasyonên hikûmeta navendî.  Lê em niha dibînin bê çi li Xaneqîn û Kerkûkê diqewime. Eger tişt wek xwe bimînin, dibe ku em şerekî berifreh di navbera hikûmeta navendî û milîsênw ê de ji aliyekî ve û hêzên Pêşmerge ji aliyê din ve. Pêşbînî di vê rewşê de ew e ku civaka navdewletî dê destwerdanê bike daku şerî rawestîne lê dibe ku wê jî neke."

    Piştî operasyona Kerkûkê, li Xaneqîn û Kerkûkê hinek xwenîşandan ji aliyê kurdan ve li wan bajaran hatibûn kirin ku gelek kurdan ew wek "raperîn" bi nav kiribû.

    Herwiha Îro Berpirsê pêşmergeyan yê eniya bakûrê Kerkûkê Dr. Kemal Kerkûkî ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihandibû, "Îro dane sibehê Heşda şebî bi çek û teqemeniyên giran yên Amerîkî êrîşî sengerên pêşmerge kiriye û hewl daye ber bi Hewlêrê ve bên lê hêzên Pêşmerge bi tundtirîn şêweyî bersiva êrişan wan dan û 2 Trombêlên Hemer ji wan şewitandin û zirar û ziyanên mezin dane Heşdî Şebî."

    "NIHA DIVÊ HERÊMA KURDISTANÊ ENCAMÊN REFERANDÛMÊ RAWESTÎNE"

    Amjeedî destnîşan kir ku şer dê çareseriyê neyêne û teqez kir ku ji bilî diyalogê ti çareserî tine û wiha pê de çû: "Bikaranîna hêzê di çareserkirina kêşeyan de bi ser nakeve. Divê lihevkirin pêk were. Pêwîst e, Bexda rêzê bigire li viyana gelê kurd ku di referandûmê de deng dabû û pêwîst e ku Birêveberiya Herêma Kurdistanê jî encamên referandûmê rawestîne heta ku lihevkirinek çêbibe."

    Pisporê kurd îdîa kir ku "senaryoya ku Qasim Silêmanî plan kiribû ku YNKya alîgira Hihûketa Iraqê û Heşdî Şeibî bi awayekî şexsî êrîşî Serokê(Herêma Kurdistanê)Barzanî bikin û wiha pê de çû: "Ez wiha texmîn dikin ku navenda desthilatê biguherînin û ji Hewlêrê bibin Silêmaniyê."

    Mijar:
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Tirkiyeyê derbarê Kerkûkê de hişyarî da
    Fotografê Xamaney li dezgehên fermî yên Kerkûkê hate daleqandin
    Dadgeha îdarî ya Iraqê biryara jikardûrxistina parêzgarê Kerkûkê pesend kir
    Kosret Resûl di derbarê Kerkûkê de daxuyanî da
    Rûdanên Kerkûkê buhayên petrolê zêdekirin
    YNK: Parêzgariya Kerkûkê pişka me ye
    Etîketan:
    YNk, Mesûd Barzanî, Amjed Rasheed, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de