00:31 13 Kanûn 2017
Zindî
    Kurdistan - Kerkûk

    'Ketina Kerkûkê encama lihevkirina YNKê û Îranê ye'

    © REUTERS/ Ako Rasheed
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 02

    Pisporê zanist û çavdêrên siyasî li Kerkûkê Aram Reşîd ragihand ku, "Ya îro li Kerkûkê çêbûye encamên rêketineka sêalî ya di nêvbera YNK, Iran û Iraqê de ye."

    Aram Reşîd ji bo Sputnik Kurdistanê ragihand ku, "Cihê kerbê ye, ez niha gelekî şerm dikim ku ez bêjim ez kurd im, ji ber ku ya li Kerkûkê bûye gelek şermezarî ye bo kurdan. Herweha ji bo wê yekê erê, rast e, rêketin di nêvbera YNK û Iran û Hikûmeta Iraqê de çêbûne ji bo ku hêzên ser be YNKê weha sengeran terk bikin û got: "Belê, hatina Qasim Silêmanî berpirsê Artêşa Şoreşa Îranê bo bajarê Silêmaniyê û beşdariya wi di rê û resmên cenaze Mam Celal de peyameke girîng bû bo gelê kurd, ji ber ku hatina wî ji bo rêketinêbû ligel YNKê û li hevnêzîkkirina wê ligel Iraqê."

    Çavdêrê siyasî li Kerkûkê diyar kir ku, ew rêketin ji aliyê Lahor û Aras Şêx Cengî biraziyên Mam Celal û Aso Mamend berpirsê şaxê YNKê li Kerkûkê çêbûye û bi merc û daxwaziyên Iran û Hikûmeta Bexdayê razîbûne ku hêzên xwe li wir vekişînin.

    Aram Reşîd, di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku, "Şex Cefer berpîrsên hêzên heftê ku girêdayî YNKê ye xayintî li PDKê kir ji ber ku di destpêkê gotiye hêzên me wê şer bikin, lê îro saet 4an, sibê weku berpirsê wan hêza ferman kiriye ku paşve vegerin û sengerên xwe terk bikin, di encama niha hêzên Heşda Şebî di nav Kerkûkê de digerin û bajar ji kurdan valabû û kurd tev de ber bi Hewlêr û Silêmanyê ve koç dikin."

     

    Bi heman mijarî:

    'YNK, Îran û Iraqê li ser radestkirina sengeran li hev kiriye'
    YNK: Ne me, ne jî aliyekî din daxwaza taloqkirina hilbijartinan nekiriye
    YNK: Em teslîmî tehdîdên Îran, Iraq û Tirkiyeyê nabin
    PDK, YNK û Goran îro li hev kom dibin
    PDK û YNK dîroka çalak kirina parlamentoyê diyar kirin
    YNK ji bo vekirina parlamentoyê cara dawîn li gel Goran û Komelaya Îslamî dicive
    Etîketan:
    iran, ynk, Aram Reşîd, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de