07:03 23 Çile 2018
Zindî
    Herêma Kurdistanê Pêşmerge

    Berpirsê Pêşmerge ji Spûtnîkê re: Şerê li Xurmatû bo 24 saetan hat rawestandin

    © AFP 2018/ JEAN-MARC MOJON
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 0 0

    Duhî hin çekdarên Heşda Şeibî ya Iraqê li navçeya Xurmatûyê ya li başûrê Kerkûkê êrîşî ser mal û baregahên partên siyasî yên kurd kir û hin malbatên kurd neçar kirin ku malên xwe vala bihêlên û ber bi cihên din birevin û di encamê de şer di nêvbera wan çekdar û hêza pêşmerge de çêbû.

    Spûtnîk Kurdistan peywendî bi berprsekî hêza Pêşmerge li Xurmatûyê re kir û ev nûçe piştrast kir û ragihand belê duhî hin çekdarên bi ser Heşda Şeibî ya Iraqê ku piranya wan turkmanên şîî bûn û xelkê  Xurmatûyê û derdora wê bûn êrîşî ser malên welatiyan û baregahekê YNKê kiriye ku di encamê de şer çêbûye.

    Herweha berpirsê hêza Pêşmerge ku nexwast navê xwe eşkere bike got: niha herdu alî rêketî ne ku bo 24 saetan şer were ragirtin. Niha şer hatiye rawstandin û xoş bexîta me hîç qurbanyên giyanî nebûne tenê hin malbatên kurd neçar bûn malên xwe bihêlin. Herwisa xuya kir ku ji bo berjewendya kurdan li Xurmatûyê û rêgirtin li bêtir teşenekirina rewşa ewlehyê, YNKê biryara daye ew baregahê xwe yê ku çekdarên Heşda Şeibî êrişî wê kirbû çol bike.

    "GEFÊN HEŞDÎ ŞEIBÎ BERDEWAM IN"

    Berpirsê Pêşmerge sebaret rewşa Kerkûkê jî ragihand" ta niha gef xwarinên Heşda Şeibî li hêza pêşmerge li derdorên Kerkûkê berdewam in û em dibînîn ku çewa hêza xwe ji tank û top û zirîpoş û çekên din amade dikin û sengerên xwe mukim dikin. Helbet ew yek jî nîşane ne ku ew dixwazin êrîş bikin.

    "TI HEWLÊN ARAMKIRINÊ TINE NE"

    Derbarê wê yekê ku hîç hewlek heye ji boyku rewşa ewlehyê li Kerkûk û wê navçeyê vegerînin ser doxa berê û rê bigirin şer di nêvbera hêza Pêşmerge û Heşda Şe'bî de çênebe, Berpirsê hêza Pêşmerge got: Ta nihu çi hewlek wiha nîne tenê hewala serokkomar Dr. Fuad Me'sum nebe ku duh vegeraye bajarê Silêmanyê ji bo ku li gel serkirdatiya YNKê behsa rewşê bi giştî û çewanya çareskirina wê bike.

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir
    Kurdistan li dijî peymana Bexda û Tehranê derket: Dê encamên xirab derxe holê
    Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
    ‘Dê Kurdistan dewleta hemû Kurdistaniyan be'
    Etîketan:
    pevçûn, şer, Heşdî Şeibî, Pêşmerge, Xurmatû, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de