08:41 25 Mijdar 2017
Zindî
    drapeau du Kurdistan

    Piştî Kerkûkê, divê birêveberiya Kurdistanê çi bike?

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 229 0 0

    Parêzera û Pispor Qanûnên Navdewletî ya Jennifer Breedon rewşa Herêma Kurdistanê û bûyerên Kerkûkê ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve ji Spûtnîk Kurdistanê re nirxandin û diyar kir ku tiştê qewimiye, "binpêkirineke tirsnak e ji qanûn û peymanên navdewletî re."

    Dilyar Amûdî

    Piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdisanê ku roja 25ê Îlona borî hatibîu birêvebirin, gef û êrişên li ser Herêma Kurdistanê berdewam kir. Piştî wê jî di şeva 16ê Cotmehê de, Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî operasyonek li dijî Kerkûkê bi rê ve bir ku di encamê de serî de Kerkûk, hemû herêmên nakokîbar derbasî kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê bûn. Nîqaşên li ser sedem û encamên êrişa li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin.

    Parêzer û Pispora Qanûnsên Navneteweyî Breedon bersiva pirsyarên Spûtnîkê da û destnîşan kir ku bûyerên li Kerkûkê qewimîne, binpêkirinên tirsnak in ji gelek qanûnên û peymanên navdewletî re ye û bi mînaka serxwebûna Kosovayê dide û wiha dibêje: "Di sala 2008an de gava ku Dadgeha Dadmendiya Navdewletî (ICJ) ji bo serxwebûna Kosovoyê ya ku ji yekalî hatibû ragihandin hat peywirdarkirin, ICJê (di bin birêveberiya NYyê de) diyar kir ku mafê Kosovoyê bû ku bi awayekî yekalî serxwebûna xwe ragihîne ji ber ku mafê mirovan bû ku dewleta xwe ragihînin û herêma xwe bi rê ve bibin. Heta ku rewş kêmî ya Kosovoyê be jî, mafê Kurdistanê mafê qanûnî yê qelê Kurdistanê gelekî jî heye ku rapirsînekê giştî ji bo daxwaza cudabûna ji Iraqê bi rê ve bibe."

    "TIŞTÊ DIQEWIME TOLHILDAN E"

    Hiqûnana mafên mirovan bal kişand ser Peymana Neteweyên Yekbûyî ji bo Mafên Kêmaran û diyar kir ku dewlet pabend e ku alîkariyê bide daku binerin bê azadî û pêwestiyên dabînkirî ne ji bo bikarin bi awayê pêwîst serkeftî bin û wiha pê de çû: Tiştê niha diqewime tolhildaneke rasterast û nefêmbar e ji ber (gelî) mafê xwe yê bingehîn û qanûnî yê pêk anî."

    Di berdewamiya bersiva xwe de, Breedonê destnîşan kir ku tiştê herî giring, Peymana Neteweyên Yekbûyî ji bo Mafên Kêmaran diyar dike dewlet pabend e ku alîkariyê bide daku binerin bê azadî û pêwestiyên dabînkirî ne ji bo bikarin bi awayê pêwîst serkeftî bin û wiha dewam kir: "Kurd mezintirîn kêmara li ser rûyê vê gerestêrê ne û divê ev maf bo wan ji aliyê Iraqê ve(ku peymana kêmaran îmze kiriye) bê dayîn. Di dawiyê de mafê neteweyan heye ku welatiyên xwe ji qirkirinan biparêzin ku Iraqê(Bexdayê) nekarîbû bîne cih û di encamê de ev peywir ma ji Kurdistanê re ku qurbanan biparêze û li wan xwedî derkeve.(Wek êzidî û xiristiyanan)."

    "AWAREYÊN LI KURDISTANÊ DIJÎN DIXIN XETERÊ"

    Breedonê bal kişand ser aware û penaberên ku ji ber DAIŞê reviyane û li Herêma Kurdistan bi cih bûne û diyar kir ku li gel Iraq ji dabînkirin û alîkariya Herêma Kurdistanê reviyaye jî lê li Herêma Kurdistanê di nav ewlehiyê de dijîn û wiha pê de çû:"Niha wan kesên ku herî zêde bûne qurbaniyên qirkirina DAIŞê bi dagirkirinê Herêma Kurdistanê û di encamê de ev pêngava kambax kêmarên herî birînbar, zarok û gel xistin bin xeterê tevî ku Iraq ji aliyê qanûna navneteweyî ve pabend e ku wan biparêze û li wan xwedî derkeve."

    Li ser tiştên li Kerkûk qewîmîn jî, Breedonê ew şiband xwendekarên lîseyan ku hinek ji wan ên din ditirsînin û zordariyê li hinekên din dikin û wiha pê de çû: "mixabin ev rewş jî ne cuda ye. Ew dewletên xurt ên ku bi hevkariya aborî piştgiriya Kurdistanê kiribû û çavkaniyên rêxistinên ne-hikûmî jê re dabîn dikirin, li himberî gefên Îran û Tirkiyeyê bêdeng man ji ber wan wiha bawer dikir ku rewş wiha dê "bêtir biistiqrar" bibe."

    Di berdewamiya axiftina xwe de, Breedonê got: "Bi rastî jî ez ecêbmayî bûm û tirsiyam gava ku min dît. DYA — bi taybetî ew- xwe bewestand û şiroveyekê jî li ser rewşê nekir li gel ku Heşdî Şeibî ji aliyê Pasdarên Şoreşger ên Îranê tên fînansekirin û perwerdekirin. Li gel ku Serokê (Amerîkayê) Donald Trump vê dawiyê ragihandibû ku divê siza lê werin kirin ji ber destwerdana wê(Îranê) li Iraqê ye."

    "TENÊ DEWLETEK SERXWEBÛNA KURDISTANÊ NAS BIKE, TEMAM E"

    Hiqûqnasê destnîşan kir ku Wezareta Derve ya Amerîkayê di mijara Iraq û Kurdistanê de gelekî cahil û nezan e ku "potansiyela wê di pêkanîna istiqrarê de nabîne" û wiha dewam kir: "Wek min li jorê jî gotiye, tenê pêwîstî bi dewleteke xurt heye ku piştgiriyê bide serxwebûna Kurdistanê û yên din dê bi lez tev lê bibin. Lê niha her kes ditirse piştgiriya dewleteke li ber pişkivînê ye bike, tenê ji ber tirsa wan aliyan e yên ku dixwazin serxwebûna Kurdistanê red bikin. Muhtemel e ku hinek dewlet hene dixwazin bibînin ku Wezareteke wê ya Dadmendiyê heye ku ji bo hemû gelê xwe re edalet û dadweriyeke hevseng dabîn dike gava ku serbixwe bibe. Lewra ihtimal e ku hinek dewlet li bendî wê ne ji bo binerin bê pêngava Kurdistanê ya bê dê çi be di mijarên xurtkirina kirarên xwe yên hikûmî, lobiyên xwe yên navneteweyî û pêkhateyên rêxistinî de(Ku niha bi gelekî ji yên Filistîn û Kosovayê bilindtir in di dema ku ew herdû bi awayekî keyfî ji aliyê her kesî ve hatin nasîn."

    KURD DIVÊ ÇI BIKIN?

    Breedonê reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê bi bîr anî û teqez kir ku divê birêveberiya Herêma Kurdistanê wê reşnivîsê temam bike daku ji raya giştî ya cîhanê re nîşan bidin ku rêzê li rêzê ji kêmarên etnîkî û olî re digirin.

    Herwiha hiqûqnasê diyar kir ku divê herêma Kurdistanê pergala xwe ya dadmendiyê bixebitîne û di şûna gelî de di rêya pergala dadmendiyê ya Herêma Kurdistanê re dozan vekin û wiha dewam kir: "Rayedarên Kurdistanê û navgînên medyayî ji mêj ve binpêkirinên Iraqê ji qanûnan re nîqaş dikin lê niha êdî dem e ku delîl û dozan di rêya Herêma Kurdistanê re bînin dadgehên wan. Dinya temaşe dike. Muhtemelen ku hikûmetên biyanî dixwazin bibînin ku Beşê Wezareta Dadmendiyê ya Kurdistanê belgeyên dadgehan ên qanûnî û delîlan ji bo piştgirtina îdîayên xwe li dijî Bexda û milîsên Îranê pêşkêş dikin."

    DIVÊ DINYA BIBÎNE KU KURDISTAN DIKARE DEWLETEKÊ BI RÊ VE BIBE

    Hiqûqnasê di dawiya bersivên xwe de got: Ya herî giring ew ku Kurdistan divê hêviya xwe ji dest nede û divê pêwendiya xwe bi civaka navdewletî re dewam bike û herwiha bi wan kesên hikûmetên biyanî re yên ku dixwazin alikariya doza wan bikin. Divê Kurdistan derfetan bi bandorî bixebitîne daku lobîkarên navneteweyî derxîne. Ew lobîkar divê wiha bin ku tecrubeya wan di têkiliyên navdewletî û qanûnên navneteweyî de zêde be û li gel pêwendiyên wan ên xurt li gel hikûmetên biyanî yên giring hebin. Ev jî dê ji her dewletê re nîşan bide ku tiwana Kurdistanê heye ku bi awayekî xurt û bibandor dikare dewleteke serbixwe bi rê ve bibe. Peyamnerên Kurdistanê yên biyanî divê hîn bibin bê çi ne ew tiştên ku dê bihêlin serokên dewletên sereke dê bala xwe bidin meseleyên wan. Anku di şûna ku ji kêmbûna piştgiriyê aciz bibin, giring e ku bê destnîşankirin ku Kurdistan tekane dever/hikûmet e ku alîkariya kêmar, êzidî, turkmen, xiristiyan û gelekên din kiriye di dema derketina DAIŞê li Iraqê de û niha ev aware û penaber ji ber van di xeterê de ne. Di dawiyê de Kurdistan divê zelal be derbarê têkilî û bandorê Heşdî şeibî de ku Pasdarên Îranê perwerde dike û fînanse dike ku ew kom dixwaze êrîşî sivîlên kurd ên bêguneh bike û wan bikuje, tenê ew jî ji ber mafekî xwe yê bingehîn bi wijdanê xwe dan û li azadiyê geriyan."

     

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Kurdistanê 5 pêşniyarên bo çareseriyê pêşkeşî Ebadî kirin
    Ji Herêma Kurdistanê banga penaberan li NY û rêxistinên mirovî
    Îranê deriyên xwe yên sînor li Herêma Kurdistanê girtin
    Îran: Me deriyên sînor li ser Herêma Kurdistanê negirtine
    ‘McGurk peyama Trump gihande Bexdayê û got nabe ti kes êrişî Kurdistanê bike'
    Alimê navdar ereb: Em zexta ser Kurdistanê qebûl nakin
    'Amerîkayê balyozxaneya xwe ya li Bexdayê vala kir û karmendên xwe birin Kurdistanê'
    Baydemîr: Piştgiriya Kerkûkê, parastina rûmet û îradeya gelê Kurdistanê ye
    Etîketan:
    Heşdî Şeibî, NY, Jennifer Breedon, Kosovo, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de