10:16 20 Çile 2018
Zindî
    Siyasetmederê kurd yê navdar Mehmûd Osman

    Mehmûd Osman: Bawer nakim ji bo vekişandinê hêzên pêşmerge û Iraqê li hev kiribin

    © Foto: Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 21

    Vekişandina hêzên pêşmerge ji hemû navçeyên ku hatine erebkirin (Destûra Bingehîn ya Îraqê xala 140î) hatine pênasekirin ji doh ve bûn cihê dilgiranî û xemgîniya gelê Herêma Kurdistanê. Ji ber ku sedema wê vekişandinê ji bo wan zelal nebûye û hin pirsyar li cem wan çêbune, ya ji hemûya girîngtir, gelo dê ji niha û pê ve çi bi qewime?

    Derbarê mijarê paşvevekişîna pêşmergeyan, helwesta Amerîkayê de Sputnik Kurdistanê bi siyasetzanê navdar ê kurd Dr. Mehmud Osman re têkilî danî. Osman rewşa dawî ji bo Sputnîkê nirxand.

    ‘EZ BAWER NAKIM KU LIHEVKIRINEK HEBE'

    Li ser pirsa ‘Gelo dibe ku derbarê paşvekişandina pêşmerge de di nêvbera aliyê kurd û hikûmeta Îraqê de lihevkirinek hebe?' de Dr. Mehmud Osman wiha got, "Ez bawer nakim tu lihevkirinek hebe, ji ber ku tu danûstan di navbera wan da çênebuye heta ku lihevkirin çêbibe lê ev planeke Hikûmeta Bexdayê bi piştevaniya Amerîka û Iranê ye. ji ber ku hun dizanin li Îraqê ji sala 2003an ve, rola van her dû dewletan heye û çêdibe ku ji aliyê kurd jî wetre wiha bêyî ku xwîn birije biryar dabin ku hêzên xwe vekişînin. Û niha hun dibînin hêzên pêşmerge vedikişînin ji Şingal, Mexmûr û hin navçeyên din. Hikûmeta Îraqê wê wan deverên ku piştî hatina DAIŞê ketine destên hêzên pêşmerge kontrol bike.

    LI SER VAN FIKARAN HELWESTA AMERÎKAYÊ

    Li ser helwesta Amerîkayê Dr. Mehmud Osman wiha axivî, "Amerîka li gor berjewendya xwe hereket dike. Amerîka ligel Hikûmeta Bexdayê ye û ji mêj ve ew ligel Hikûmeta Bexdayê bûye; Di dema Seddam de jî, piştî encamdana Enfal û Kîmyabaranê jî, her ligel Îraqê bûye, ji ber ku siyaseta wan ew e ku Îraq yek welat e û her bi Bexdayê re bûye. Her çiqasî Hikûmeta niha ya Îraqê ligel Îranê be jî ew her ligel hev in û herdem fişarê li kurdan bike jî. Di navbera Kurdan û Îraqê de bêalî nîn in. Û Amerîka dewleteke minafiq û durû ye; bo nimûne li cem kurdan tiştekî dibêje, li cem Îraqê tiştek din dibêje û li cem aliyê din tiştekî din.Tu car cihê baweriyê nîn e û her dem ev nêrîna min bûye û dema ku ev refrandûm jî encam da, ez bi hevalên li vir (serkirdeyên siyasî) axivîm. Min got li hêviya Amerîkayê nemînin, ji ber ku Amerîka dewleteke ku em bawerî pê bînin nîn e. Min gelek fikar ji encamên wê hene û dîsan careke din gelê me bêcih bihêlin. Ji ber wê yekê ev şerê li Kerkûkê û deverên din rû da. Dibêjin me texeyyûl nedikir. Yanî çi? Yanî ew haydar in, ji vî şerî û piştgiriyê didin Bexdayê. Ji ber ku eger ew piştgiriyê Ebadî nedin. Ebadî nikare vê hemû bizavtinê bê Amerîka bike lê wiha xuyaye ku Bexda û Amerîka li hev kirine.

    ‘PDK Û YNK HEVDÛ TAWANBAR DIKIN, YA GIRÎNG EW E KU BI HEVRE BICIVIN Û BIRYAR BIDIN'

    Dr. Mehmud Osman derbarê refrandûma Serxwebûna Kurdistanê ya li Herêma Kurdistanê, encamên wê, serkirdeyên siyasî û hewildanên wan yên ji bo avakirina dewletê de jî wiha axivî: "Ez nizanim, ji ber ku ev du roj in serkirdayetiya siyasî hîç ne diyar e, ji bilî wê yekê nakokî û lihevnebûn di nêvbera PDK ê û YNKê de peyda bûye, her du alî hevdû tawanbar dikin, ya girîng ewe ku bi hevre bicivin û biryar bidin. Sibê perlemana Kurdistanê civînekê li dar dixe, lê ew jî hatiye paşxistin, niha rewş hinekî aloz e, lê her divê bicivin.

    Dr. Mehmud Osman piştî van rûdanên dawî û helwesta serkirdeyên siyasî jî wiha nirxand, "Hikumeta Îraqê ta ku hemû navçeyên maddeya 140î kontrol neke, danûstanan nake, lê piştre eger kurd dest bi danûstana bike bêguman erka serkirdayetiya siyasî wê çalaktir be ji ber ku hinekî lawaz dibe li hemberî Bexdayê."

     

    Bi heman mijarî:

    El Hekîm: Operasyona Kerkûkê ji bo yekrêziya axa Iraqê bû
    Îran: Ti rola Pasdarên Şoreşê di bûyerên Kerkûkê de tine bû
    ‘Hevalbendên kurdan ên rojavayî di mijara Kerkûkê de bêdeng man'
    Washîngton: Em ji tundiya Kerkûkê bi guman in
    Hejmara pêşmergeyên ku di operasyona Kerkûkê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere bûn
    Pisporê Rûsî: Amerîka li Sûriyê bi ser neket, li Kerkûkê alozî derxist
    Etîketan:
    ŞERÊ KERKÛKÊ, Herêma Kurdisatanê, Mehmûd Osman, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de