19:01 22 Çile 2018
Zindî
    Malbateke ji Sûrê li ser kavilên xaniyê xwe kon vedaye

    Li ser kavilên xaniyê xwe kon vedan

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Li navçeya Sûra Amedê malbata Ak piştî xaniyê wan hat xerakirin li ser xirabeyê xaniyê xwe kon veda û di kon de dijîn. Malbata Ak konê ku vedaye jî ji koçberên sûrî wergirtine û dibêjin “Êdî em jî li taxa xwe bûne koçber.”

    Li navçeya Sûra Amedê di bin navê "Veguhestina Bajarvaniyê" de taxek bi tevahî hat xerakirin. Taxa Alipaşa ya ku bi tevahî hatiye xirakirin dora wê hat girtin û avakirina xaniyên nû dest pê kir. Li gel ku mal hatin xirakirin û li şûna wan bingeha malên nû hat kolandin jî, hinek malbat ji kolanê derneketine. Yek ji wan jî malbata Ak e. Piştî xaniyê wan hat xerakirin malbata Ak ya ku 60 sal in li Sûrê dijî li ser xirabeyê mala xwe kon vedan. 6 endamê malbata Ak li konê ku vedane dijîn. Malbata Ak ji ajansa Spûtnîk Kurdistan re axivî.

    ‘CIH TUNE, PERE TUNE, EZ HERIM KU?'

    Tiştên malbatê li ber û hindirê konê de bal dikşîne. Tenê pêwistiyên girîng ji xanî derxistine û danîne ber kon. Mehmet Ak dibêje ku ji neçarî kon vedane û ew û zarokên xwe di konê de dijîn.

    Malbateke ji Sûrê li ser kavilên xaniyê xwe kon vedaye
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Malbateke ji Sûrê li ser kavilên xaniyê xwe kon vedaye

    Ak wiha axivî: "Cîh tune, pere tune, ez herim ku? Kirêya xanİyan 900 TL (Lîreyên Tirkî)ye ez van pera ji ku bibînim? Dibêjin herin, em ê alikarîya kirê bikin lê ez zanim dê 5 an 6 meha alîkariyê bikin û hew dikin. Aniha em 6 kes li vir dijîn. Heger metroyek berf jî were em ê li vir bijîn.

    ‘KON Ê KOÇBERÊN SÛRÎ YE’

    Tiştek balkêş jî ew e ku malbata Ak konê ku veda ye ji koçberên sûrî wergirtiye. Ak wiha berdewam dike: “Malbatek ku ji Sûrî koç kiriye bi 250 TL kon firot me. Mi pere deyn kirin û mi wergirt. Êdi em li taxa xwe bûne koçber. Ez doza mafê xwe dikim, bila heqê xaniyê mi bidin. Pereyekî pir kêm didin û ez vê qebûl nakim. Heqê xaniyê mi ne ewqas e. Bila rayedar dengê me bibihîsin û rewşa me bibînin.

    Malbateke ji Sûrê li ser kavilên xaniyê xwe kon vedaye
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Malbateke ji Sûrê li ser kavilên xaniyê xwe kon vedaye

    Bi heman mijarî:

    Gelê Sûrê bi rewşeke 'neçar' re rûbirû mane
    Melayê mizgefta Sûrê bangî xelkê kir heya roja 1ê Gulanê malên xwe biterikînin
    1ê Gulanê ji bo kedkarên Sûrê bu roja koçberiyê
    Di navbera polês û şêniyê Sûrê de gengeşî derket
    Neçarîya Welatiyên Sûrê didome
    Rûxandina xaniyên Sûrê dest pê kir
    Etîketan:
    kon, xanî, kavil, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de