18:24 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Siyasetmedarê Kurd Fuat Onen

    Siyasetmedarê kurd Onen: Kurdistana serbixwe heqîqetek e

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    0 1039100

    Siyasetmedarê kurd Fuad Onen referandûma serxwebûna Kurdistanê ji kurdan re bû hêvî û moral û eşkere kir ku, "Vê referandûmê li hemû dinyayê û li her çar parçeyên Kurdistanê giyanê serxwebûnxwaz zindî kir."

    Siyasetmedar û rewşenbîrê kurd Faud Onen referandûma serxwebûnê ya li Herêma Kurdistanê û encamên wê ji Sputnik Kurdistanê re nirxandin. Onen, destnîşan dike ku referandûm destkeftiyeke mezin e û dibêje "Bi vê referandûmê, bi giştî hate pejirandin ku li Rojhilata Nêzik neteweya kurd heye û li Kurdistanê dewletbûn mafê wan e. Yên ku gotin niha ne wext e, vê referandûmê taloq bikin jî zimnen qebûl kirin ku dewletbûyîn mafê gelê Kurdistanê ye. Kurdistana serbixwe heqîqetek e."

    ‘BI REFERANDUMÊ DERKET HOLÊ KU DEWLETBÛN MAFÊ KURDAN E'

    Fuat Onen destnîşan dike ku "Kurdistan welatekî bi dewletbûyînê ve derengmayî ye. Ewçend derengmayî ye ku ‘Serxwebûna Kurdistanê êdî weke xeyaleke pêkanîna wê ne pêkan e' dihate pejirandin. Çi ji aliyê dagirkeran ve û çi ji aliyê gelek Kurdan ve. Em dizanin gelek siyasetmedarên kurdan jî, her ku qala serxwebûnê dibû/dihate kirin, digotin ‘êdî Kurdistan xeyal e, ne pêkan e'. Vê referandûma serxwebûnê di serî de bi dewletên li herêmê re û bi tevahiya dinyayê da fam kirin ku Kurdistana serbixwe heqîqetek e. Ev heqîqet bû kabûsa dagirkeran. Gelê Başûre Kurdistanê ezmûneke gelek baş dan di vê referandumê de. Dikarim di çar xalan de encamên aniha bidestxistî binirxînim.

    Yekem dewletên dagirker di serî de jî Iran û Tirkiye xwestin refeandûma Kurdistanê bi destê Kurdistaniyan têk bibin. Bi destê hin rêgirtiyên xwe nîqaşên tund yê navxweyî kirin li Kurdistanê. Lê gel û partiyên Kurdistanê ev planên wan têk  birin. Beriya referandûmê 15 rojan îcar ev dewletên dagirker bi fort û zirtên dagirkerane daketin meydanê lê weke encam ew bixwe têk bibin ji tune re taloq bikin lê weke encam ew bixwe têk çûn. Referandum bi aramî hate kirin û Kurdistaniyan bi rêjeyeke bilind ji serxwebûnê re gotin erê.

    ‘REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ DI TEVAHIYA DINYAYÊ DE BÛ ROJEVA ESASÎ'

    Sê mehan referandûma serxwebûna Kurdistanê di tevahiya dinyayê de bû rojeva esasî. Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropa (YE) aktorên siyasî yên cîhanê li ser vê mijarê rawestiyan û beyanat dan. Bi giştî hate pejirandin ku li Rojhilata Nêzik neteweya Kurd heye û li Kurdistanê dewletbûn mafê wan e, yên ku gotin neha ne wext e, vê referandûmê taloq bikin jî zimnen qebûlkirin ku dewletbûyîn milletê gelê Kurdistanê ye, ev destkeftiyek mezin e.

    Herwiha, ew erdên ku li Başûrê Kurdistanê weke erdên nîqaşbar dihatine pênase kirin —ku ji sisiya yekê Başûrê Kurdistanê ye- piştî vê referandûmê êdî wek axa Kurdistanê hate tescîl kirin. Ev jî destkeftinek mezin e. Ya herî dawîn jî li her çar parçeyê dinyayê, li her çar Parçeyê Kurdistanê giyanê serxwebûnxwaz zindî kir, hêvî û moral da Kurdistaniyan. Referandûm gelek destgeftiyên giran anîne bo Kurdistaniyan. Ji niha û pê de dê çer bibe? Dewleta Iraqê cewaz bide ku bi rehetî em ji hevdû cihê bibin Yan na? Ya rastî ji vêya ne pir bihêvî me. Terefên kurd destnîşan kirine ku dixwazin bi rêya diyalogê çi kêşê di navbeyna me de hebe bi çavdêriya hin terefên navdewletî em van kêşeyan çareser bikin û bi aramî ji hev cûda bibin. Lê helwesta devleta Iraqê —kî Iran, Iraq û Sûriye jî li pişt wan e- vê qebûl nakin. Li tevahiya dinyayê jî tu dewletên dagirker bi rehetî rê nedane ku welatên bindest bi aramî ji wan cûda bibin. Divê mecbûr bibin. Dewlet tenha ku mecbûr bibin rasteqîniya welat û milletên din qebûl bikin, jê re rêz dikin."

    ‘JI NIHA Û PÊ VE WEZÎFEYA SIYASETA HER KURDISTANIYEKÎ ÎLANKIRINA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ YE'

    Onen teqez dike ku bi referandûmê milletê Kurd li Başûrê Kurdistanê îradeya xwe beyan kiriye. Gotiye dewleteke serbixwe dixwazim. Û wisa berdewam kir, "Ji niha û pê ve wezîfeya siyaseta Kurdistanê li başûr ew e ku vê beyan milletê Kurd bike heqîqet, lê îlankirina serxwebûnê û avakirina dewleteke serbixwe hinekî ji mijareke reelpolîtîk e, bi balansa hêzan ve girêdayî ye û li gorî kaxeta xwe divê ew şertên reelpolîtik bigirin ber çavên xwe û di dema herî guncaw de îlan bikin. Weke siyasetmedarekî serxwebûnxwaz ez dixwazim îro serxwebûn bê îlan kirin. Lê divê mirov relpolîtikê baş bişopîne. Axir, ji niha û pê ve wezîfeya siyaseta her Kurdistaniyekî rojek berî rojekê îlankirina serxwebûna Kurdistanê ye."

    ‘TIRKIYE BÊTARÎF Û BÊXET MAYE'

    Siyasetmedarê kurd Onen, helwesta Tirkiyeyê û dewletên ku yekrêziya Iraqê diparêzin rexne dike û ew dibêje ku, "Ew ên ku yekitiya axa Iraqê diparêzin li dijî yekîtiya axa Kurdistanê derdikevin û bi ya min ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Lewra ji ber ku yekîtiya axa wan dewletan li ser parçekirina axa milletên bindest hatiye avakirin."

    Onen, wiha berdewamî analîza xwe dike, "Ger di mijara axê de pîroziyek hebe ew pîrozî ne ew pîroziya axa deweletên dagirker e, pîroziya axa welatan e. Ewên ku yekitiya axa Iraqê diparêzin li dijî yekîtiya axa Kurdistanê derdikevin û bi ya min ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em werin ser Tirkiyeyê, Tirkiye dagirker e li Bakurê Kurdistanê, rasterast li Hewlêrê nanere, Tirkiye di ser Diyarbekir re li Hewlêrê dinere. Tirkiye di rewşa Iraqê ya îroyîn de dahatuya xwe dibîne. Bi sedem dizane ku ji %16an axa Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe Tirkiye dê nikanibe Bakurê Kurdistanê wek berê birêve bibe û dê nikanibe pêşî li Serxwebûna Bakurê Kurdistanê jî bigire. Dijberiya wê ya li hemberî serxwebûna Başûrê Kurdistanê di eslê xwe de ji ber ku dagirkerê Bakurê kurdistanê ye. Bo vê yekê jî çi derfeta dewlata tirk hebe bo ku pêşî li serxwebûna Kurdistanê bigire ewê bikar bîne. Ev qarekterê dijminatiya vê dewletê ye. Dikarim bibêjim ku dijminatî bêminetî ye."

    "Heya niha Tirkiye xwe wekê pêşengê eniya sunnî nîşan dida li herêmê. Ji ber tirsa Kurdistanê berê xwe dayê eniya şia. Dixwaze bi Iran, Iraq û Sûriyeyê re eniyekê ava bikin û pêşî li serxwebûna Kurdistanê bigirin. Hewl didin li Iraqê bi Ebadî re, Li suriyeyê bi Esad re û bi Iranê re tifaqê ava bikin. Tê zanîn ku heya niha Tirkiye û rêveberiyan van her sê dewletan neyarên hevû bûn. Ev nîşaneya wê yekê ye ku serxwebûna Kurdistanê tarîfên Tirkiyeyê xera kirine. Tirkiye bêtarîf maye. Ev dewleta ku endamê NATOyê û bernedamê Yekitiya Ewropayê (YE) niha berê xwe daye xeta Ewrasyayî. Tirkiye bêxet û bêtarîf maye. Ne dikare li Rojava û nejî li Rojhilat bisitire. Ev krîza siyasî ya bingehîn e û dê dawî li dewleta Tirkiyeyê bîne"

    ‘RÛSYA DI ÇARÇOVEYA YÊKRÊZIYA AXÊ DE RÊZÊ LI MAFÊ KURDISTANIYAN DIGIRE'

    Li ser pirsa Rûsya li Herêmê hem bo dirûvgirtina siyasetê û hem jî di têkoşîna li hemberî DAIŞê de aktorekî çalak û kartêker e. Di vî warî de tu polîtikayên Rûsyayê li ser Herêma Kurdistanê û di têkoşîna li hemberî DAIŞê çawa dibîne? de Fuat Onen wiha qenaata xwe anîn ziman, "Niha berî her tiştî DAIŞ li herêmê ne aktorekî mayînde ye. Heta niha ji aliyê gelek aktorên siyasî ve hatiye bikaranîn û bi ya min dema ku pêwistiya aktorên siyasî yên mezin bi DAIŞê re nemîne dê DAIŞ ji meydanê rabe. Şer li herême di nav Rûsya û DYA û hevalbendên wan de ne. Lê Rûsya jî dibîne ku li Rojhilata Nêzîk Kurdistan êdî heqîqeteke siyasî ye. Ji ber vê yekê herçend li herêmê Rûsya yêkrêziya axê jî biparêzê, di hundir sînorên dewletên heyî de rêz li mafê Kurdistaniyan digire û bi tundî li hemberî mafê kurdistaniyan dernakeve. Li Rojava û Bakurê Kurdistanê dixwazin bi partiyên Kurdistanî jî di têkiliyê de bin. Şerê cîhanê yê sêyemîn li ser zemîneke şematokî dimeşe; li gorî konjonkturan tifaq xera dibin, hin tifaqên nû ava dibin, demekê Tirkyie û Sûriye dostê hev bûn, biha dijminatiyê bi hev re dikin. Siûdî û Tirkiye demekê di blokê de bûn, niha ketine blokên cuda; Amerîkî û Rûs geh li hev in û geh şerê hevdû dikin. Ji ber vê siyaseta şematokî, siyaseta serxwebûnxwaz ya kurdistanê jî divê qerekterê vî şerî fam bike û li gorî hedefa xwe yî serxwebûnê pozisyonên aktorên siyasî yê cihanê jî û yê herêmê jî di ber çav re derbas bike û serxwebûnê çi tifaq pêwîst bin dikarin bikin."

    ‘DI PIRDENGÎ U PIRRENGIYÊ DE KEDA MAM CELAL MEZIN E'

    Celal Talabanî
    © AP Photo/ Henny Ray Abrams
    Siyasetmedar Onen derbarê wefata Mam Celal de jî beyanat dan û got, Mam Celal hem li Kurdistanê û hem li tevahiya herêmê hinekî jî sembola balansê bû, "Talabanî, li kurdistanê û li dinyayê siyasetmedarekî taybet bû. Gelek taybetmendiyên wî hebûn ku ev taybetmendî giş di siyasetmedarekî de nacivin. Entelektuelekî gelekî xurt bû, Fermandarekî leşkerî yê qasidî bû, siyasetmederakî gelek binav û deng bû, diplomatekî jêhatî bû. Dikarim vê bejim ku li Başûrê Kurdistanê siyaset heger pir partî, pir reng û pir deng be, di vî warî de keda Mam Celal ji ya her kesî bêhtir e. Hebûna wî li Başûrê Kurdistanê rê li ber siyaseta pir deng û pir reng vekir. Ji hêla din ve çi nakokiyên kurdistanê hebin di hundirê kesayeta Mam Celal de jî hebûn: pre-modernîte û modernîte, şerbazî û aştîxwazî. Belkî ji ber kombûna van hemû nakokiyan Mam Celal hinekî jî sembola balansê bû hem li kurdistanê û hem li herêmê."

    Bi heman mijarî:

    ‘Referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
    Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
    'Li Herêma Kurdistanê Referandum û hilbijartinên giştî dê bi hev re bên çêkirin'
    Herdu partiyên Kurdistanê ji bo referandum û serxwebûnê li hev kirin
    Wezîrê Kurdistanê: ‘Referandum mafê kurdan ê xwezayî ye'
    Benameya Barzanî û partiyên siyasî: 'Referandum û serxwebûna Kurdistanê'
    Etîketan:
    Referandum, Serxwebûn, serxwebûna Herêma Kurdistanê, Fuat Onen, Rojhilata Navîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de